Hewlêr
Serokê PYD'ê Salih Muslîm piştî hevdîtina bi Niri El Maliki û Xoşyar Zebarî re got ku bi lezgînî pêdiviya Rojava bi alîkariyê heye û rewş her ku diçe xirabtir dibe.
Ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Nihat Kaya bi Muslîm re axivî ye. Vane hin notên ji hevdîtinê:
- Ji aliyê Serokomarê Iraqê Celal Telebanî ve em hatin vexwendin lê ji ber ew nexweş ket me bi Serokwezîr Nuri El Malîkî û Wezîrê Karên Derve Xoşyar Zebarî re hevdîtin pêk anî.
- Rêveberiya Bexdaxê dixwaze di warê însanî de bi gelê Sûriyeyê re alîkariyê bike. Vekirina deriyên sînor bi awayekî taybet neket rojevê lê rêveberiya Bexdayê got 'hûn çi bixwazin em amade ne ku alîkariya we bikin'.
- Mehek qaşê li Qahîreya Misrê dê civîna dostên Sûriyeyê li dar bikeve. Hemû nûnerê kurdên li rojavaya Kurdistanê Konseya Bilind a Kurdan e. Em xwe nexapînin, ji bilî Desteya Bilind kes kurdan temsîl nake. Ji bilî Desteya Bilind em qebûl nakin kes wekî nûnerê kurdan xwe nişan bide. Ne hewceye li ser navê PYD yan li ser navê partiyek din beşdar bibe. Ger mîlyon û 2 sed hezera radibe dibêje 'Desteya Bilind nûnerê min e' divê tu jî hurmetê nîşanî vê bidî.
- Li rojavayê Kurdistanê tengasiya xurek û aboriyê heye. Rewş gelek xirab e. Ji du aliyan ve xirab e. Ya yekem xurek xilas dibe. Ya din jî mazot, benzîn û tiştên wisa nîn in. Çandinî çênabe. Traktor û amûrên wisa bi mazot û benzîn dixebitin. Ew nebin çandinî jî nabe. Bi awayekî zanebûn vê dikin. Ji aliyê başûr ve sînor girtine, nahêlin tiştek derbas bibe. Ji aliyê başûr ve jî duh xeber hat, gelê Cizîrê 50 tanker ardû şandine lê çeteyan dest danîne ser 10 ji wan. Birine ji xwe re par ve kirine. 40 tankerên din birine Hamayê belav kirine. Tenê bila negihîje kurdan. Li ser kurdan ambargo heye. Dikin ku kurdan bi birçîbûnê terbiye bikin. Em vê dibêjin hûn nikarin kurdan bi birçîtî terbiye bikin. Em berxwedana xwe didomînin. Ger pêdivî pê hebe emê pelên daran jî bixwin lê dîsa jî emê berxwedana xwe bidomînin. Bila bizanibin ku 50 mîlyon kurd li pişta me ne. Ger dorpêçkirinê bidomînin emê serî li rêyên din bidin.
- Berî her tiştî pêdiviya me bi mazotê heye. Ya duyem xurek e. Bi lezgînî pêdivî bi van heye. Paşê derman, ji bo zarokan şîr û hwd. Lê niha bi lezgînî pêdivî bi mazot û xureka bingehîn heye.
- Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji me re gotibû 'Emê alîkariya gelê xwe bikin. Çi ji destê me bê emê bikin.' Fikra min ew e ku heta niha venebûna derî bi xwe jî şaşiyek e. Li hemberî vê divê Kek Mesûd bêdeng nemîne. Gere piştgiriya gel bike. Hêviya gel ji wî heye. Hêviya me ji wî heye. Li gor sozên ku wî dan me divê gel wisa ne li nav zehmetiyan ba.