Diyarname
Cureyeke pirtûkan a nû hat derxistin: Di 2 mehan de ev pirtû neyê xwendin nivîsên wê jê diçin.
Li Arjantînê projeyeke bi navê 'The Book That Can’t Wait' amade kir. Proje bi vî rengî ye: Pirtûkên ku amade kirine, kesê ku wan bikire di 2 mehan de nexwîne nivîsên pirtûkên ji xweber jê diçin. Ji ber ku di pirtûkê de hubrekî taybet hatiye bikaranîn û nivîsên pirtûkê dema bi roj û hewayê re temasê dikin dest bi jêçûnê dikin. Û di du mehan de pirtûk bi temamî vala dibe.
Proje ji aliyê Weşanxaneya Eterna Cadancia ve hatiye amadekirin. Di danasîna pirtûk û nivîskarên nû de ev mesele jî hate rojevê. Ev proje dike ku xwendevan dest ji nexwendinê berde û bibe alîkar ku nivîskar pirtûkên xwe yên duyemîn jî derxin. Rojname û televîzyonan gelek qala vê projeyê kir û di firotinê de sedî 40 zêdebûn xwe nîşan da.
Proje bi diruşma "Di cara yekemîn de yên ku nexwînin dê êdî qet nikaribin bixwînin" hatiye bikaranîn û weşanxaneyê diyar kiriye ku dê ji bo pirtûkên ku çapa xwe ya duyemîn nakin vê rêbazê biceribînin.
Hate gotin ku çawa çapa yekem a pirtûkê derketiye piyaseyê wisa hatiye firotin û bi ser de jî bi hezana sîparîş hatine dayîn.