Bi namzetbûna Selahattin Demirtaş ya ji bo Serokomariya Tirkiyeyê re siûdete dîrokî ji bo kurdan derket ku bi rêya vê hilbijartinê potensiyela dengên xwe yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîşanî Tirkiye û cîhanê bidin.
Em bînin bîran; Selahattin Demirtaş pêşiya aktîfkirina HDP’ê gotibû ku ew ê êdî postê hevserokiyê wernegire. Lê bi ya Demirtaş nebû û li ser israra partiya wî û girseyên li pişt vê partiyê ew neçar ma hem bibe hevserokê HDP’ê û hem jî di ser de bû namzedê Serokomariya Tirkiyeyê.
Demirtaş namzedê herî maqûl e
Di siyaseta kurd ya Bakur de wê gelekî zehmet ba kesekî ji Selahattin Demirtaş maqûltir ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê were peydakirin. Ciwan û dînamîk e. Di warê siyasetê de pêşketî ye. Di bin pirsan de namîne û hazirbersiv e. Dizane li ku derê wê çi bibêje. Muxatabên xwe di warê siyasî de mecbûr dike ku pirsên ji wan dike bibersivînin. Sempatîk e, ev yek dibe sedem ku medya jî eleqeyeke nêzîk nîşanî wî bide. Xwedî şiyaneke mîzahî ye. Ev hokar hemû bûn sedem ku Demirtaş dîsa vegere cihên herî bilind yên siyasetê.
Temsîliyeta Erdogan ya kurdan
Di rojên derbasbûyî de Serokê PDK-T’ê Sertac Bûcak got ku Selahattin Demirtaş temsîla hemû kurdan nake û ji ber vê yekê ew ê "propaganda û xebata ku kurd ji bo mislehetê miletê kurd dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan bikin."
Rast e, di quncika siyaseta kurd de Bûcak û Demirtaş ne wekî hev difikirin û du aliyên ji hev cuda ne. Lê wekî mînak ger di hilbijartinên Serokomariya Iraqê de PÇDK’ê jî bigota "namzedê Serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm temsîla hemû kurdan nake, ji ber vê em ê dengê xwe bidin Malikî", herhal dê pêşiya herkesî Sertac Bûcak 'bi awayekî mafdar' bertekeke ku dengê wî ji erş biçe ezmên bida.
Gotinên derbarê boykotkirinê de
Li ser medyaya civakî jî hinek kurd ji ber hestên xwe yên netewî fikra ku divê kurd beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê nebin dikin. Ji ber vê jî ew rêbaza ´boykotê´ didin pêş. Bêguman ev jî mafek e û minaqeşe li ser maf nayê kirin. Lê rêbaza boykotê di qada siyasî de ne dema mercên ku tu bikarî platformê ji xwe re bikarbînî tê pêkanîn. Boykot herdem dema hemû rê li ber mirovan têne girtin dikeve rojevê.
Rengê dengê min ê hilbijartinê
Bi namzetbûna Demirtaş re kelecaniyek ket nav siyaseta kurd ya li Bakur û Tirkiyeyê. Platformeke ku bi rêya Demirtaş dengê kurdan bêhtir bigihe raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê ava bû. Demirtaş di haya vê yekê de ye û di çarçoweya namzetiya xwe de bîr ramanên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de ku berê diparastin, niha jî bi rêya vê platformê radigihîne raya giştî.
Hatina ser posta Serokomariya Tirkiyeyê ya Demirtaş bi rêya vê hilbijartinê ne pêkan e. Lê şanseke mezin afirî ku deng û daxwazên kurdan bi rêya Demirtaş bigihin hemû cihan pêk hatiye. Her wiha ji ber bandora derûnî ya bendava hilbijartinê jî nîn e, şansê ku kurd potansiyela xwe ya dengan nîşan bidin jî afirî. Ji ber vê egerê, ez ê roja 1’ê gelawêjê ku li derveyî welêt hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê destpêdikin, biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş.


