Roja Pêncê
Soxî; vê siharê roj qamekê rabûye ranebûye, Qirdo’yê delîlê qirdê min hatiye, piştî ku taştêyek mîranî kiriye li mala xweha xwe, xwearziyên dane tengala xwe û li yek tûşê bêrê xwe daye avahiya hikumetê, odeya dozger.
Li gorî ku dibêjin, ji ber ku dozger Stenbolî ye, û Qirdo jî li Stenbolê zanîngeh qedandiye, peyvek ji vir yek ji wir; yek bûye dev yek bûye kuriya bivir… her du bûne du dostên ku kî bibîne dê bibêje ev çil sal e destbirak in.
Tirsa min a ku pênc roj in di ser dilê min de mîna girikike hevîrê tirşbûyî, mehdê min dixeland bi vê xeberê re wekî dûxana ku ba lê bide bela dibe û şûna xwe dide bêhnferehiyeke hênik a sivik:
Qirdo û dozger danê nîvro bi hev re ji Serayê tena tena, qapan qapan wekî van ma’mûr û maqûlan, dane tengala hev, ji pêlikên sereya yeka yeka daketine, û rê û rê berê xwe dane loqenteya Yedîqardêşlaran.
Pêşiyan gotine, ‘bertîl keviran nerm dike’!
Xwarin ketibe mazatê, an teştek helawî, an nanekî şilikî li diya min dikeve!
Xwedê zane, bê dêya min niha berzûrî çend şêxan bûye, derdawên çend ziyaretan qetandiye!
12/07/2008
***
Wêneyên din ên rojan:
Nivîsên din ên bi vê nivîsê ve girêdayî:
- Wêneyê roja ewil
- Wêneyê roja duyem:


