Stran û giyan wekî hêk û mirîşkê ne?!
Kîjan ji kîjanê ye? Hêk ji mirîşkê ye, yan mirîşk ji hêkê ye?
Giyan ji stranê ye yan stran ji giyanê ye?
Ku te got stran, bê guman jixweber dibe muzîk, ji ber ku gotin bi awazan dibin stran...loma jî ez bi nimûneyekê dest pê bikim...
Li gorî efsaneyekê, dibêjin dema ku Xwedê cîhan avakiriye, du melaîketan ji Xwedê xwestine ku afirandina wî bibînin, Xwedan jî destûr daye û her du melekan xwe berdane cihanê; ew li afirandina Xwedê matmayî mane, li vegerê Xwedê ji wan pirsiye: We afirandina min çawa dît?
Wan jî wisa bersiv daye: Ya Xwedanê mezin her tişt di cihê xwe de ye, ji wiha mezintir tenê tu kari bikî. Lê yek ji afirandinên te hebû, navê wî însan bû ew gelekî hişk bû; pêwîstî bi afirandineke din heye, ku wî nerm bike....
Dibêjin ku wê demê Xwedê muzîk afirandiye...
Dibe ku sedemên afirandina muzîkê afirandin be.
Ji wê demê û şûn ve xuyaye mirovan giyanê xwe bi stran û muzîkê xwedî kirine...
Û heya vê rojê her wiha bûye. Êdî mirov li gora giyan û rewşa xwe, him diafirîne, hem guhdarî dike.
Stranên li ser miriyan, hemû êş û girî ne.
Yên dîlanan bi ritm in.
Ezê bêm ser mijara xwe ya ku ev demeke dirêj e bala min dikşîne. Devok, zarava yan jî zimanekî ku giyanê mirov pê têr nebûbe, li gorê ahenga wî zimanî giyanê mirov nehatibe xwedîkirin, yan jî kopiya wî zimanî, wate û wêneyên wî di giyanê mirov de tunebe, term û xalên hûr ên wî nizanibe, gelo mirov çawa dikare pê binivîse? Yan jî bistrîne?
Mebesta min ji nivîsê bêhtir, stran e.
Di demên dawê de stranbêjên ji Bakur, hema hema hemûyan dest bi xwendina stranên bi soranî kirine, carinan jî -pir kêm- bi dimilkî (zazakî).
Ez matmayî dimînim.
Û caran jî hêrs dibim, hêrsa min jî ew e ku dema stranê dibêjin mîmîkê xwe bi gotinan re diguherînin, mîna ku sedî sed wan gotinan dijîn.
Lê bawer bikin 5 pirsent jî mîmîk û stran hev nagirin, ji ber ku ew zarav ji giyanê wan dûr e-Sedemên wê her kes dizane, qutbûna sedê salan e-
Di vir de ez dibêjim giyana wan ji stranê tê, ne ku stran ji giyana wan tê -bela şîrova; çawa yanî? Bila ji we re bimîne.
Baş e strana ku ji giyanê tê çawa ye? Ew e ku mirov bûyerekê bibîne, bijî û di nava wê de xwedî rol be, wekî dayikekê ku zaroka xwe winda bike û li ser lorîkekê bêje û wiha...
Ku mirov têkiliya di navbera giyan û stranê de fam bike, ne hêsan be jî, dê mirov karibe rewşa giyana mirovan li gorî afirandin û heya guhdarîkirina muzîkê binirxîne
Xebera dawî ku min bihîst stranbêjeke me piştî ku ji başûrê Kurdistanê vegeriyaye êdî bi derdorê re bi soranî diaxive (?!) de wer îca xwe bigir û neaxive.
Erê soranî jî zaravayeke kurdî ye, lê di nêrîna min de stranbêjên Bakur ên ku bi kurmancî dizanin, divê pêşî fêrî dimilî (zazakî) bibin; rastî pera nake, lê roleke dîrokî dilîze. Û kurmancên ku bi kurmancî nizanin, pêşî wî fêr bibin dû re serbest e, herin soranî, hewremanî kelhorî, torî û çiqas devok û zarava hene, lê ji kerema xwe re zanibin bê hûn çi dibêjin, bela ne giyana we ji stranan bê, bela stranên we ji giyanan bê.


