Bi herkesî stranên zimanê wî, lê xweş tê. Ê mîn jî, stranên zimanê mîn bi min xweş tê. Vê şevê, dîsa ji welatê xwe dûr, li vê odeyê stranên zimanê min olan didin. Dereng e, derengê şevê ye. Hevalên mîn ên ez li cem wan dimînîm, ew hevalên ku em ji zimanê hev fêm nakin, li bexçeyê agir pêxistine û hiqe hîqa kenê wan e. Destê xwe davêjim titûnê, piçek titûna min ma ye. Têra çend cixareyan dike. Ez vê titûnê, li ber kîjan stranê bipêçim? Diponijim û hey diponijim.
Pênûsê tu bêje, kaxizê tu bêje, hibra pênûsê ya şîn tu bêje. Ez li ber kîjan stranê vê titûnê bipêçim? Hibra şîn serê xwe radike û li mûma ku şewqa xwe dide bin xwe dinêre: "Hey agirê ku hertim li agirgeha Zerdeşt hilorî dibû, tu bêje kîjan stran?” Şêwira xwe kirin û biryara xwe dan. Gotin: "Berê xwe bide zarokatiya xwe, tê stranên dilê xwe bibîne." Min bi a wan kir. Ji bilî stranan, min şoreşek û welatek jî dît.
Li gund, dawetek heye. Piştî ew qas reqs û govendê sazbend stranekê dilorîne. Êvar sahî ye, sar e. Wan salan, nizanim ji bo çi dawet hema li payîzê çêdibûn? Wekî aniha salonên dawetan jî, kesekî kirê nedikir, û ji çanda xwe jî dûr neketibûn. Her tişt kurdewarî bû. Bêdengî, êvar û dawet xelas dibe. Berbû belav dibin, diçin malên xwe. Dibe sibeh, şingeşinga kevçiyên çayê û kufletek li ser taştê. Teyba li odeya birayê min; ew odeya zavatiyê bû. Berê kî bizewiciya hetanî çend salan, di nav malê de bû. Îcar gava ku pirsgirêk derketina an deynê zêran, deynên firaxên bûkê xelas bibana, ji malê ciyê dibûn. Hetanî çendekî jî, şûna bira, bûkê û zarokan li malê xuya dikir .Carinan jî, cihê razanê fireh dibû. Di şûna ku şeş heb li odeyekê razên, mal firehtir dibû . Aniha kî dizewice, piraniyên wan di cê cî de, di nav malê de najîn. Li gorî min, ev ji berê xweştire, ne dilê kesî ji hev dimîne û ne tiştek. Lê ev mesele bi aboriyê re girêdayî ye. Ev tesîra aboriyê ya li ser civakê ye. Ji xwe pir tişt, bi aboriyê ve girêdayî ye. Mesela Ewropa tang û topan, sîlehan difiroşe welatên Rojhilata Navîn. Gava şer bisekine, aştî were wê aborî çawa bimeşe? Ji ber vê ye, ev şer li dinyê hê jî didome . Hê jî, bi sîlehên kîmyewî keç û xortên wî Welatî tên fetisandin.
Pênûsa min vê carê, li kaxizê dinêre û dibêje, "Vî, xwe ji ku avête ku". Hemû sûcê van hevalên mîn ên Ewropayê bû. Ev çend saetê wan bû galegalê dikin û bûye sibeh hê jî, sohbetê dikin, bi dengekî bilind li stranên zimanê xwe guhdarî dikin. Ez berê xwe bidim welatê xwe, zarokatiya xwe. Li stranên şoreşa welatê xwe guhdarbikim: "Bo çi çavên te têr û bar nabe? Ma rûkê dinyayê têra te nake? Pêr Nagazakî, Hîroşîma...Doh li Wîetnamê...Û îro li Kurdistanê... Ma Helebçe hindik e ?" Bi vê strana li ser Helebçeyê, min navê Helebçeyê bihîstibû. Şivan Perwer, berî stranê dengê xwe li helbestê ber dida. Bi hînbûna çîroka stranê, hêrsa min û kîna min zêdetir dibû. Aniha dibejim: "Kurdistanek me hebûya, em nedihatin kuştin." Lê Nagazakî, Hîroşîma û hwd. tê bîra min. Ew jî, bi bombeyên nukleerî atomê hatibûn qetilkirin. Gelo mesele bê welatî ye? Kujer yek e, welat hebe jî, tune be jî kujer heman kujer e: Kapîtalîzma modernîst e, bejewendî ye.
Hibra min: "Tu ji dev van analîzan berde. Te digot stran." Wî kufletî kamyonek zer kiribûn, destpêka salên 2000'an bezirganiya mazotê pir dibû. Heman caran, derîyê sînorî bi navê xwe Xebûr dihate girtin. Kamyonên rengo rengo, li bêndera gund kom dibûn. Xelkê, digotin: "Navbera Tirkî û Seddam Husên nexweş e." Ne digotin navbera Tirkî û Iraqê. Navê kujerê Helebçeyê digotin. Lê mesele dîsa kurd bûn, mesele dîsa mêtîngerî bû. Gava ku aboriya kurdan xweş bibûya, wê bêhtir xwedî li mafên xwe yên din derketana. Lê desthilatdaran dixwest, wan bi birçîbûnê terbiye bikin. Berî ku derî bê girtin, birayê min ji seferê vegeriyabû. Min û birayê xwe yê biçûk bazdabû pêşiya kamyonê. Wî berê xwe dabû pereyên hesinî; min berê xwe dabû teyba kamyonê. Kaseta ser teybê, li hewşa malê olan dida: "Temirandin Heyva me! Tarî kirin Roja me! Tirs xistin nava me. Pelçiqandin dilê me." Ew deng li ber guhê min bû; lê wê çaxê min bîra ku ji birayê xwe re bêjîm: "Kî vê stranê dibêje?" nedibûm. Hetanî salekê ku ji odeya gundî kalikê min heman stranê olan dabû: "Hetanî cîhanê tenê kurdek hebe, ev agir natemire." Min dît ku Hemê Hecî, vê stranê dibêje û navê stranê Meşa Azadiyê ye. Li wî welatî hê jî, Şoreş berdewam e, stran hîn jî tên gotin.
(Wê bidome...)
Ji bo guhdarîkirinê: