Dr. Cewad Bêdanî*
Gerînendeyê Peymangeha Lêkolînên Kurdî ya Iraqê Dr. Cewad Bêdanî gotarek ji Rojnewsê re, der barê pêşdeçûnên li pey serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li DYA’yê, encamên vê serdanê, her wiha nîqaşa li ser ‘Şama Nû’ û lidarxistina civîna sêalî li Urdunê, nivîsî.
Kazimî li DYA’yê ji hêla rêveberiya Trump û hin ji Partiya Demokrat mîna Serokê Parlamentoyê Nancy Pelosi û hejmarek karsazan hat pêşwazîkirin. Piştî vegerê Kazimî daxuyand ku konseyeke Şam a nû ava bike, tê de Misir, Urdun û Iraq heye. Ew jî berî li paytexta Urdinê Umanê lûtkeya serokên her sê dewletan li dar keve, pêk hat. Her wiha ji Misrê pirbûna şêniyan, ji Iraqê petrol û ji Urdin xeleka peywendiyê ya girîng, sûdewar e.
BLOKA EREBAN
Berê di salên 80’î de bi serkêşiya Sedam Hisên bloka erebî çêbû û tê de Iraq, Urdun, Yemen û Misir hebûn. Vê blokê gelek civîn li paytextên van dewletan lidarxistin, lê piştre bi sedema êrîşa Sedam Hisên li ser Kuwêtê hilweşî. Tê zanîn ku cihê vê blokê ya hêza darayî ya Iraq û karkirina şêniyên Misrê bû. Zêdetirî mîlyonek karkerên Misrî li Iraqê dixebitin. Di şerê Iraq û Îranê de 3 mîlyon karkerên Misrî ku li Iraqê dixebitîn derbas kir. Urdin jî xeleke gihandina her du dewletan bû. Her wiha Yemenê jî li ser tengava Bab Mendib serwer bû û hêza wê ya aborî hebû. Ev blok mîna bersivekê ji Meclisa Hevkarî ya dewletên Kendavê re bû.
Pirsa di vir de, gelo Şama Nû ya ku Kazimî ragihandiye mîna Bloka Erebî ya ku Sedam Hisên ragihandiye ye, ku hedefa wê sekna li hember Hevkariya Dewletên Kendavê piştî redkirina wê ya tevlêbûna Iraqê ye. Gelo ma Iraq careke din tevlêbûna Meclisa Hevkarî ya Dewletên Kendavê pêşkêş kir û Kendavê careke din red kir?
Li gorî daneyên heyî, Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Kendavê di krîzeke xeternak re derbas dibe, ew jî ji ber nakokiyên Qeter û Îmaratê yên serwerkirina li ser herêmên sînor, nakokiyên di navbera Erebistana Siûdiyê û Qeterê de, nakokiyên nixumandî yên Îmarat û Erebistana Siûdiyê, nakokiyên di navbera Îmarat û Uman û tawanbariya Îmaratê ji bo sîxuriya li ser berjewendiyên Umanê ye. Ji lew re li gorî daneyên heyî ev hevkarî di rewşeke metirs, tevlihev û nakokiyên mezin re derbas dibe, tevî ku Kuwêtê hewl da zingarê ji ser rake, lê bi binek û di rewşa xwe ya felcê de ma.
STÛNÊN ROJHILATA NAVÎN
Dema Kazimî vegerî û Şama Nû ragihand, ev tê wateya piştevaniya Amerîkayê ya vegerandina rih ji vê rêxistibûna sêalî ya li gorî rêxistibûna Amerîkayê bi rê ve diçe, wergirtiye. Ji ber ku tê zanîn ku Iraq û Urdin hê jî di bin sîwana Amerîkayê de dijîn, her wiha Misir jî alîkariyan ji DYA’yê werdigire. Kes nikare înkar bike ku Misir, Iraq û Sûriye stûnên Rojhilata Navîn in. Wê demê çima Sûriye hat bidûrxistin û Urdin li şûna wê ye, tevî ku giraniya Urdinê ya aborî û hejmara şêniyan jî tune ye?
Hin dane hene ku DYA siyaseteke nû ya bi hewldana kişandina Iraqê û nêzbûna bi Îsraîl û geşkirina têkiliyên di navbera wan de, pêk tîne.
TÊKILIYA IRAQ Û ÎSRAÎLÊ
Bi rastî, hin nîşane hene ku bi rêya balyozxaneya pêşbîn a ku Îsraîlê li Bexdayê vekiriye û êdî cihê xwe digire, eşkere dibe ku hin xetên têkiliyê di navbera Iraq û Îsraîlê de hene. Her wiha hin çînên Iraqê vê yekê pêşwaz dikin. Gelo avakirina têkiliyên di navbera Iraq û Îsraîlê de li hember Îran û Tirkiyê tê plankirin? An jî hedef jê danîna xetên gazê ji Iraqê ber bi peravên Tel Avîv, Heyfa re û di Urdinê re derbas bibe? Di rastiyê de ev alî ne eşkere ye. Lê belê nexşeyek heye, vê diyar dike yan jî hin nîşane hene dibe em xwe bispêrin wê ku têkiliyek di navbera Îsraîl û Iraqê de di demeke nêz de çêbe. Bi taybet piştî Kazimî însiyatîfa xwe piştî serdana ji Washingtonê re ragihand û dibe ku şewqa kesk ji DYA’yê biribe.
Bi awayekî giştî gel vê yekê red dikin, Kazimî jî nikare ji vê hêmanê xafil be. Her wiha hêzeke çekdar li hember avakirin an jî pêşxistina tu têkiliyan bi Îsraîlê re heye. Wê demê di van xelekan de tevlihevî heye û pêwîstî bi eşkerekirina lîstikên li herêmê pêk tên heye.
Ez dibînim ku hedefên ku ev nexşe li ser hatine avakirin, stratejî ne û li gorî sînordarkirina serweriya Îranê li Iraqê û sekna li hember astengiyên ku Îran hewl dide li ser pergala Kendavê ferz bike heye, ew jî bi rêya sekna li hember Iraqê ye. Di heman demê de zêdekirina ferzkirina dorpêşa li ser rejîma Sûriyê û îstîfakirina wê bi rêya çembera Iraq, Tirkiye û Urdinê.
Ne pêkan e bi awayekî baş li ser hûrgiliyên serkeftina vê planê biaxivin. Ji ber ku dijwar e ku têkiliya Îran û Iraqê bi vê girêbesta lez rakin. Her wiha di tecrubeyan de hat diyarkirin ku hevrikiya Iraq û Misirê gelek peymanên di serdema melekî de di dema yekbûna Sûriyê û Misirê de hatin rakirin. Lê Iraq û Urdinê yekîtiya Haşimî ragihand. Ev dane ji me re nelihevkirina di navbera dewletên Iraq û Misirê de diyar dikin. Her wiha nelihevkirin jî dê bandoreke neyînî li têkiliyên wan bike. Tê dîtin ku Sedem Hisên di avakirina yekitiya Ereban de bi bin ket û texmîn dikin ku tu têkilî di vî alî de dê çarenûsa wê mîna yên berê di 1963’yan de binkeftî bin, di dema dan û standinên Misir, Sûriyê û Iraqê ji bo avakirina yekitiyê çêbûne û bi bin ketine. Lê piştre hikumeta Baas hewl da, her wiha Sedam Hisên jî hewl da têkiliyên bi Misirê re geş bike û gelek piştevaniyên aborî pêşkêş kirin.
EV PROJE BI SER NAKEVE
Lê pêşbirka serokatiya dîrokî tu encaman bi xwe re neanîn, lê DYA hewl dide Iraqê vegerîne hembêza erebî, lê ev hembêz balê nade Iraqê û ber xwe ve nakişîne. Ew jî bi sedema cudahiya hawîrdora bawerî ya di navbera hembêza erebî û gelê Iraqê de ye ku ev pêk nayê. Ji lew re texmîn dikim ku ev proje bi ser nakeve. Ez dibînim ku hedefên ku li ser ev nexşe hatiye avakirin, stratejî ne û li gorî sînordarkirina serweriya Îranê li Iraqê û sekna li hember hewldanên wê yên ferzkirina li ser pergalên Kendavê bi rêya sekna li hember Iraqê ji van astengiyan re ye.
*Ji Rojnewsê hatiye girtin (26.08.2020)