logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiştên dîtir

  • Dîrok: 18/05/2022
Gava bihar tê û dol û newal dixemilin, li lalê me kela dilê mirovan radibe û pê li palîyan siwar dibin.
Bayê gelî li mirovî radibe. Bayê çiyayan gava li serê mirovî xist êdî erd bi esmanî bikeve jî çi kes nikare mirovî bigire, îleh divê mirov biçe pincarçinînê.
Bihar, li nik me berî her tiştî terazinên kêrsyan, panavên newalên kûr e. Çimkî li van deran; rêvas û kivark, mendê û siyabo, karî û lûş şîn dibe.
Bêhneke dî ku li salonên dûr, li wan bajarên li qeraxê behran dengê strana “darhejîrokê” tê tefandinê, jinên biskbadayî, mîna dêle pilingên çiyan, parzûnkên xwe dane nav milên xwe û ber mil û palên çiyê ketine. Xurcik heta nîvro tijî sîyabo bûye jî.
Sîyabo, serbarê hemî pincaran e. Bêyî nan dibe lê bê sîyabo nabe, nexasim jî li deşta Geverê, di nav xelkê Geverê de serpişka hemû pincaran her ew e. Ew ne tenê serpişk heman wext şêrpişk e jî. 
Ji aliyê din ve li Amedê tîma bajêr, Amedspor di play-offê de têk çû û dilê me mîna belgekî qurmiçand.
Ji bo terefgirên wsha bi coş û sergerm bêguman leyîzeke wisa qels, cihê xembariyê ye. 
Heçî Colemêrgî ne ji siyaboyê bêhtir kêfa wan bi hingedanê tê, heçî Gûzereşî ne ew miriyê karî û qaşimê ne, lê bêguman hemû jî siyaboyê datînin ser ser û çavên xwe. Heçî Geverî ne, bê sîyabo naçin mala cîranan jî û heke siyaboya wan nebe, çu carê mêvanan qebûl nakin. 
Di ber çinîna sîyaboyê re darhejîrok tê gotinê. 
Di ber strîna darhejîrokê re sîyabo tê xwarinê.
Di ber xwarina sîyaboyê re maça Amedsporê tê temaşekirinê.
Di ber temaşekirina maçê re hejîr û sîyabo tên rêtinê..
Axir. Çîrok dirêj e. 
Aniha li warê me bihar e, gulan e; gulêna erd û esman e. Av rabûne, robar har bûne, newal kemilîne. Sîyabo şîn bûye, rêvas gihîştine. Heliz hatiye ber dirûnê. Û darhejîrokan kate daye. Bîşî têr av bûne. Dehl tarî bûne. Zikê xwezayê li ber kepî ye. 
Di vê qir û qiyametê de nivîskar bi inyad hê jî di kurdî de israr dike.
Qelemo bêje bêje
Derdê te pir dirêj e
Tu hibra xwe birije
Derman ke ruhê qirêj e

Bi kurt û kurmancî
Em ketine ber ba û boranekê
Berê me li pal û kendalekê

Hin Nivîsen Nivîskar

Badînî

  • 10 Pûşper 2020

Bayê sermedarî ji bakur ve dihat bayê badînî ji başûr ve. Em di geliyekî kûr de, çarmendor bi çel û çiya mil di mil de. Peyv ji...

Li ser Weşangeriya Kurdî li Bakur

  • 07 Avrêl 2017

Min divê li ser weşangeriya kurdî ya li vî berê welatê me, çend gotinan li vê derê bibêjim.Wekî tê zanîn, gava li berekî welatê me, livyaneke...

Kurdî di rastiyê de “tune” ye

  • 24 Rezber 2024

Ji bo guhdarîkirinê:   Ez zanim, ev sernivîs qirçeqirçê ji didanên we tîne; hûn heq in, ez bim dê qirçeqirçê ji didanên min jî bîne. Nexwe min çima pel bi zimanê xwe na û bi sernivîseke wsha xwe avêt...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnamegerên kurd hatin berdan (Hat nûkirin)

ad

Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin

ad

Nîzamî Gêncewî kî ye, çima Nîzamî?

ad

Malpereke ji bo zarokan: Zarokname vebû

ad

Biyotîk: Dîrok, komele û zagonên wê

ad

2018: Salnameya Putin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname