WERGER: EBDELAH ŞÊXO
1-
PÊŞEK:
Biyotîk (sincejîn), çarçiveyek hizirî ye ku tê de teknîkên nûjen yên bijîşkiya jîndarî, hewil didin ku lêgerîna zanistî û rêzgirtina rûmeta mirovan li hev bînin û nêzîkahiyê di navbera her duyan de peyda bikin. Lê belê ev werara lezgîn ya zanistên jînê pirsin sincî û civakî li dora "weyna" bijîşk û lêkolîner û felsefevan û mafnas û hemwelatiyan, tev dan, û derxistin holê. Ew pirs jî girêdayî ne bi lihevkirina li ser sînorê desttêkirinên mirov di mijarine hestiyar de mîna mijara cînan de, şaneyên tuxmdarî, emeliyatên dazayînê yên pêşamadekirî (zarokê taqîlûleyê), dîsan çalakkirina zûzayan (nûzayên ku berî çaxê xwe dizên), tîmarkirina êşdêr û mirina dilovan.
2- DÎROKA BIYOTÎKÊ:
Ji salên 80'yî ve, wuşeya (éthique) hevyaztir e (di bikaranînê de) ji wuşeya (morale) ku bi wateya sincê tê. Wuşeya (éthique) jî, ji peyva girîkî (ethos) tê, ya ku bi wateya "daman" yan "bikaranîn" yan "reftar" tê. Û wuşeya (bioéthiaue)'a fransizî bi xwe (bioethics)'a îngilîzî ye.
Bo yekem car, zanyarê bijîşkiya penceşêrê yê amrîkî Van Ransêlêr Potter (Van Rensselaer Potter) di sala 1970'î de, di gotarekê bi navnîşana: "Biyotîk, zanista mayînê" (Bioethics, science of survival) de, ev wuşe bi kar anî. Potter di gotara xwe de d'anî ziman ku ramîna pêwîst di bikaranîna zanistê de, li gorî zanînê dereng e; û ev yeka han me didehfîne ber bi damezirandina warekî nû ku di jînzanî û nirxên mirovane de (bi hev re) bikoşe. Li ser vê yekê jî, biyotîk, weku warekî ramînê , di sala 1945'an de hatibû avakirin, ew jî di rêya doza (Nuremberg)'ê ya dadgerî de, ya ku darizandina taqiyên naziayn yên bijîşkî jê re hatibû spartin.
Û li gorî agahiyên derbazbûyî, astên mezin yên ku hino-hino çarçiveyek ji qewîtiyên ku doza lidarxistina lêkolînên lênerînane dike, piştî CCD (Cenga Cîhanê ya Duyemîn) derketibûn holê. Di vî warî de, biryara dadgeha leşkerî ya navneteweyî, di nava xwe de zagona ku nuha bi zagona Nurembergê tê naskirin, dihewîne. Çimkî ev deqa han pergalên pêşîn yên ku hewildana parstina kesan di nava lêkolînên bijîşkiya giyanewerane de, diçesipîne û dipeyitîne. Û ew bi vê yekê dibe zagoneke damezirîner ji biyotîkê re, çimkî vê zagonê, bi rengekî fermî, û li ser asteke cîhanî "arîşeya" qayilbûna viyanî ( anku ya dilxwazane) ji hêla beşdaran, berî pêkanîna çi taqiyê, sazand û tîmar kir. Li aliyê dî, zagonê bal kişand li ser pêşketina zanistê, û ev yek ron kir, û pêwîstî dît bi çarçivekirina wê, û bi pêdiviyeke gerdûnî bo avakirina desthilatîne xwedî taybetmendîne curecureyî, û xwedî şiyanine dadgeriyane û serbixwe.
Li hêla dî, civînên salane yên rêxistina bijîşkî ya navneteweyî (l'Association médicale mondiale "AMM" ) bi hûrgilî li ser lêvegerînên girêdayî zagona Nuremberg'ê disekinin. Çimkî danezana Helsinkî ya 1964'an (Helsinki 1964) hêmayin sincî berhev kir ku armanca wan hêmayan ew bû ku qewîtîna peyda bike da ku rênîşanêriya bijîşkan û lêkolîneran bike di bijîşkiya jînzanî de. Û daxwaz kir ku çi taqiya ku ê li ser mirovekî pêk bê, xweş bê ronîkirin û sînorkirin di civînekê ji civînên lêkolîna zanistî de. Çimkî kamuranî û dilxwaziya yê beşdar di van lêkolînan de divê bi ser kelk û sûdên zanist û civakê bikeve.
Û ji dema ku danezana Helsinkî hatiye pesendkirin, ew heft caran ketiye bin lêvegerîn û lênêrînê de: Tokyo 1975, Vînîsiya 1983, Hongkong 1989, Somersita Rojavayî 1996 (Somerset West 1996), Êdinborg 2000 (Edinbourg 2000), Waşînton 2002 û Tokyo 2004. Û pişt re, deqin cîhanîne din di vî warî de li pey hev hatin. Nola danezana Manîl (Manille) ya ku rêxistina tendirustiya navneteweyî (OMS) û civata rêxistinên navneteweyî ji bo zanistên bijîşkî (CIOMS) di sala 1981'ê de ew dariştin. Û ew bi taybetî girîngiyê dide rêzgirtina hêmayên sincî di dûgelên nûgeşende de.
Û li ser dirêjahiya vê demê gellek hetîketiyên girêdayî lêkolînin ku li ser mirovan hatine çêkirin, li DYA'yê (Dûgelên Yekbûyî yên Amerîkayê), belav bûn. Û ev kêşeya han "dehfek" xurt da hizirîna biyotîkî û weyneke mezin lîst di damezirandina amûrine çavdêriyê de. Ji nava wan hetîketiyan: lêkolînek vedigere salên navbera 1932 û 1972'an de, di başûrî DYA'yê de. Ev lêkolîn li ser du amerîkiyên kokafrîkî bû ku vedigeriyan çînine xizan. Ev her du amerîkî bi nexweşiya firengiyê (syphilis) ketibûn, û firengiya wan sivik bû. Lê ew dihatin dermankirin wekî ku di asteke dawîn de bin ji nexweşiyê, û nedihatin dermankirin bi dermanên dijjîndar (antibiotic). Û di encama vê hetîketiyê de, desteya niştimanî ya parastina xweyên mirovîn di warê lêkolînên bijîşkiya jînzanî û reftarî de, di sala 1974'an de, li DYA'yê hate damezirandin. Û di sala 1978'an de, desteyê daxuyanînameya Bêlmont (Belmont) derand, daxuyanînameya ku hêmayên sincî yên ku divê her taqiyek ku li ser mirovan pêk tê, xwe pê ve girê bide, pêşkêş dike.
Li hêla dî, li ser asta lêkolîna bingehîn, yekem ramîna bipergal di warê bijîşkiya jîndarî de, di Reşemiya 1975'an de di Azîlomar (Asilomar), li DYA'yê, derket holê. Li wir, 140 zanyarên ku ji tevahiya cîhanê hatibûn, civiyan, û karûbarên xwe yên girêdayî (ADN) 'a ji nû ve sazandî û metirsiyên tîmarandina cînî ya destane, bi rê ve birin û gengeşî li dora wan kirin. Di vê navê re, têgihiştinek bi mezinbûna berhingariyan li cem zanyaran cêbû. Û vê yekê ew dehfandin ber bi vexwendina sinczanan da ku bi hev re li ser van mercaniyan (şertaniyan) rawestin. Û bi vî rengî mijara biyotîkê bû cihê dan û standinê di navbera pisporî û pîşeyine hemîreng de. Ji wê demê de biyotîk weku arîşeyeke cîhanî xuya bû ku ji hemû gelan re girîng e; ji ber ku ew mercanî, mercanîne giştî û demokirasiyane bûn, û lêpirsînek bû ji bijartinên civakî re.
Di salên 80'yî de, li Fransa wekî ku li welatên pêşketîtir jî, bi pêşveçûna zanist û teknîkê re (bi taybetî di warên zayîn û cînên paşmakdar de), pirsên sincî û civakî û zagonî xwe bi xurtî pêşkêş kirin. Û ev nûbûyerên han pêwîstiya vedîtina rêyine nû derxist pêş ku tê de rûmeta mirov û laşê wî bê parastin, û rêz ji jiyanê re bê girtin (ji destpêka wê û heta bi rêzgirtina mirinê). Û van mijaran bi xwe peyitandin ku civak pir pêdivîdar e ku gengeşiya wan bike û peyitandin ku civak pêdivîdarê zagonandina (bizagonkirina) wan e jî. Û weku bersivekê li ser van pêdiviyan, komeleyên sincî hatin avakirin.
3- KOMELEYÊN SINCÎ Û BIYOTÎKÎ:
Ji bijîşk, felsefevan, zagonnas, civaknas û zanyarên din, tê xwestin ku bi hev re, di têkiliya mirov bi zanistê re, biramin, û bi taybetî di çarçiveya komeleyên biyotîkî de. Û komeleyên sincî boçûnên xwe pêşkêş dikin piştî ku piştrast dibin ji mîhengên parastinê û ji agahdarkirina kesên beşdar û ji girîngiya projeyê bi giştî. Û yekem komeleya sincî (Ethical) di sala 1961'ê de, di nexweşxaneya Siyattil (Seattle), di DYA'yê de, hate damezirandin. Vê komeleyê girîngî da kêşeyên girêdayî teknîkên dawerivandina xwînê bi şêweyekî pîşesaziyane û amadekirina çalakiyên bijartina nexweşên guncan ji bo wê tîmarkirinê. Û li Fransayê jî karê sincî xurt bû. Çimkî li Fransayê, di destpêkê de, di sala 1975'an de, lêkolîneran bi xwe komeleyine sincîne herêmî di amojgeha niştimanî ya tendirustî û lêkolînê (Inserm) de, ava kirin, û pişt re, komeleyên sincî di nexweşxane, tendirutîgeh û xeynî wan ji amojgehên lêkolînê û saziyên zanistê weku (INRA, CNRS) 'ê de, ava kirin. Armanca bingehîn ya van sazî û komeleyan ew bû ku girîngiyê bidin hêla mirovîn di tîmarandinê de, û di lêkolînên bijîşkî û jînzanî de.
Yekem komeleya sincî ya niştimanî li Fransayê, di 23'yê Reşemiya 1983'an de, bi fermaneke serokiyane, ava bû; ew jî komeleya sincî ya rawêjkarî ya niştimanî di zanistên jîn û tendirustiyê de ye (CCNE). Karê vê komeleyê bi kurtasî ev bû: "pêşkêşkirina nêrînan di kêşeyên sincî de, û di pirsên civakî yên ku di encama pêşketina zanînê di warên jînzaniyê û bijîşkiyê û tendirustiyê de, derdikevin holê". Û boçûnên vê saziya rawêjî dikarin bên peywirdarkirin di rêya endamekî ji her 39 endaman re, yan di rêya endamên hikûmetê re, yan jî di rêya saziyekê re ku naskirî be bi sûdeweriya xwe ya giştî, û çalakiya wê ya bingehîn: lêkolîn, pêşketina teknolojîk û werarbûn û parastina tendirustiyane be.
Pişt re, komeleyên sincî yên niştimanî, li pey hev, li Ewrûpayê ronahî dîtin (Almanya, Otriş "Nemsa", Beljîka, Danmark, Fînlanda, Yunanistan, Îtalya, Hollanda, Portugal, Brîtanya Mezin û Swêd). Û li ser asta cîhanî de jî, komeleyîn sincî berhema destpêkeriyên rêxistinên navneteweyî yên nêzîkî van komeleyan bûn, wekî komeleya cîhanî ya biyotîkê (CIB) ya ku Yûnêsko (Unesco) ew di sala 1993'an de damezirand .
Koma ewrûpî ya sincî (GEE) ya ku desteya ewrûpî ew di sala 1997'an de damezirand, defşeyek ji boçûnan derand ku desthilatiyên civakî bi temamî li pey çûn. Û pê re civata ewrûpî defşeyek ji karan di vê çarçiveyê de da destpêkirin, dema ku xwedî li gellek pêşniyar, qewîtî û çareseriyan, derket. Û di vî warî de, û bi rengekî taybet, komeleya AD OK (AD HOC) da damezirandin, ya ku di sala 1992'an veguherî komeleya ku biyotîkê dimeşîne (CDBI).
(CCNE) defşeyek ji boçûnan li ser mijarine curecureyî, belav kir, nemaze hevşûkirina pîşesaziyane, taqiyên ku li ser patromekirinên nû çê dibin, mirina dilovan, guhdana berî dazayînê û vegerîna li zagonên biyotîk û pizan (fetuses). Ev kar û kargeriyên hizrî bandoreke mezin li zagonên Tîrmeha 1994'an kir. Û ew bi xwe yek ji lêvegerînên bingehîn e yên dadgeriya fransizî di vî warî de. Lê belê zagonên Tîrmeha 1994'an ji ber xwe ve wilo nehatin, ji ber ku gellek zagonên girêdayî arîşeyên sincî berî wê hatibûn derandin, wekî zagona Vêyil (Veil) sala 1975'an, û zagonên [derçûyî] li ser lêgerîna bijîşkî ya jîndarî ya ku kes bi tena serê xwe pê ve radibin.
4- ZAGONÊN BIYOTÎKÎ:
A- LI FRAMSAYÊ:
Li Fransayê, çar zagonên bingehîn hene, ew jî ev in: zagona Huriyêt-Sêruskla (Huriet-Sérusclat) û her sê zagonên "biyotîkê" yên ku di Tîrmeha 1994'an de hatine derandin.
ZAGONA HURIYÊT-SÊRUSKLA:
Zagona 20'ê Berfanbara 1988'an ya ku bi zagona Huriyêt-Sêruskla tê naskirin, zagoneke taybet e bi parastina kesên ku daxwaza lêkolîna bijîşkî ya jînzanî dikin, û ev zagon girêdayî ye bi hemû hewildan û taqiyên ku di bin roniya pêşketina zaniyariyên jînzaniyane û bijîşkiyane, çê dibin. Ev zagona han bû sedema damezirandina komeleyên rawêjkariyê yên ku girîngiyê didin parastina kesên ku daxwaza lêkolîna bijîşkî û jînzanî dikin (CCPPRB).
- ZAGONÊN BIYOTÎKÊ YÊN SALA 1994'AN:
Her sê zagonên biyotîkê yên ku di Tîrmeha 1994'an de, derçûn, hêmayên parastina kesên beşdar datîne, û rêbazên birêxistina desteya pisporiyên bijîşkî (weku alîkariya dazayînê, çandina endaman… HWD), mîheng dike. Zagona 1'ê Tîrmeha 1994'an girêdayî ye bi hûrnêrîna di daneyên nîşankirî di lêkolînên tendirustiyê de, lê her du zagonên din yên Tîrmeha 1994'an, di rêza yekemîn de, girêdayî ne bi rêzgirtina laşê mirov, û di rêza duyemîn de, girêdayî ne bi paredan û bêşdana endamên laşê mirov û bi bikaranîna wan, û di rêza sêyemîn de, girêdayî ne bi alîkariya bijîşkî di dazayînê de, û di lênerîna pêşemîn de.
Û piştî xwedîderketina li zagonên sala 1994'an, teknîk bi rengekî xurt û dîtbar pêş ketin, wekî ku nimûneya jibergirtinê (jibergirtina bûneweran) vê yekê raberî me dike. Û ji ber pêşveçûna teknolojiya jînzanî, kêşe û qeyranin di xwezayê de, derketn holê. Û ev yeka han hişt ku pirsîna li ser pêşketina jibergirtina hevşûkirinane [ji binemala] guhandaran ji gengeşiyên parlementê bêne derandin, çimkî di gellek caran de dore ye (nepêkan e, estem e). Pêşketina vê teknîkê ji me re peyitand ku mirov nikare pêşbîniya pêşveçûna zanistê bike, yan jî çarçiveya wê nas bike. Çimkî jibergirtina miha bi navê Dolî di sala 1997'an de ya ku demekê bû mijûlahiya amyarên ragihandinê, nîgeraniya boçûna giştî ya navneteweyî li ser rûmeta mirov û tuxmê wî, tev da.
Lê belê lêkolînên ku niha li ser şaneyên cînî yên ajelên mîna mişk têne kirin, asoyine fireh vekirine ji bo veterisîna ji nexweşîne ku hîna hêviya wê ya veterisîn û arimînê peyda nebûye. Lê di heman demê de kêşeyine girêdayî bi arîşeya "pileya piza mirovîn", pêşkêş dike. Û ji bo wilo, vegerîna li zagonên 1994'an bû pêwîstiyek .
- ZAGONÊN BIYOTÎKÊ YÊN SALA 2004'AN:
Li ser ku zagonên 1994'an her pênc salan dihatin payîn, lê bûn mijara gengeşî û hevaxaftinine dûvdirêj û bengîtiyeke mezin (û bi taybetî di mijarên girêdayî lêkolînên ku li ser pizên ku şêwazê mê û nêran "les embryons surnuméraires" digirin, û yên girêdayî afirandina pizan bi armancine lêkolînane û yên girêdayî bi jibergirtina veterisandinane û serbarane "bêhtirkarane"). Û di dawiyê de, û bi derengxistina pênc salan, Fransayê çarçiveyeke zagonî î nû ji bo hûrnêrîna li desteya pirsên biyotîkî yîn girêkdar, damezirand.
Projeya zagona ku komeleya niştimanî di 8'ê Tîrmeha 2004'an de, pejirand, mercecek taybet danî ku tê de jibergirtin weku tawanekê li dijî zayenda mirovîn tê berisandin (hesibandin), û lêkolîn li dora bizên mirovîn bi rengekî vebirrandî, sînorkirî ye. Û ji ber vê sedemê, pêwîstî bi avakirina ajanseke niştimanî ji bo bijîşkiya jînzanî, hate dîtin. Û ev ajans dê bibe taybetmend di warê çandina endaman, serbarkirinê, pizzaniyê û paşmakzaniya mirovîn.
B- DI EWRÛPA Û CÎHANÊ DE:
Pirahiya dûgelên ewrûpî jî, ji dawiya salên heştêyî ve, zagonên di warên zanistên jînê de derandin. Û ev zagon, li derveyî dijberiyên ku bi dîrok û çanda her dûgelekê ve girêdayî ne, wergerînek e ji girîngdayîna gera li xaleke hevsengiyê di navbera pêşketina bijîşkî û zanistî ji hêlekê ve, û rêzgirtina rêbazên sincî yên ku li niyazên civakên me tên, ji hêleke dî ve.
Peymana mafên bingehîn ya ku YE'ê (Yekîtiya Ewrûpayê) di 7'ê Berfanbara 2000'î de, li bajarê Nîsê (Nice) ragihand, jibergirtina serbarkarane, qedexe dike, û rê li ber emeliyatên raafirandina cînî (afirandina kesên bijarte), digire. Û qedexe dike ku laşê mirov û endamên wî bibin çavkaniyek ji qezenckariyê re. Û li ser e jî, "zagona biyotîkê" bi rengekî xurt li ser asta cîhanî belav bû; pêşî di rêya danezana cîhanî ya Cînoma mirovîn (koma cînên ku şaneyê pêk tînin) de, ya ku Yûnêsko di 11'ê Berfanmbara 1997'an de, lê xwedî derket; û pişt re, di rêya imzekirina peymana mafên mirov û bijîşkiya jînzanî de; (peymana bajarê Oviyêdoya "Oviedo" spanî) di 4'ê Nîsana 1997'an, ya ku civata ewrûpî ji hêla dî ve, alîkarî di dariştina wê de kir.
Nîşe: Ev nivîs bi zimanê fransizî di (Microsoft Encarta 2008) de weşandî ye, û min jî ew ji daneya erebî ya ku birêz Mustefa Al-Qel'î wergerandiye, wergerand ser kurdiyê.
***
Wergerên din ên EBDELAH ŞÊXO yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin: