Bayê sermedarî ji bakur ve dihat bayê badînî ji başûr ve. Em di geliyekî kûr de, çarmendor bi çel û çiya mil di mil de.
Peyv ji bêdînî dihatin û li ser destexana me not û neh tizbî dikişandin. Paşê qelem bi sermedî li çirkên hubrê diket û ligel bayê gelîyan bi ser me de diçû xwarê.
Pişta me Colemêrg, ber singa me Badînan bû.
Bayê Badînan pir xweş bi ser me de dihat. Hin caran zîk, hin caran nerm, zîpê me her li ser coxînan ber bayê gelîyan bû.
Peyv ji Badînan dihatin û li geliyên me dinimiya. Li hev digimî. Bayê sermedarî gelek zîk bû û bi çarçeplî li me disurikand.
Me ji mêrgên peyvên Hekarya tîhniya xwe dişikand û hubir çu carê serevraz nedibû, av bû û her demekê sernişîv dibû.
Lê peyv ba bû, ji badînan dihat û xwe di çi gelî û newalan ranedigirt. Ba, çu sînor nas nedikirin. Û hemû bêhn û tîhnên badînî bi xwe re dianîn van geliyên me yên teng û asê.
Peyv ji badînî dihatin lê nivîs qet ji şûna xwe nelebikî. Me stran ji badînî guh didêra lê qelem li kelemên sînoran diket û tê re nediborî. Em li vî perrê derbendan, ew li perrê dî. Ro û robaran bêhna me dibir wira, ba û babelîskan bêhna wan dianî vira, lê nivîs qet berevraz nedibû. Nivîs di xetên sînor de asê dibû.
Peyva me Colemêrgî bû. Co û barên me di ber kerba hubrê sermest dibûn. Em mit dibûn di geliyên ber gelî de. Şax û zixûrên me asê, sermedarên me berz û bala, paxil fireh, ligel vê hiş û mit.
Hema bêje, her kesî ji me îlayî çîrokek li nişîvî hebû, mirovek, mişextek, birayek di wextekê ji wextan ji birayên xwe sil bûye û çûbûye xwe di ber bayên badînan girtiye.
“Xwe” ser zarê wî bûye “xo”, lê “bit” her “bit” maye, peyv her ser reh û rîşalê xwe. Kengî bayêt badînî xwe li ber bakuzîrkên Bexdayê şor kiriye, “xwe” çûye bûye “xo”. Çimkî di aramiyê de “xê” û “wav” jixweber “xo” tê xwendinê. “Xwe”ya me bûye qurbanî Elîfbêtka “pîroz” a Bexdayê.
Bayê stranên me her ji nişîv dihat. Me Şakiro û Zahiro nas nedikirin heta li Bakur perên deftera nû ya doza kurdî vebûn, bo me dengbêj tenê aqildarên dîwanan bûn. Me bo kilambêjan “lawjebêj”, bo “stanbêjan” jî “stranbêj digot. Nik me Mihemed Arif, Hesen Kirorî, Îsa Berwarî, Xelîl Bakozî “şahên lawjebêjan” bûn.
Em bi eyhotkên pîrepayizokan mezin bûn û stranên dîwankî di koçkên giregiran de xwendingeheke xwemalî bû; me pê berperên dîroka xwe vedidan û çîrok û dastanên xwe ser tevnê wê radiçandin.
Bayê badînî li nav peyvên me digerîya û em bi tiranên xwe tîqûtîk zikopişt diavêtin erdê.
Bi ba-dînî nivîs li me nedihesilî. Hemû peyvên me êk, hemû serpêhatiyên me gel êk, lê belê peyva me ya hubrê duçiq dibû û ba ji nişîv ve dihat lê hubir ji nişîv ve nedihat. Nivîs ber bi jêr e. Sernişîv e û neşêt xwe li çu bend û asêgehên geliyan rabigire. Çavê wê li behrê ye, çavê wê li deştê..
Dengê nivîsa badînî jilel nedihat. Tenê me xemên xwe bi dengê awaz û stranên badînî direvand. Te ji wan bipirsiya, îlayî serê rîsê serpêhatiya wan dihat û xwe digihande nav kavil û koxekî van gelî û bergeliyan. Îlayî xwîn bi xwînê diket, ziman bi ziman digerîya.
Me zû biz û jin ji badînan nedianîn û zû bi zû keçên xwe nedidanê. Bayê badînî li me her piçekî miz, piçekî jî zîk bû. Bara pirtir celebên pezên me zivistana xwe li deştên xwe, refên kewên me çila xwe li germistanên nişîv diborandin. Qaz û quling bi bayê badînan re dihatin ser mêrg û terzaninên zozanên me.
Her malê îlayî nasek badînî tê de hebû, li her taxa badînan jî îlayî mişextekî ji nav “tirka” rexê hekarya hebû. Çîrokên me dox û teşiyên xwe lêk badidan û li hev digerîyan.
Em hemû hekarî, bi stran û peyva xwe hinekî badînî bûn; her weha hemû badînî bi xwê û xwîna xwe hinekî hekarî bûn. Çavên me li nişîvê tixûban, çavê wan li hevrazê tixûban. Berwarî, Mizûrî, Rêkanî, Gulî-Sindî, Pinyanişî, Ertoşî…
Niha zemanê nivîsê ye. Peyvên me êk, nivîsînên me ne jêk… Em dibêjin, “ez ê li kerb û rika xwe deynim;” ew dibêjin, “ez ê danpêdanê li kiryarêt xo bikem” peyvên pêdagir, seqagîr hatine nav tixûbê me, em jî ji kurmanciya evraz her roj hin qalib gotinan deyn dikin lê piranî li bejna me nayên.
Hêj jî gramêra hin qelemşorêt me tenê “bi…ve” û …de da” ye, li badînan jî hezar hezar term û peyvên nenîyas li kirasê nivîsê aliyane û em tênagehin.
Nehetke/niha êdî ne em bi yarîyên wan dikenin ne jî ew bi eyhotkên me mest û dîn dibin.
Nivîsa badînî di ber kendalên geliyên me de asê dibe.
Hindî diçe Hekarya mîna birceke belek, li dûrî hemû per û keviyên dêm û reşahiyan, li zikê oqyanûsa kurdmancî de bi takê tenê ye.
Li ber û pişta xwe geh bayê bakur geh bayê badîn lê dide lê ligel peyvên herdu milan digire ber koşa xwe û dihewîne jî, ne ava wê ber bi nişîv ne jî ber bi evraz diherike.
Ba radibe û perên zîpikan pê dîn dibin!
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê vê nivîsê.