Ji bo guhdarîkirinê;
Na, ne baweriya Şêx Seîd, ne serhildana wî, ne rêxistina ku ew jî yek ji endaman bû, di hemû panelê de herî zêde meseleya “Diranên Şêx Seîd” bala min kişand.
Heta niha xala herî zêde dihat zanîn ev bû:
Şêx Seîd li Pîranê ye dema serhildana wî dest pê dike û li wir serhildanê dide dest pê kirin. Lê rastî ev e ku ew ne ji bo serhildanê, lê ji bo ku ji wir derbasî Elezîzê bibe û li Elezîzê diranên xwe çêbike li wir e. Li Elezîzê diransazên ermen ên jîr hene û ew jî dixwaze here wê derê, diranên xwe çêbike.
Şêx Seîd jî însan e. Bi rastî ji rêberiya mirovan wêdetir aliyê wan ên însanî her bala min kişandiye û dikişîne. Di vê meseleye de jî herî zêde ev xal bala min kişand.
Helbet Şêx Seîd extiyar e, ew jî wekî hemû însanan di wî temenî de dixwaze here diranên xwe çêbike. Ev agahî min nû bihîst û gelek kêfa min ji vê re hat. Loma îro mijara me ev e. Lê werin em ji serî dest pê bikin, ji ber ku ji bilî vê jî agahiyên girîng hene.
Îsal 100’emîn salvegera serhildan û îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Gelek panel û konferans li ser têne çêkirin, yek jê jî 28’ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê bû. Moderatorê bernameyê edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevik, axifger jî dîrokzan-lêkolîner Mahmut Akyurekli bû.
Akyurekli li ser vê meseleyê gelek lêkolîn kirine. “Biryarên Dadgeha Şark Îstîklalê” cara pêşî wî bi dest xistine û kirine pirtûk. Dîsa pirtûka “Şark Îstîklal Mahkemesî 1925-1927” jî pirtûka wî ye. Pirtûkên wî ji Nûbiharê derketine/derdikevin. Di panela nêzî du saetan dom kir de Akyurekli gelek xalên balkêş pêşkêşkirin. Ne yek bi yek lê hinan ezê neqil bikim.*

Kerem bikin:
- Piştî Xalitê Cibrî tê girtin derbarê Şêx Seîd de jî lêpirsînê didin dest pê kirin. Divê here Bedlîsê îfadeyê bide, lê here wir dê wî jî bigirin. Qeymeqamê Xinisê ku îhtîmaleke mezin ew jî mirûdê Şêx Seîd e jêre dibêje “neçe” û rêyek wisa dibînin, Qeymeqam telgiranê dişîne Bedlîsê, dibêje “extiyar e, nikare were, em li vê derê îfadeyê wî bigirin.” Bi vî awayî xilas dibe. Şêx Seîd piştî ji wir vedigere li ser rêya xwe ji bo serhildana ku dê di meha gulana 1925’an de li dar bikeve propagandayê dike. Ne ku ew bixwe dê serhildanê çêbike.
'DIXWAZE HERE ELEZÎZÊ'
- Ji Tekmanê heta digihîje Pîranê xelkê ji bo vê yekê amade dike, ne ji bo serhildana xwe. Ew dixwaze ji Pîranê here Elezîzê û li wir diranên xwe çêbike. Yanê wê demê serîhildan û filan di plana wî de tune ne.
- Wê deme hemû leşkerên heremê kurd in, serbaz jî kurd in. Amadehî ew e ku di gulana 1925’an de li Şemzînanê di bin pêşengiya Seyîd Ebdulqadir de serhildan çêbibe û van deran û herêmên din piştgirî bidinê.
SEYÎD EBDULQADIR LI BEYTULŞEBABÊ BI SER BIKETA...
- Ger Seyîd Ebdulqadir bikariba biçûya Beytulşebabê û serhildan bida dest pê kirin eşîrên li Başûr jî dê beşdar bibana. Şêx Seîd jî ji bo vê yeke mirûd û alîkarên xwe amade dikirin. Cihê diçû li ser vê diaxivî. Di serhildaneke wisa de, Seyîd Ebdulqadir bi ser biketa, niha belkî me li Kurdistanê panel çêbikira. Meseleya ku dibêjin “Tevgera Beytulşebab” ev e. Jixwe wê deme Îhsan Nûrî Paşa û ewên din telgirafê şaş deşifre dikin, ji artêşê vediqetin û tevger bi ser nakeve.
- Tevgera Azadî ji ber meseleya Beytulşebabê eşkere dibe, rêberên wê têne girtin, dixwazin Şêx Seîdî jî bigirin, loma ew naçe Bedlîsê.
ŞÊX SEÎD JI BELAYÊ DIREVE
- Her cihê ku Şêx Seîd diçe kê gelek xelk tê pêşberî wî. Bi girseyî pêşwazî li wî dikin. Li Pîranê di nav gelê hatiye pêşwaziya wî de çend fîrarî jî hene. Leşker dixwazin wan bigirin, ew jî dibêje, “Di nav urf û edetên me de tiştek wisa nîn e, ez ji vir derkevim, hûn bigirin.” Ne ku ji bo serhildanê li wir e. Jixwe li dora wî jî wê çaxê deh kesên bi çek tune ne.
- Şêx Seîd ji bo ji belayê bireve berê xwe dide Licê, lê gel êdî rabûye ser piyan. Gel dibêje qey ew serhildana ku dê meha gulanê de li dar biketa niha li dar dikeve, radibe ser piyan. Gel navçe û bajaran desteser dike. Jixwe leşker jî kurd in, hema cih diguherînin, dikevin nava serhildanê.
'ÊRÎŞA ŞÊX SEÎD A LI HEMBERÎ AMEDÊ ŞAŞ E'
- Bi ya min êrîşa Şêx Seîd ya li Amedê şaş e. Serfermandarên Şêx Seîd tune bûn. Yên bi rê ve dibirin oldar bûn, oldarî tiştek din e, serfermandarî tiştek din e. Serfermandar êrîşan, şeran bi rê ve dibin. Bi ya min serfermandar hebûna ji dêvla Amedê, êrîşê Bedlîsê bikirana, ji wir xwe berdana aliyê başûr wê bi ser biketana. Lê serfermandarên wî tune bûn. Ji xwe armanca wî ya ku di wê zivistanê de dest bi serhildanê bike jî tune bû. Bi ser Amedê de meşiyan, winda kirin.
- Piştî vê Şêx Seîd ji bo ji Tirkiyeyê bireve Îranê ket rê lê li Çarbihurê hat girtin.
- Şêx Seîd aliyê wî yê olî hebû, lê aliyê wî yê kurdîtî jî hebû. Em dikarin bêjin karakterê vê serhildanê bi vî awayî ye, ne tenê aliyek e.
Li aliyê din Akyurekli bibîr dixe ku Seyîd Riza jî ji bo piştgiriya Şêx Seîd heta Hozanê hatiye ku wê demê navenda Dêrsimê ew der bûye; ji bo piştgiriya Şêx Seîd telgiraf şandiye Enqereyê, bi Înonu re ji bo Şêx Seîd şer kiriye.
*Not: Ger kesek van agahiyan di roj û demên pêş de ji bo gotar û xebatên xwe bikar bîne, divê navê Mahmut Akyureklî wekî çavkanî binivîse. Min ji panele ev neqil kirin.

Panela "Di salvegera sedsaliyê de Tevgera Şêx Seîd" roja 28'ê pûşpera 2025'an li dar ket.


