Jinên îngilîz qedera îngilîzan guhart
Îngilistan wekî navenda fûtbolê tê hesibandin. Lîga wan Premier Lig jî wekî lîga mezin a dinyayê tê hesibandin lê tîma neteweyî ya Îngilistanê ya mêran ne di Kûpaya Cîhanê ne di Tûrnûvayên Euro de dilê gelê xwe xweş nekirine û her serê tîma neteweyî ya mêran a fûtbola Îngilistanê li ber bû. Û ev qedera ku mêrên îngilîz nekarîne biguherînin, jinên îngilîz guhartin.
Di maça ku favorî alman bûn de ku 8 caran ev kûpa biribûn mala xwe, jinên îngilîz li mala xwe jinên alman destvala şandin mal.
Mead 6 gol avêtin
Mead bi 6 golan tûrnûva temam kir û wekî golavêja tûrnûvayê kûpaya xwe ya pîrozbahiyê girt.
Cara diduyan Sarina Wiegman
Sarina Wiegman kete nava dîrokê. Teknîk dîrektora ji Hollandayê par hatibû ser tîma Îngilistanê. Sarina Wiegman di Euro 2020 a jinan de teknîk dîrektora welatê xwe bû û welatê xwe Hollanda kiribû şampiyon. Hollanda bûbû yekem car dibe şampiyon û ev serketin parek mezin he Wiegmanê bû. Wiegmanê vê carê Îngilistan kir şampiyon û bû teknîk dîrektora jin a ku caran ser hev de kûpaya UEFA ya Euroya Jinan bi dest dixe.
Sarina Wiegman di sala 1969’an de li Lahey hatiye dinê. Di ciwaniya xwe de fûtbol lîstiye. Di navbera 1994 û 2003’yan de li Ter Leede lîstiye. Her wiha di tîma neteweyî de jî forma li xwe kiriye. Piştî 2006’an li heman tîmî dest bi teknîk dîrektorî dike. Piştî serketina li Hollandayê par hat ser tîma Îngilistanê û tîm gav bi gav ber bi serketinê ve bir. Ew niha êdî lehenga Îngilistanê ye.
Û deqe 120, firfiroka dawî lê ket û Şampiyon Îngilistan...
110
Gol: Kelly
Îngilizan korner bi dest xist. Lîstikvan Hemp gog şand ber kelehê, Chloe Kelly vegeriya û lê da, carek din tîma xwe derxist pêş. Di şahiya golavêtinê de Kelly formaya xwe derxist û bi sûdyenan li nava sehayê kêf kir. Ji ber derxistina formayê qerta zer girt.
90+4
Encam neguherî, 30 deqîqeyên din dê bêne lîstin. Ger di 30 deqîqeyan de jî encam neguhere, serketî dê bi penaltiyan diyar bibe.
90.
Heta vê kêliyê maç 1-1 e. Niha 4 deqeyên zêdek têne lîstin, gol neyê avêtin dê 30 deqîqeyên zêde bêne lîstin.
88
Ji Îngilistanê Stanway derket Scott ket cihê wê, Daly derket Greenwood ketene cihê wê.
79 Gol: Magull
Elmanyayê bersiv da: 1-1
Lîstikvana alman Magull goga ji bo wê hat şandin bi paş ve neşand û encam kir yek. Maç ji nû ve dest pê dike.
73
Almanyayê vê carê Sara Dabritz derxist û Sydney Lohmman xist maçê.
64
Li Îngilistanê Beath Mead seqet bû, cihê xwe da Chloe Kelly.
67
Di vê deqeyê de Almanyayê Schuller derxist û forveteke din Nicole Anyomi xist sehayê. J ibo Almanyayê gol divê.
61: Gol Toone
Di vê deqîqeyê de gogek dûr ber bi keleha Almanyayê ji bo
Toone avêt. Tooneya ku li hember keleparêz tenê ma, gog bi ser keleparêz re şand nav torê: 1-0. Îngilistan niha li pêş temaşevanên xwe bi 1-0 li pêş e.
Deqe 56
Di vê deqeyê de Îngilistanê du tîm bi hev re guhartin. Alessia Russo ket cihê Ellen White û Ella Toone ket cihê Gran Kirby.
Di van deqîqeyên pêşî ên nîveka duyemîn de Almanya serdest dixuye.
Dq 46
Almanya i guhartina lîstikvaneke dest bi nîveka duyemîn kir. Jule Brand ji maçê derket û Tabea Wasmuth ket cihê wê.
*
Di UEFA Women’s Euro 2022 de maça fînalê li Londona Îngilistanê bû. Li Stada Wembley a li Londonê bi deh hezaran temaşevan li benda vê maçê bû. Di 45 deqeyên pêşî de tu tîmî nekarî golê biavêje û 45 deqe bi 0-0’ê bi dawî bû.
Va ne agahiyên 45 deqeyên pêşî:
QERTÊN ZER
Di nîveka yekemîn de Îngilistan hê zêde serdest bû. Lê encam bi dest nexist. Di vê nîvekê de ji Îngilistanê Stanway deqe 23, Ellen White deqe 24, ji Almanyayê jî Felicitas Rauch di deqe 40’î de qerta zer dît.
Deqe 15
Di deqîqeya 14’an de Mead heta ber xêza kelehê jî gog bir lê nekarî golê biavêje. Firsendeke muhîm ji bo Îngilistanê winda bû.
*
REKORA TEMAŞEVANAN
Berî maç dest pê bike seramoniyeke bi coş li dar ket û hunermend Becky Hill stranên xwe pêşkêş kirin. Maç bi lêdana firfirîkê ji aliyê ji hakêma ji Ûkraynayê dest pê kir.
Li Stada Wimblay bi tam temamî 87 hezar û 192 temaşevan hebûn ku di vê tûrnûvayê de ev rekor e.
KADROYÊN TÎMAN
Li ser tîma Îngilistanê teknîk dîrektor Sarina Wiegman li ser Almanyayê Martina Voss-Tecklenburg hebû.
Îngilistanê li kelehê bi Mary Earps û bi L. Bronze, M. Bright, L. Williamson, R. Daly, G. Stanway, K. Walsh, B. Mead, F. Kirby û L. Hemp dest bi maçê kir.
Di kadyoya Almanyayê de jî li kelehê bi M. Frohms û bi F. Rauch, M. Hegering, K. Hendrich, G. Gwinn, S. Dabritz, Oberdorf, L. Magull, J. Brand, L. Schuller, S. Huth dest bi maçê kir.
*
ALMANYAYÊ ZÊDE KÛPA GIRTIYE
Heta niha 12 caran ev tûrnûva hatiye lîstin. Di tûrnûvaya yekemîn (1984) de Swêd bi ser ketibû lê heta aniha tîma herî serketî Almanya ye. Almanya di salên 1989, 1991, 1995, 1997, 2001, 2005, 2009 û 2013’yan de tam 8 caran bûye şampiyon. Bi gotineke din ji her 4 salan carek bûye şampiyon. Lê ev 19 sal in Almanya nebûye şampiyon. Piştî Almanyayê Norwec tê ku wan tenê du caran ev kûpa biriye mala xwe. Her wiha Swêd û Hollandayê her yekê carek kûpa girtiye. Îngilistan dixwaze yekemîn car vê kûpayê bibe mala xwe.
**
Nûçeyê Eleqedar:
- Di fûtbola jinan a Euro 2022 de çarîk fînalîst diyar bûn
- Tûrnûvaya Fûtbolê ya Jinan a UEFA’yê dest pê kir