MEXMÛR
Şandeyeke îtalî ku bi alîkariyên tenduristî û perwerdehiyê alîkariya koçberan dike, xwest derbasî Wargeha Mexmûrê bibe, lê di cihê ketina wargehê de artêşa Iraqê pêşiya wan girt û ew vegerand.
Şandeyeke Îtalî bi navê ‘Rêya Diçe Kurdistanê’ bi alîkariyên tenduristî û perwerdehiyê xizmeta penaberan dike. Di vê çarçoveyê de îro xwestin derbasî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bibin.
Şandeya ku fermî ye, di ketina wargehê de li benda kontrolê ku ev 4 roj in xelkê Mexmûrê li dijî ambargo û girtina şandeya Meclîsa Gel di çalakiyê de ne, hatin sekinandin û rê nedan bikevin wargehê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji 10’ê nîsana/avrêla îsal ve hikumeta Iraqê ambargoyeke tund a rêgitina hemû kelûpelên avahîsazî û binesaziyê asteng dike, nasnameyên dema wê borî çênakin. Her wiha rê nade karker biçin Bexda kar û di rêyan de digrin. Herî dawî şandeya ji Meclîsa Gel pêk dihat ji bo pirsgirêkên heyî nîqaş bikin ketibû ser rêya Bexdayê bi Wezareta Edaletê re bicive. Şande di vegerê de li derketina Bexdayê ji aliyê artêşa Iraqê ve tê girtin û heta niha hê jî girtî ye.
Rojnews


