Milkê zimên e! Di her zimanî de heye, hene. Ta kingê? Ta ku yekî-yekê ew bilêv kiriye û bi gotinekê watedar, bi hevokeke qirase ew kiriye milkê xwe, ango gotina xwe.
Lê dema neyê bilêvkirin, wekî peyveke ferhenga Zana Farqînî ya ku di serdema civaka çandiniyê de maye ye.
Jixwe pêdiviya civaka me ya îro nîvbajarî bi wan gotinan nîn e.
Pêşiyan gotiye; ‘xar rûne lê ya rast bêje’ û dîsa gotine, ‘hûr bajo kûr bajo lê ga newestîne’ û lê zêde kirine, ‘yê/a rastgo ji heft gundan hatiye qewirandin’
Ew li her derê, di her şertî de û ji alî her kesî ve nayê bilêvkirin. Li vê xaka fît û fireh bilêvkirina wê zor e, giran e, bi berdêl e, ew ji êgir kirasek e.
Ji ber wê ye qey, dîroka em jê bi hay in dibêje, Manî seriyê xwe li bajarê Kilîsê bi deriyê bajêr ve da daliqandin, Helacê Mansûr çêrm da gurandin, Suhreverdî bi fermana Selahadînê Eyûbî hate kuştin û hwd.
Diyar e, yên îroyîn ji serencama wan ramandaran encamek fêr kirine; têgihîştin e, li vê xakê berdêla rastgoyê giran e, ji lew, ger rewşenbîrê esil Pakistanî Tarik Elî ne li Brîtanyayê lê li Pakîstanê bûya nedibû axifgerê rastiyê, Elî Şerîatî ji ber tundiya li ser rastgoyê ji bêgavî berê xwe daye rojava, û rewşa Salman Rûşdiyê Hîndû jî heman rewş e.
Û yê ji siya vê xakê, helbestkarê min ê rûspî Evdila Peşêwê xwedan hizrên xetere li Îskandinawyayê cîwar nedibû.
Her yek, bi qasî çiyayekî rûspî berze…
Û li vir, li ber deriyê me, sedema qetla Apê Mûsa ma ne rastgoyeke xetere bû?
Ji wê ye, ji ber ola hezar çarsed salî, ji ber siya xwedê ya li jêr ‘dewlet’ û nûnerên xwedê çîna siyaseta desthilatdar û rêveber’, ji ber bêşert û bêşûrt pîroziya pêşeng û hizban ku hebûna xwe bi devê lûleya keleşê diparêzin, çireya ronakbîran vemirî ye, rastgo bêdeng e; ji loma, li vê erdnîgariyê wênesazekî bi qasî Pablo Pîcasso, helbestkarekî bi qasî Pablo Narûda, muzîkjenekî bi qasî Beethoven û Ziryabê ji xaka Mezopotamyayê, ji mêj ve ye deng veneda ye!
Ji wan û heta ji me, ji yên Nobel wergirtî û ta yên şivan; ne kurdan, ne tirkan, ne ereban, ne farsan, ne belûcî û îbraniyan û hwd, mamê Beşîkcî ne têde, yekî/a rastgo diyarî cîhana rewşenbîriyê nekirine, nekirine pêşengê gotin û helwesta rast û xas!
Ango li vê xakê, li ber deriyê wan ta hundirê mala me (ku nehatibe kuştin jî) bîra ronakbîriyê miçiqî, zimanê wê lal, çavên wê hatine korkirin.
Di ‘Şerê Fîl’an de, ger rabî bibêjî ma hûn giyayî dipelçîqînin, hûn ê ewilîn ji aliyê giyayê li çîmengehê di bin simên Fîlan de têt pelçiqandin ve wekî ehmeq werin pênasekirin.
Li cihê ku dengê tifingê zor olan dide; mirovbûn, civakbûn temanebûneke peresanî ye. Ji lew encama rastgotina bêdeng, bêdengiya rewşenbîr-ronakbîrî; şêniyên mezin in yên hêj di nav tariya şewla ronakbîriyê lê neketî, mane nezan û hov.
Û loma, li wî erdî, ango li vî erdî ‘aştî, aramî, azadî’ efsaneyên gotegotî ne.
Ji bo wê ye, gelo rastgo êdî peyveke ferhengî ya bêdeng, ku serdema wê li paş mayî ye?.
Ji lew, yê rastgo û îhtîmal e yê/a dê bibe rastgo û di ser de kî ji me, bi bêdengkirinê nehatiye terbiyekirin, an ronakbîr, ‘wêrekiya rastgotinê’ nehatiye xesandin!?
Loma, ne hed e! nikarî ji yekî/ê re bêjî pozê sola te xar, lûleya çeka te ji nîşanek şaş e!
Nikarî zêdegaviyê bikî; ji ber ku li vê xaka çîrokên rasteqîn ên hovîtiyê-trajediyê maqûlekî ji maqûlan dê wekî De Gaulle ranebe û ji kerî re nebêjê, ‘hiş bin, guh bidêrin’ Sartre Fransa ye!
Ji lew, ji dewsa şewla hizrê û ronakiya bîrê, li deşt û çiyayên erdnîgariya emrê me yê hê zarok olana çekê ye..!


