Ji biraziya min Nûjînê re...
Ji roja ku pîrîka wê, Xezal jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe ve Nûjîn gelekî guherî. Piştî mirina pîrîka xwe, Nûjînê xwe xiste menzela xwe ya teng û her roj bi dehan saetan ji wê menzela xwe dernediket. Her çi qasî dê û bavê Nûjînê dixwestin nêzîkatî lê bikin û wê ji wê menzela wê derxînîn jî di vê armanca xwe de bi ser nediketin ku Nûjînê ji wê menzela wê derînin. Carinan hetanî berê sibehê çiraya menzela wê vêketî bû. Heta berê sibehê çavê xwe di nav pirtûkan de kor dikir. Carinan ku serê xwe ji nav pirtûkan derdixist, bi dengekî ku nehêle dê û bavê wê pê bihisin hêstir ji kevîkên çavê wê ên belek diyar dibûn û di ser hinarikên wê re hêdî hêdî gindir dibûn. Carinan jî ew hêstir di gewriya wê de dibûn girêk û dikir ku wê bifetisîne.
Dema ku pîrîka wê jiyana xwe ji dest dabû, ew li zanîngehê bû, beşa Civaknasiyê dixwend. Ji ber ku dê û bavê Nûjînê dizanîbûn ku wê ji zaroktiya xwe ve meyla xwe dabû pîrîka xwe, hetanî betlaneya somestrê ew agahiya nexweş jê re negotibûn. Dê û bavê wê digotin ger ku ew li wan deran pê bihese dê gelekî ber bi pîrîka xwe bikeve û gelekî li xwe bişkine. A baş em nehêlin ku ew pê bihise. Gava ku ew ji zanîngehê vegeriya emê bi hev re biçin gund û bi zimanekî wê bi mirina pîrika wê serwext bikin.
Dema ku Nûjînê hîna zarok bû, hesreta wê ew bû ku zû zûka dibistan biketa betlaneyê û riya wê biketa gund. Loma pîrîka wê Xezal dê dîsa serê neviya xwe Nûjînê li ser dawa xwe danîbûna, porê wê hêdî hêdî bi hez kirin mist bidana û hetanî ku ew di xewê re biçûna dê çîrokên ku qet dawiyan nedihat jê re bigotana. Her çendî Nûjînê ji xeynî yek du peyvan tu tişt ji zimanê pîrîka xwe tênedigihişt jî, dîse jî tim dixwest ku pîrîka wê hetanî ku wê di xewê re bibe çîrokan jê re bibêje.Pîrika wê Xezalê jî wekî ku neviya wê hemî tiştên ku ji devê wê derdiketin têdigihişt tevdigeriya.Peyv li ser zimanê pîrika wê dibû mîna hingiv û hêdî hêdî bi ser pêlên şevê de diherikî û Nûjînê li ber pêlên vî zimanê dayika xwe a ku qet tiştek jê tê nedigihişt diket û di nav xewn û xeyalan de ji dinyayekê derbasî dinyayek din dibû.
Her havîn,dema ku dibistan dikete betlaneyê Nûjînê doz li dê û bavê xwe dikir da ku biçin gund.Wan çaxan Nûjîn nizanîbû ku çima pîrîka wê bi tenê bi kurdî diaxivî û nizanîbû ku çima dê û bavê wê di malê bi tirkî diaxaftin.Nasnameya wê di navbera zimanê pîrika wê û zimanê dê û bavê wê ê ku pê diaxaftin de bûbû du qet.Lê bi herikîna salan re Nûjînê mezin bû û sedemên pirên şkestî ên di navbera xwe û pîrika xwe de tê gihişt.Bi vê têgihiştinê re jî wê hewl da ku sînorên di navbera dinyaya xwe û a pîrîka xwe de ji holê rake.Wê soz bi bi pîrika xwe dabû ku dê di demeka nêz de zimanê pîrîka xwe hîn bibe û were serê xwe li ser kabokên wê dîne û li çîrokên wê guhdar bike.Soz dabû ku dê çîrokên wê peyv bi peyv tê bigihe û bi peyvên wê re tevî nav xewn û xeyalên pîrîka xwe bibe.
Dema ku dest bi zanîngehê kiribû wê ev soz bi pîrîka xwe da bû.Ji xwe piştî ku qeyda xwe li zanîngehê kiri bû rasterast berê xwe da bû pirtûkxaneyekê û ferhanga Kurdî ji xwe re peyda kiribû.Dema ku êvarî rahiştibû wê ferhengê beriya ku rûpelên wê li hev biqulibîne,wekî ku pirtukek pîroz be bi her dû destên xwe ew hişk girtibû û da ku wê maçî bike ber bi lêvên xwe ve biribû û du re jî li ser eniya xwe danîbû.Ev ferheng bo wê mifteya ku dê pê deriyên xewn û xeyala pîrîka xwe veke bû.Mifteya ku dê pê bikarîbûna biketana zeryaya çîrokên pîrîka xwe bû.Wê di dilê xwe de digot:<<Dive ez zimanê pîrîka xwe bizanibim.Dive ez çîrokên wê bizanibim.Ku siberojê Xwedê bibêje erê û zewicîm,da ku ez weke dê û bavê xwe nekim û bikaribim bi zimanê xwe çîrokên pîrîka xwe ji wan re bibêjim û wiha wan di nav xewn û xeyalan bidim!..>>.Her roj bi saetan,bi eşq xwe li ser ferhengê ditewand,binê bêjeyan xêz dikir,nîşe jê digirtin,da ku ew bêje di hişê wê de bimînin ew dubera dikirin.Helbestên Melayê Cizîrî,Ehmedê Xanî,Feqiyê Teyran bi hêtê mezela xwe ve dizeliqand.Her sibeh,wekî ku ayetan ji qurana bixwîne diçû pêşberî wan helbestên ku bi hêtê mezela xwe ve daliqandibû dixwend.Wê nêht kiribû dema ku betlaneyê de vegeriya,rasterast berê xwe bide gund û bi pîrîka xwe re bi saetan bi kurdî biaxive.Digot:<<Ezê xwe nêzî hestên pîrîka xwe bikim vê carê.Ezê li bîranînên wê ên zaroktiyê guhdarî bikim.Ezê fêr bibim ka be pîrika min çawa dinyayê tê digihe!..>>
Piştî çûyina wê a zanîngehê deh roj qediya bûn û pîrîka wê jiyana xwe ji dest da bû.Heyva îlonê bû,êdî pelên zer bûyî ji darên xwe diweşiyan û ber bi bayê diketin.Pîrika wê heftê saliya xwe nû derbas kiribû.Di ser nimêja nîvro de,dema da ku biçe sicûdê qewet tê nemabû û di ciyê xwe de ketibû erdê.Lê beriya ku henasa xwe a dawî bide ,ji bûka xwe a pêşîn re,bi dengekî lerzok û bêhnçikiyayî gotibû:<<ezê her şev dîse ji Nûjînê re çîrokan bibêjim.>> û çavê xwe ên westiyayî li dinyayê girtibûn.
Dema ku Nûjîn ji zanîngehê bo betlaneyê vegeriyabû û tevî dê û bavê xwe çû bûn gund û bi mirina pîrîka xwe hisiyabû,mad lê zer bû bû û hema di ciyê xwe de hêrifî bû erdê.Mirina pîrika xwe nikarî bû bipejirîne.Dema ku xeyala wê a ku dê bi pîrîka xwe re bi kurdî biaxivîbûna bi bîra wê dihat xweziya wê hişk dibû û çavê wê dibû mîna gola hêsiran.
Ji xwe dema ku jinapa wê a mezin gotinên dawî ên pîrîka wê jê re gotibû,Qerînek bi şewat ji dilê Nûjinê olan da bû.Piştî ku Nûjîn û dê û bavê xwe du şevan li gund mabûn,êdî Nûjînê ji dê û bavê xwe re gotibû ez hew dikarim li vir bimînim,dixwazim biçim malê û roja din berê sibehê ji gund derketibûn.
Piştî ku Nûjîn gîhaştibû malê,bi lez berê xwe dabû mezela xwe û derî li xwe qufle kiribû.Carinan bi deng carinan jî di xwe de digiriya.Piştî ku çend roj wiha bihurîbûn êdî Nûjînê giriyê xwe kêm kiribû û rahiştibû ferheng û pirtûkên xwe ên bi kurdî ku bi xwe re anî bûn.Pirtûk li ser pirtûkê dixwend.Peyvên ku ne dizanîbû li ferhengê dimeyzand.Helbest jibere dikirin.Her roj wê xwe bi zimanê pîrîka xwe dadigirt.Her roj gaveke din ber bi bîra pîrika xwe ve dadiket.Wê dixwest bigihe ava binê wê bîrê û ji wê avê têr av vexwe.Wê dixwest di ava wê bîrê de nîgara xwe û pîrîka xwe bibîne.Wê dixwest ku di wê avê de pîrîka wê pê re bibişire û jê re çîrokên bê dawî ên avê,ên ezmên bibêje.
Ne rojê têra Nûjînê kir ne jî şevê.Rojekê dema ku di ser pirtûkan re çavê wê ji xwe ber hatibûn girtin û di xewê re çûbû pîrîka wê bi xewna wê hatibû.Pîrîka wê wekî berê,serê Nûjînê li ser kaba xwe danîbû,porê wê mist dida û bi dengekî hingivîn wiha jê re gotibû:<<Keça min,ezê îro çîroka Keçika Çilkezî ji te re bibêjim.Min ev çîrok ji te re negotibû!..>>
19/08/2009


