logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Sal 1933, Serokê Hindistanê Nehru qala kurdan dike

  • Dîrok: 01/07/2017
Yalim Eralp dîplomatekî tirk e. Min ew di CNNTurkê de dema polîtîkaya derve şirove dikir dîtibû. Nêrîna wî gelek bala min kişandibû. Meha borî min dît ku wî pirtûkek derxistiye. Yekser min xwest bikirim.
Bîranînên kesên jîr gelek bala min dikişînin. Bi taybetî jî bîranînên xweş hatibin honandin wekî qurtek av in. Û her ku Eralp e eleqeya kurdan jî pêre heye. Di salên 1980'yan de, salên 90'î de ew her ji bo dewleta Tirkiyeyê xebitî. Ji bo Serokwezîrên demê Mesut Yilmaz, Tansu Çiller şêwirmendî kiriye. Ji ber vê yekê jî gelek bala min kişand. 
Ew ji Hindistanê heta Brukselê li gelek cihan li ser navê dewleta Tirkiyeyê kar dike. Ew dîplomatekî bû, bi gotina niha di rojevê de ye "Morşer" bû. Helbet ew jî wekî gelek kesên din dewleta xwe diparêze. 
Lê ji bîranînan diyar e ji gelek monşerên din ew hinek din paqij maye. Dê û bavên wî her du jî dixebitin. Du zarokên wan hene bi zorê mezin dikin, didin xwendin. Ew dibêje: "Bavê min ber bi dawiya jiyana xwe ve bû xwedî xaniyekî. Ez jî di 61 saliya xwe de bûm xwedî xaniyekî. Herî nêzê we be jî mirov li mala xwe rûne hin pirsgirêkên we çareser dibin. Bi jiyanê re ez vê hîn bûm." Dema mirov karmendên dewletê yên îro dinêre û wan û vî zilamî dide ber hev neqebek gelek mezin xwe nîşan dide.
Em van yekan deynin aliyek û bala xwe bidin ser sernavê me lê kiriye. 
Eralp dema li Hindistanê ye rastî pirsgirêka Keşmîrê jî tê. Û ji wir qala pirsgirêka kurd jî dike di pirtûka xwe de.
Wisa dibêje: 
- "Pirsgirêka kurd li Hindistanê jî dest ji min berneda.
Carinan ji bo her balyozgerî fermanên eletewş tên. Ji wezaretê fermannameyek hat. Têde dihat gotin di hevdîtinan de divê bibêjin li Tirkiyeyê kurd nîn in, peyva kurd ji 'kart-kurt'ê hatiye. Ligel Cîgirê Muşteşarê Karên Derve Gonzalves her sibê li parkê em dimeşiyan. Sibehek got: 'Ez hewldanek bikim, ez bêm cihê te, yan li vir bikim?' min jêre got li vir bike û min jêre got li cem me kurd nîn in. Zilam çi bike, ji mecbûrî got 'De Baş e.
Min agahî da wezaretê û min got di îngilîzî de min wergera peyva 'kart-kurt'ê nedît; di telefonê de ji min re gotin, 'şêlafiyê neke'.
Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku nehat çareserkirin. Dema em dinêrin bi qasî îro nebe jî wê demê jî li raya giştî bala dinyayê kişandiye. Rêberê Hindû Nehru nameyên ku ji bo keça xwe Îndîa Gandhî nivîsandine di pirtûkek bi navê "Glimpses of world history" de hatine weşandin. Di nameya ku di 7'ê gulana 1933'yan de ji bo keça xwe nivîsandiye de bi dirêjî qala pirsgirêka kurd dike, nêzîkatiya Tirkyeyê ya di vî warî de rexne dike, çima kurd têne eciqandin wan tîne ziman û wisa dibêje: 'Tirkên ku hê duh ji bo serxwebûna xwe şer dikirin îro kurdên ku serxwebûna xwe dixwazin digirin bin zordariyê. Neteweperestiya parastinê çawa vediguhere dibe neteweperestiya êrîşkar; şerê ku 
ji bo azadiyê tê dayîn çawa dibe sedema girtina bin destê xwe ya hinên din mirov li vir dibîne. Tiştek ecêb e.'
Di pirtûkê de em dibînin li gelek welatan pirsgirêka kurd her derketiye pêşiya wan lê her carê karîne bincil bikin. 
Di pirtûkê de gelek xalên din ên balkêş jî hene: Li ser pirsgirêka kurd, li ser dîplomasiya tê kirin, li ser dîplomatên ku çawa metnan, wergeran bi însiyatîfa xwe diguherînin... Li ser Yilmaz, Çiller, Demirel, li ser DEP'yan...
Niha herî zêde gotinên Nehrû ku di sala 1933'yan de kiribûn bala min kişandin. Gelek notên din ku min jê girtine ezê careke din wergerînim û biweşînim.
Û wekî pêşniyar bibêjim: Kurdên me yên bala wan li ser dîplomasî, dîplomatiyê ye dikarin bigirin û bixwînin...

- Perdeyî Aralarken, Bîranînên 'Monşer'ekî / Yalim Eralp / Weşanên Dogan Kîtap / 288 rûpel

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha

  • 26 Gulan 2008

 Pêşiyên me gotine; "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin". Min wê rojê ji bo yekî qala vê peyvê kir, ecêb ma. Belê eynî...

Ji bo lîsteyê weşanxaneyan çiqas alîkariya min kir?

  • 19 Rêbendan 2020

Bêyî ez navên weşanxaneyan binivîsim di vê nivîsê de ezê hewl bidim ku bi hin notan helwesta weşanxaneyên kurd nîşan bidim.Ev 13 sal in her serê salê ez...

Li nav kurdan wergera ji bo dublajê

  • 15 Rêbendan 2010

Bi ya min dublaj gelek bandorker e ji ber ku fîlmên biyanî tînin nava civaka xwe. Û linga herî girîng a dublajê jî wergera ji bo dublajê ye. Em îdîayeke wisa...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vaye lîsteya pirtûkên bi kurdî yên 2015’an

ad

Texmînên berî hilbijartinê

ad

Hevserokên PEN'a Kurd guherîn

ad

Li ŞanoWanê meha reşemî

ad

Hevşaredarê Culemêrgê hat binçavkirin

ad

Ma dîrok çend bare dibe?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname