Wêje neynika civakê be, rexne jî neynika wêjeyê ye. Îro ne civaka me ne jî wêjeya me xwedî neynikekê ye. Rexneya me ya heyî jî neynikeke derîzî ye; dema ku mirov hewl bide di wê neynikê de li xwe û civaka xwe binêre, mirov dê bibîne ku bêvila me bi ser dêma me, dêma me bi ser eniyê, guhê me bi ser patikê û çavên me jî ber bi qemçikê ve şemitî ye. Ji bo vê jî, ya ku mirov dê di wê neynikê de bibîne wêneyekî sosret û hêwilnak e.
Li şûna ku mirov di neynikeke wiha de li xwe binêre û kezeba mirov ji mirov biqete, ne bila neynikek wiha derizî hebe ne jî bila em xwe di wê neynikê de bibînin. Tunebûna neynikeke bi vî rengî ji heyîna wê ya bi vî rengî gelekî baştir e. Loma rola neynikê ew e ku rastiya mirov çi erênî çi neyînî nîşanî mirov bide û xwe binase; û piştî vê xwedîtin û nasînê, heke ku mirov bikaribe bikeve nav liv û tevgereke guherînê ya ber bi başbûnê ve.
Ku neynika em lê dinêrin, nikaribe peywireke wiha bilîze; ku nikaribe kêmasî û zêdehiyên me bi me bide nîşandan, korîma wê neynikê kirî. Qet nebê em ê bi çavên serên xwe rastiya xwe nebînin û di hişê xwe de xwe spehîtir bibînin.
Vêca, dema ku îro em bala xwe didin wêjeya kurd, wêjeyeke ku ji kurdan re bibe neynik hema bibêje nîn e. Wêjeyeke ku kurd bikaribin têde bejn û bala xwe, qencî û neqenciyên xwe, nakokiyên xwe, kesayatiyên xwe tê de bibînin nîn e. Jixwe rexneya vê wêjeyê jî qet nîn e.
Rexneya wêjeya me ya heyî jî, ji rexneyê wêdetir her tişt e. Li ser navê rexneya wêjeya kurd ya ku îro tê kirin jî piranî caran ji sixêf û dijûna wêdetir ne tiştekî din e.
Rexneyeke ku ji wêjeya kurd ya heyî re rola neynikbûnê bilize nîn e. Ji ber ku rexneyeke me ya ku ji wêjeya me heyî re bibe neynik nîn e, wêjevanên kurd jî hay ji kêmasiyên berhemên xwe nîn in. Nizanin ka berhema hatiye nivîsîn xwedî çi nirxî ye, çi yê wê xweşik û çi yê wê kirêt e. Ji sedema nebûna rexneyê, wêjevanê/a kurd nikare rêgehekê ji xwe re bibîne, nizane ber bi ku ve biçe, nizane ji bo berhemeke baştir binivisîne çi bike.
Belkî jî ji sedema nebûna rexne û rexnevanan, wêjevanên me xwe li rexne û rexnevaniyê rast dixin û li ser navê rexneya wêjeyê, wêjevanên me kesatiyên hev rexne dikin û êrîşê dibin ser hev.
Helbet, di civakeke asayî de rexneya berhemê ne li nivîskarê berhemê dikeve lê li rexnevan dikeve. Ji ber nebûna rexnevanên me, îro nivîskarê berhemê hewl dide rexnevaniyê bike lê wekî ku eşkere tê xuyan, ya ku îro li ser navê rexneya kurd tê kirin, ji rexneyê wêdetir dişibe pevçûn û berizandina li gundan.
Wêjevanên ku bi angaşta dê li ser qada berhemên xwe qadeke jiyanê ji civaka xwe re biafirînin, ji civaka xwe re bibin aso û bîr û bawerî, li ser heman qadê pevdiçinin.
Gelo, wêjeyeke ku nikaribe nivîskarên wê wejeyê li hev bîne, ji nivîskarên wê wêjeyê re nikaribe bibe aso û moral û sinc û hwd., wê çawa bikaribe roleke erênî ji bo civaka xwe bilîze?
Wêjeyeke wiha, helbet wê nikaribe vê armancê pêk bîne.
Ji bo ku wêjeya me bikaribe rastiya xwe bibîne, pêdiviya me berî her tiştî bi rexneyeke ku bikaribe ji wêjeya me re bibe neynik heye.
Bi peydabûna rexneyeke bi vî rengî, wê wêjeya me jî riya li ber xwe bibîne û ew ê jî bi demê re hewl bide ku bibe neynikeke ku civak bikaribe xwe tê de bibîne.
Bi peydabûna rexneyeke bi vî rengî jî, wê sixêfên ku li ser navê rexneyê wêjevanên kurd li hev dikin jî ji holê rabe.


