Hejmara lêkolînên zanîstî yên di der barê jiyana rojane ya kurdên li Almanyayê dijîn de ji bilî du sê îstîsnayan hema bêje nîn in. Li gor lêkolîna min a li ser mijarê kirî ji bilî du lêkolînên NAVEND’ê (Komeleya Navenda Lêkolînên Kurd), ya li bajarê Bonnê ye û yek jî ji hêla Dr. Birgit Ammann ve hatiye kirin.
Piştî vê pêşgotina kurt ez derbasî mijarê bibim.
Gotinên wekî “Mêrên kurdên li Almanyayê bindest in” an “jinên kurdên Almanyayê serdest in” her dem di nava civakê de têne gotûbêjkirin. Car caran bi qerfî û car caran jî bi awayekî cidî ev dîtin têne zimên. Ev yek ne tenê di sohbetan de, her wiha wekî mînak gelek caran di bernameyên hêja Barzan Şasiwar ya bi navê “TV Hindik lê Rindik” de jî hate bikaranîn û heta di bernameyê de gelek caran bi awayê qerfî behsa Komeleya Mêrên Bindest (KMB) dihate kirin. Qerf li derekî, em bi kurtî behsa pîvanên ku wekî “bindestî” têne bilêvkirin bikin: Di nava civaka me de serdestiya jinê yan ya mêr girêdayî “ka kî di malê de bêhtir xwedî gotin e” tê dîtin. Û girêdayî wê meseleya paqijkirina malê, şûştina firaxan û hwd. ka ji hêla kî an kê ve tê kirin wekî referansa “bindestî” an “serdestiyê” tê dîtin.
Ez naxwazim dirêjtir bikim û analîzan di derbarê rastbûn an çewtbûna bikaranîna têgehên “bindestî û serdestiya mêran an jinan bikim” û vê yekê bi hêviya xwendevanan ve dihêlim.
Vêca bi vî awayî û bê şîrove ez derbasî lêkolîneke zanîstî ya NAVEND’ê dibim ku pirseke wê girêdayî babeta me ye jî.
Lêkolîn ji hevpeyvînên ku bi 350 ciwanên kurd re hatiye kirin pêk tê. Di hevpeyvînê de 280 pirs hene û ciwanên ku beşdar bûne ji hêla dîtinên siyasî bigirin heta dibistan û pîşeyî de jî pir bi reng in.
Min pirsên ku di nava civakê de wekî îşareta “bindestî” yan ya “serdestiya” jin û mêrên kurdan ên li Almanyayê ji wê lêkolîna navderbasbûyî hilbijartin:
Kirîna erzaq û tiştên din yên ji bo malê dayik %27 û bav %7 dikin. Paqijkirina malê %25 dayik û kêmî %1’ê bav dikin. Li gor encamê, karê paqijiyê yê malê piranî jinên di malê de bi awayekî hevpar bi rê ve dibin û piraniya kirîna erzaq û pêwîstiyên malê jî dayik û bav bi hev re dikin.
%37’ên ciwanan dibêjin ku biryarên malê ji hêla bavên wan ve têne dayîn û %10 jî ji hêla dayikan ve. Her wiha dîsa di encamê de xuya dike ku piraniya biryaran bi awayekî muşterek ji hêla dê û bavan ve têne dayiîn.
%47 bav ji bo debara malê kar dikin û %8 dayik.
Encam wisa ye û nirxandin ya we ye! Lê belê divê vê jî bibêjim: Lêkolîn di navbera 1998 û 1999’an de hatiye amadekirin û di 1999’an de nirxên wê bi riya bernameyake îstatîstîkan hatiye bi encamkirin.
Piştî min ev encam xwend tişteke wisa di serê min re derbas bû: Ev deh sal in li ser wê lêkolînê re derbas bûne. Ya rast ez meraqa wan dê û bavan nakim û ji xwe ew nifşê kevin e. Meraqa min ew e ciwanên wê demê beşdarî vê lêkolînê bûne. Wê demê hemû ciwan bûn belkî niha gelek ji wan zewicî bin. Gelo rewşa vî nifşê nû çawa ye. Ger niha bi heman ciwanên wê demê beşdarî lêkolînê bûyî re lêkolînek nû bihata kirin ka ew ji nifşê berî xwe çiqasî hatine guhartin, me yê jiyana rojana ya nifşê bi awayekî zelal bidîta.
· Ev lêkolîn ji hêla NAVEND’ê ve wekî pirtûk jî hatiye weşandin: Kurdisch – sein, mit deutschem Pass!, NAVEND e.V. Schriftenreihe Bd. 5


