Li cîhanê jî mînakên vê yekê hene helbet, lê di mijara dewşîrmekirinê de ez dibêm qey kesî nekariye avê li destê tirkan bike…
Ji dema tirkan li Asyaya Navîn gav avêtine ser erdê Rojhilata Navîn û vir ve, necamêran bi kes, kom û civakên veguherandî-dewşîrmekirî neteweyek û împaratoriyek ji xwe re ava kirin, vega jî li ser bingeha wê împaratoriyê dewlet in.
Berî komarê dema Împaratoriya Osmanî navdartirîn karê wan di dewşîrmekirinê de ye; tê zanîn çendîn şah û peyayên wan bi koka xwe ne tirk in.
Dema komar ava kirin jî dev ji dewşîrmekirinê bernedan; wan veguherandin-dewşîrmekirin bi rêbazeke nû berdewam kir. Ji ber di serdema komarê de bi eşkereyî dewşîrmekirin ne pêkan e dewşîrmekirina eşkere veguherandine ya nerm, asîmîlasyonê!
Li aliyê tirkan bi hezaran malbatên wiha ketine ber devê wê veguherandinê hene, ku îro roj nevîçirkên wan di vir de wir de bi dizîka dibêjin: ‘bapîrê bavê min kurd bûye, yan dapîra min ermen...
Li gor zanistê têkîliya asîmîlekirin û dewşîrmekirinê çi ye nizanim, lê ya ez dizanim di vê heyamê de asîmîlasyon rêbazeke ‘modern’ a dewşîrmekirinê ye û ew dewşîrmekirin jî bi zimên pêk tê!
Em di vê çarçoveyê de rewşa kurdên li Bakur binêrin. Em kurdan bikin sê çîn; çîna bindest, çîna navîn û çîna serdest.
Pêşî çîna navîn; çîna navîn ew çîn e ku ji qonaxa asîmîlasyonê boriye di qonaxa dewşîrmebûnê de ye, êdî xwe wekî tirk dihesibîne.
Çîna serdest; çîna serdest ew çîn e ku bi siyasî xwe kurd dihesibîne, lê ji ber ew çîn di qonaxa asîmîlasyonê de ye, bi kurdî silavê dide bi tirkî xatir dixwaze; li cem vê çînê çand û zimanê kurdî bes rengê xeml û kêrsimeke ‘şerqî’ ye!
Di çîna navîn de berjewendiyên şexsî her tişt in. Jixwe, xwe tirkhesibandin jî ji vê yekê tê. Çîna serdest di vê heyamê de çîna kurd a herî bi hêz-dînamîk e; bi fermî ne fermî, bi siyasî ne siyasî, bi çandî ne çandî, bi zanebûn an nezanîbûn di her alî de bi zimanê mêtingeran bi mêtingeran re di danûstendineke lihevkirî de ye. Karê vê çînê di nav pergala mêtingeran de ye; hem bi kar hem bi aborî, bi zimanî îlam di nav cîhana hizrî ya mêtingeran de ye; ango di polîtîkayên mêtingeran ên pişaftinê û entegrekirinê de bi awayekî bi mêtingeran re hevkar e.
Çîna navîn ji ber bi hesabên berjewendî û ewlehiya malbatî û şexsî ketiye nav qonaxa tirkbûnê xwe tirk hesibandina wê ji nezantiyê tê, loma piçekî bêguneh e. Lê belê, çîna serdest ji ber haya xwe ji her tiştî heye û dîsa jî dev ji hevkariya bi mêtîngeran re bernade, bi min bo pêşeroja kurdan ew çîna kurd a herî xetere ye; ango çîna nedirust (kaypak) e!
Çîna bindest; çîna bindest ew çîn e ku li derdora ziman û wêjeya kurdî digihîje hev (nabêjim hemû lewnên hunerê!) Ji nivîskar, weşanger, kovar, rojnameger û ji xwendeyan pêk tê! Ji ber deqa kurd, kurdî û Kurdistanê li eniya wan hatiye dan, ji ber bo nasnameya xwebûniyê berxwedêr e (keleha giyanê kurdayetiyê ya li ser piyan maye ye) çawa ku mêtînger wan ji nedîtî ve tên ew çînên kurd ên navîn û serdest jî wan ji nedîtî ve tên! Kar û barên bo debarê ne tê de, tu têkîliya vê çînê ya hizrî, çandî, zimanî, derûniyî û tehayûlkirina pêşerojekê bi mêtîngeran re tune ye. Lê her du çînên din hem bi aborî hem bi zimanî û bi tehayûlkirina pêşerojê di hembêza mêtîngeran de ne. Hevpariya van her du çînan qayîşkêşana di dewşîrmebûyîna nijadî û zimanî de ye; heke wiha biçe yek raste rast xwe di tirk hesibandinê de yek jî bi ser tirkî re wê dawiya xwe bi tirkbûyînê encam bikin; heke ev yek nebe qismetê van çînan jî lê zarok û neviyên wan berendamên xurt ên vê yekê ne...
Heke em çîna bindest ji nav derînin ku hejmara vê çînê çend hezar kes heye yan na, gelo ew her du çînên kurd a navîn û ya serdest ku bi mîlyonan in, wekî rêbazeke veguherandina modern asîmîlasyon, ango bi dewşîrmetiya zimanî re piştî bi salan ji dewsa kurdên asîmîlebûyî wê wekî ‘kurdên dewşîrmebûyî’ bên binavkirin an na?
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


