Diyarname
Rêxistina BDP'a Culemêrgê bang li gel kir ku herin cem moxtariyan ku navê wan di lîsteya hilbijartinê de nîn be xwe qed bikin.
Serokê Navçeya Navendî ya BDP'a Culemêrgê Kenan Kaya li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê, ji hilbijêran xwest ku herin navên xwe qontrol bikin. Yên ku navên wan di lîsteyan de nîn e û yên ku di hilbijartina pêşiya me de yekemîn car deng bidin herin xwe qeyd bikin.
Kaya wisa got: "Li gor lêkolîna me kir gelek hemwelatiyên me yan ji ber guhartina navnîşanê yan jî ji ber sedemên din qeyda wan nîn e. Ji bo vê ricaya me ew e ku heta 31'ê adarê herin li navê xwe binêin ku di lîsteyan de navên wan nîn be xwe qeyd bikin."
***
Nûçeya eleqedar: