Ez dixwazim li ser vê mijarê hin tiştan bibêjim. Gotina dawîn ez di serî de bibêjim. Kombûneke wiha bi destpêşxeriya Weqfa Mezopotamyayê û beşdariya hema bêje hemû weşanxaneyên kurdî bi serê xwe serkeftinek e. Lewra ev demeke dirêj e ji bilî Amedsporê tu tiştî nikaribû layenên kurdî bîne dor maseyekê.
Çima beşdariya vê kombûnê ku xeleke kombûnên dîtir li dû xwe bîne, ew qasî girîng e?
Serê pêşîn divê em vê bibêjin ku rola weşanxaneyan di warê standartkirina rênivîseke kurmancî ya hevbeş de di ser her tiştî re ye. Çimkî eger îro hemû weşanxaneyên beşdar li dor hin prensîbên rênivîsîna kurmanciyê pêk hatin û qewlê xwe girêda, va ye ji bo standartbûna kurmanciyê astengeke mezin li paş hat hiştin û me borand. Çimkî rênivîsa hevgirtî mîna parsû û masûlkeya zimanî ye, ku perasû û movika piştê xar nebin, hevgirtina yeksanî ya bedenî pêk tê û dar û daring durist û rast dibe.
Helbet ev a ez dibêjim, ew hêviya dilê min e, di encama kombûnan de dê konsesûseke wiha pêk were, ez nizanim. Ev hê ne zelal e. Lê a zelal ew e ku qene ji bo vê mebestê pêngavek tê avêtin û divê em ji bîr nekin ku rêya herî dûr û dirêj jî bi rakirina wê gava piçûçik a ewil dest pê dike.
Ez wekî nivîskarek, ligel weşangerê xwe, beşdarî rûniştineke vê kombûnê bûm. Herçend weşangerî rola edîtorî dabe min jî ez xwe di wê çendê de amade nabînim û naxwazim bi wî çavî çavpêketina xwe darîçav bikim. A min, ne çavdêriya navmalê tenê çavdêriyeke derakî ye; wekî kurdekî dilxasê kurmanciyê, wekî nivîskarekî kurdînivîs ê xemxwerê peyva kurdî… Lewra ez ê nekevim dû hûrgilî û tu gotinên qelew nekim, çimkî edeba min a malbatî nîşanî min daye ku pariyê gir gewrîdir e. Ew nakeve berê min.
Qasî min zanî du weşanxaneyên me di vê kombûnê de amade nebûn. Helbet hincet û sedemên wan hene ez ê nekevim dû vê pirsê.
Ligel vê, tenê ez dixwazim bi bîra wan û me hemûyan bixim, ku eger di pêkhatinekê de mirov amade nebe, mirov gotina xwe li meydana şerî neke û ligel hilkeftinê amade nebe, siberoj belkî niyeta mirovî çak be lê mirov dê bi dirustayî bi wan biryarên hatine girtin serwext nebe. Ev dê bibe sedema hindê ku mirov bi wan biryaran qayil nebe, jixwe di encamê de ev kirina mirov dê bibe sedemê dubendiya nava tifaqa piraniyê û dê bibe sebeb ku biryara li dor yekgirtina rênivîseke giştî provake bibe. Heta belkî neçe serî. Gelo ma hûn dixwazin bibin beşek ji kêmasiyeke wiha? Dengê we hate min: naaa!
Min di bîst û çend salên nivîskariya xwe de hema bêje hûr-gir, biçûk û mezin bi hemû weşanxaneyên kurdî (mebest Bakur) re kar kiriye û kitêbên min li nik wan derçûne. Mala tevan ava be! Ku hûn bibêjin di vî warî de çi pirs û arîşeyên te hene? Ez ê bibêjim, pa çawa! Ku nebin çima wekî sêwîlekan ji wî ber derî biçim ber wî derî!
Ez di wê baweriyê me, wekî her karî di karê weşangerî û nivîskariyê de jî mifteya serkeftinê îstiqrar e. Berdewamîdana bi plansazî ya li dor hin prensîbên cîhangirî û asofireh mirov mezin dike. Hesab û planên “gundîkî” ku hema bibêjî ‘ê de ma kar awayek ji awayan diqede’ tu carê meriv ji doringa xwe ya berteng dernaxe. Ev ji bo her tiştî wiha ye.
Wekî gelek tiştî, têkiliya nivîskariyê û weşangeriyê jî dualî ye. Aliyek tu ji milê nivîskar ve gava lê dinêrî tiştekî din e, gava tu ji aliyê weşanger ve lê binêrî tiştekî din e. Ligel vê jî a esas afirandin e. Yanî ku nivîskar nebin, hebûna weşangeran zêde maneya xwe nîn e.
Di dinyaya me ya îro de, di nav van şertên reel ên kurdî û kurdan de, mirov li benda tiştinan be, ez dibêm qey xeyalperestiyeke beyhûde pê ve ne tu tiştekî din e. Wekî gelek tiştî, li nav me kurdan ev kar jî bi ser têkiliyên xal û xarzatiyê, bi ser pişpiş û pifdana bêmane ya romansî bi rê ve diçe. Em hê jî li wê pêlekanê ne ku dibêjî, “de çawa be kar diqede” û her birr û komik tenê çaviya pêş kozika xwe dibîne.
Îja ez çima behsa vana dikim?
Eger, em ê behsa kêşeyên weşangeriyê bikin, ez dibêm çênabe ku dengê nivîskaran ji nebihîstî ve bên. Dawiya dawîn paleyên vê zibarê ew in. Her çenda paleyên pûşî bin jî :)
Ez bi xwe, vê pêngavê ji bo dûroja weşangeriya kurdî bi xêr û bêr dibînim. Bila rûnin û ji xwe re rûnê xwe li gulola xwe kin.