Diyarname
Hunermend Gulbahar Kavcu ku kurtedemek berê albuma xwe "Sebeb" derxist niha yekem konsera xwe ya ligel stranên di albumê de dide.
"Sebeb" yekemîn albuma Kavcu ye û niha Kavcu di konserekê de wê bi stranên di "Sebeb"ê de derkeve peşberî hunerhezan.
Konsera Kavcu wê roja 8'ê adarê saet 20.00'an de li Stenbolê, li Su Gosteri Sanatları Sahnesi li dar bikeve. Di konserê de hunermend Harun Ataman, Cavit Murtezaoglu û Brastam Acapella jî wê wekî hunermendên mêvan derkevin ser dikê.
Cih û agahiyên berfirehtir:
Su Gosteri Sanatları Sahnesi
İskenderpaşa Mah.Vezirçeşmesi Sok. No: 3 Aksaray Fatih (Pertevniyal Lisesi Arka Sokagi)
Tel: 0212 621 81 87