logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

NEGRÎ WELATO

  • Dîrok: 05/12/2015

Di serê her sibeha rojên te, di her bûyer û rûdanên te de, birîneke din zêde dibe, li ser birînên heyî, birînên kûr û  bêcebar, bêderman.  Di her henaseyê de, diderize dil, qelşeke dî zêde dibe li qelşên dilê qeto qeto.

Telefona ku bûye qasidê agahiyên ne bixêr, di mista min de, bi hêviya çirûskeke ku  di deryaya tarî de bibe piçek ronahî, digerim li mizgîniyeke xêrê. Hevalekî parêzer ji hogirên Tahir Elçi yê ku  di saeta dawî ya jiyana wî li nik wî bû, nameyek nivîsandiye ji keça wî re; ji Payiz Nazenîna ku di payîzeke bêyom de bi êşa bav, digevizî û dişewitî re, ji qurbana  bêbextiya jiyanê re. Nameya ku tavilê giriyê xwendeyên xwe tîne, zûka her du kortên çavên min jî tije dike, bi rondikên germ.

Di bin seqaya ku li dû hovîtiya li Elçî hatiye kirin ji nav kelehên kevnare li hemû deverên bajêr belav dibe û bajarê hezar salan dike şûna keseran, ber bi dîwarên bedena reş diçim. Di otobusê de, li palgeha pişt min, zilamek bi dengekî ku qet ne xema wî ye bête bihîstin dipeyive:

- Azad, ez îro sibe jî nikarim bêm. Qurbana te me tu herî li çêlekê jî binêrî. Ev çend roj in, ciya min li ser çêleka xwe ha ha digrî.

Mirovê li kêlekê, ji yê ku bi telefonê dipeyivî re dibêje:

- Wekî te got, “ciya min”, wa ye, ew der ne Sûr e û ne jî Nisêbîn. Wa ye xuya ye tu Dêrikî yî bira.

Mêrikê Dêrikî her ku dibişire jî, winda bûne xêzên rûyê wî, ne diyar e; gelo dikene yan jî digrî.

Erê welato, jinika pîr, ji çêleka xwe bi dûr ketiye, li ser digrî. Li cihekî dî, jinine dî li ser keçên xwe digrîn, li cihine din, hin li ser kurê xwe digrîn. Li ser bedenên perçekirî, li ser miriyên bêgor, rabirdûya wêrankirî…

Payîza Nazenîn li ser bavê xwe, li ser bextê xwe yê reş, li ser bihara xwe, li ser dahatûya xwe  ya nediyar digrî… hevser li ser qedera ku ev hezar sal e naguhere; kur, li ser tenêtî û bêçaretiya  timî  digrî…

Bazirganên jehrê, tîrên xwe di dilê te de wer dikin welato, şûrên xwe ji kalanê rakişandine û li stûkra te tûj dikin. Geh bi benên spî, geh bi yên sor, bejna te, bîra te, vîna te bi dar ve dikin welato. Bigrî welato, bigrî. 

Zîv û zêrên te, av û nefta te, stran û çîrokên te, deng û awazên te, yek bi yek hemû hebûnên te dizîn. Niha jî çav berdana hêviyên te welato, çav berdana siberojên te.

Bigrî lê heta kengî? Heta kengî welato, heta kengî?

Bextê zaliman nîn e welato, dawiya zilmê jî wisa. Megrî û rabe ser xwe, berê xwe bide evînê, pişta xwe bide dîroka xwe. Evîna ku vîn dike pola, dîroka ku hevîrê wê xîret e welato. 

Megrî welato megrî, hemû dilên pak bibin qurbanên te…


Hin Nivîsen Nivîskar

Kurd kirasê xwe didirûn

  • 17 Pûşper 2015

Welatê kurdan, ji deştên fireh û çiyayên ku bi lûtkeyên xwe ezmanî maç dikin; bi her du rûbarên dirêj ên ku mîna du guhanan şîr didin...

Lehengê zimên Tonguç Ok

  • 06 Pûşper 2011

Ji ber ku ziman bi her awayî neynika (awêne) dil û mêjî ye, ango derbirîna hest û ramanê, kesê zimanekî bizane, nas bike, bi riya zimên çand, nirx û...

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûçegîhan Delîla Egîd tê dermankirin

ad

Araf vê carê li ‘WÎB’ê tê lîstin

ad

Li welatek Ewropayê 50.000 kurdan serî li penaberiyê dan

ad

Nivîskarên kurd qeza derbas kirin

ad

Barzanî û Karayilan li hev civiyan

ad

Li Almanyayê 50 hezar kes ji bo rojek ji mala xwe têne dûrxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname