Zekî Ozmen
Li Almanyayê ji destpêka 2022’yan heta dawiya wê nêzîkî 50 hezar kurdan serî li mafê penaberiyê dan.
Daîreya Federal a ji bo Koçber û Penaberan a Almanyayê (BAMF) bersiva pirsa Diyarnameyê ya derbarê hejmara serîlêdana penaberiyê ya kurdan a di sala 2022’yan de da.
Bakur li pêş e, dûre Rojava tê
Li gor îstatîstîkên ku daîreyê dan me, di sala 2022’’yan de bi giştî 47.900 kurdan li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dan. Li gor heman daneyan, ji van penaberan 19.513 ji Bakur, 16.650 ji Rojava, 10.571 ji Başûr û 1.166 jî ji Rojhilat in.
Li gor par serîlêdan zêde bûne
Hejmara serîlêfanên penaberiyê li gor par îsal sedî 27.9 zêde bû. Di sala 2022’yan de bi giştî 218.000 kesan ji welatên cuda li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dan. Serkêş di sala borî de penaberên ji Sûriyeyê bûn. Kurd jî di nav de, 71.000 hezar kesên ji Sûrî par li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dan. Her wiha di rêza duyemîn de kesên ji Afganistanê hatibûn. Bi giştî 36.000 kesên ji Afganistanê di heman salê de li Almanyayê serî li penaberiyê dan. Hejmara hemû kesên ji Tirkiyeyê digel kurdan jî di sala 2022’yan de li Almanyayê serî li penaberiyê dayî 23.938 kes in.
Li Almanyayê serîlêdanên penaberiyê li gor salên derbasbûyî roj bi roj bilindtir dibe. Di sala 2020’de 122.000 û di 2021’ê de 190.816 kesan li Almanyayê serî li mafê prnaberiyê dabûn.
Sala 2016'an rekor bû
Li Almanyayê heta niha rekora serîlêdana penaberiyê sala 2016’an bû. Wê salê bi giştî 745.000 kesan serî li mafê penaberiyê dabû. Piraniya wan kesan dîsa ji kesên ji şerê li Sûrî reviyabûn pêk dihat.
Mîlyonek ûkraynayî hatin
Ji hêla din ve ji bilî hejmara penaberên li banî, piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê, Almanyayê deriyê xwe ji ûkraniyên ji şer reviyan re vekir. Di sala 2022’de zêdeyê mîlyonek ûkrayînî jî hatin Almanyayê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyên 2022'yan
- 2022: Li nav kurdan 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin
- 2022: Lîstikvanên fûtbolê yên herî zêde pere kar kirine
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin
- 2022 Muzîka Kurdî : Hunermendên ciwan, albûmên yekem
- 2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuştin eşkere kir
- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine
- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eşkere kir
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com