Benîşto navek e; navê karekterekî ji çîroka Helîm Yûsiv. Her wiha navê pirtûkê jî ji heman çîrokê tê.
Dema ku mirov li navê çîrokê, li Mêrê Avis rast tê, bêyî ku mirov çîrokê bixwîne, bi carekê re pirsa; “ma mêr avis dibin?!” di hişê mirov de xwe dide der.
Erê. Mêr avis dibin. Di nav kurdan de heke bi awayekî biyolojîk mêr avis nebin jî, di zimanê kurdî de, li ser zimên mêr jî avis dibin. Di kurdî de biwêjek heye û vê biwêjê mêr jî bi kar tînin.
Di nav kurdan de ne tene jin her wiha mêr jî avis dibin; ji “qehra” jin jî mêr jî avis dibin.
Belê, karekterê çîroka Mêrê Avis, Benîşto- her çiqasî çîroknivîs hişkere nekiribe jî- ji qehran avis dibe. Sedema vê qehra ku Benîşto avis bihêle jî di çîrokê de heye helbet: Ji hêla “biyaniyan” ve destliserdanîna bênderên wî û pê re jî bi awayekî derasayî mirina jina wî Nofa.
Belê, bûyera çîroka ku Mêrê Avis pêk tîne ev bûyer e.
Çîroka Mêrê Avis bi gotegotên gundiyên Kerbetiliyê yên di der barê aqûbeta Benîşto dest pê dike. Loma piştî ku ji hêla “biyaniyan” ve dest li ser bênderên wê tê danîn, Benîşto neh meh û pênc rojan terkîdinya dibe û kes nizane bê bi ku de çûye û çi bi serê wî hatiye.
Niştecihên gundê Kerbetiliyê her yekê ji ber xwe ve tiştekî dibêjin. Hinek jê dibêjin ew gihîştiye şoreşgerên serê çiyê ku şer dikin; hinek dibêjin me ew di zindanê de dîtiye; hinek dibêjin hatiye kuştin û li çolekê hatiye veşartin.
Lê Benîştoyê me bi carekê xuyanî dibe û xwe li deriyê mala apê xwe dixe û bi hêrsekê ji jinapa xwe re dibêje da ku ew pirsa likubûna wî jê neke û dibêje ew ê piştre jê re bibêje bê li ku bû. Lê di çîrokê de Benîşto ne ji me re û ne jî ji xwendevanan re dibêje bê ew neh meh û pênc rojan li ku bû! Ji bo vê jî dîtina vê pirsê ji xwendevanan re dimîne. Xwendevan divê di nav daneyên ku di çîrokê de hatine dayîn bigihîjin encamekê bê Benîşto neh meh û pênc rojan bi ku ve çûbû.
Loma çîrok gelek vebijêrk li ber xwendevên danîne. Mînak hem di gotegotên di destpêka çîrokê de û hem jî beşê çîrokê yê “çîrokên navan” de dema ku çîrokên navê Benîşto, Kerbetilî, Nofa, Dîgol, Şêx Qineb dibêje, xwendevan dikare hem di der barê nasnameya “biyaniyên” ku dest li ser bênderên Benîşto danîn de, hem di der barê çîroka rastîn a navê “Benîşto” de dikarin bigihîjin encamekê.
Lê yek ji van encaman jî wê ne encameke teqez be. Loma çîroknivîs gelek derî di çîrokê de ji xwendevan re vekirî hiştine û ji bo vê jî hûn bi kîjan tayê daneyê di çîrokê de hatiye dayîn bigirin encam jî wê li gorî wê diyar bibe.
Mînak, çîroka navê Benîşto ya rast kîjan e? Çîroknivîs di beşa “çîrokên navan” de dema çîroka navê Benîşto dibêje, çîrokeke teqez ji xwendevên re nabêje. Yanî nivîskar rasterast dixwaze zorê li xwendevên bike.
Di nav vebijêrkên çîroka navê Benîşto de ya herî maqûl ew e ku dibêje; “Ew nav li xwe kir ji ber ku zanîbû hetanî li jiyanê be wê bimîne benîştê devê xelkê.”
Belê, vebijêrka herî maqûl ev e. Dîsa ev navê Benîşto wekî navê Mêrê Avis xwe dispêrê zimanê kurdî. Di zimanê kurdî de mirov dibê “benîştê devê xelkê.”
Ev biwêj wateyeke neyînî di xwe de vedihewîne. Ango kesek ji bo tiştekî baş nabe “benîştê devê xelkê” tenê bi tiştekî neçê encax dikare di devê xelkê de bibe “benîşt”
Naxwe navê Benîşto xwe dispêrê bûyereke neçê. Ev bûyera neçê jî di çîrokê de mevcûd e: Destliserdanîna bêndera wî ya ji hêla biyaniyan ve.
Belê, di nav kurdan de dema ku ji hêla hinan ve dest li ser bêndera mirov were danîn, hetîketiyek e û hetîketiyeke jê mestir jî nîn e. Ji bo vê jî di nav kurdan de dema ku dest li ser bêndara hinan were danîn ew kes ango xwediyê “bênderê” dibe “benîştê devê xelkê”
Ji bo vê jî rastiya “çîrokên nav”ên Benîşto çi jî be, çîroknivîs navekî rast li Benîşto kiriye.
Piştî ku me çîroka navên Benîşto, Mêrê Avis zelal kir niha jî divê em werin zelalkirina nasnameya “biyaniyan” û têgeha “bênder”ê, gotegotên li ser likubûna wî bê gelo Benîşto neh meh û pênc rojan gelo bi ku ve çûbû.
Em dikarin bibêjin ku ev “destliserdanîn” ne destliserdanîna taybet, destliserdanîneke giştî ye. Ango “bênder”a dest li ser hatiye danîn, ne zeviyeke di milkê taybet lê zeviyeke di milkê miletekî de ye; ango ev “bênder” welatek e; Kurdistan e.
Loma di çîrokê de dema behsa destliserdanînê tê kirin wiha tê gotin: “Bi hêza kesekî bihêz, erd û ezman û çandinî û pisîk û ba tev de bûne ji wan re” Di berdewamiya vê rêzikê de dema ku atmosfera gundiyan a li hemberî vê destliserdanînê dişayesîne têgeha “tirs”ê derdikive pêş.
Dîsa dema ku Benîşto vê destliserdanînê qebûl nake û bi tivrikê xwe êrîş dike çîroknivîs wiha dibêje: “Lê bi paş de vegeriya dema ku xwe bi tenê didît. Tenê bû li hember trektor û lawirên hesinî yên biçûk û mezin.”
Ev “xwetenêdîtin” ev “traktor û lawirên hesinî yên biçûk û mezin”, dema ku piştî neh meh û pênc rojan xwe li deriyê mala apê xwe dide û jinapa xwe pirs dikê bê apê wî li ku cot dike û bersiva “erdê wan” distîne û her wiha û dîsa her wiha dema ku li hemberî destliserdanînê derdikeve û cîranê wî Dîgol dengê xwe lê dike da ku “li ser teriya xwe rûnê” loma li gorî Dîgol divê Benîşto qebûl bike: “Kî lingên diya me bilind bike bavê me ew e” û dîsa di beşa “çîrokên navan” de dema ku çîroka navê Dîgol tê gotin bêhtir nasnameya wî ya sîxûriyê derdikeve pêş, em têdigihîjin ku ev “biyanî” dagirkerên Kurdistanê ne û “bênder”a dest li ser hatiye danîn jî Kurdistan e.
Niha êdî em dikarin werin li ser gotegotên likubûna Benîşto. Gelo neh meh û neh rojan Benîşto li ku bû? Çi pê hatibû? Gelo ew çûbû serê çiyan? Ketibû zindanê?
Li gorî daneyên di çîrokê de vebijêrka herî maqûl ew e ku Benîşto piştî ku li hemberî destliserdanînê rawestiya ketibe zindanê.
Di çîrokê de di xalên ku bêbersiv dimînin: 1) Nofa çawa mir?
2) Lehiya ji kurm û maran a di nav destên Benîşto de rabû têne çi wateyê?