Li Almanyayê dengdana ji bo hilbijartina serokomar û parlemenê ya hemwelatiyên Tirkiyeyê wê heta roja sêşemê bidome. Bi vî awayî wê bibe du hefte ku dengdêr li balyozxane û sefaretên Tirkiyeyê yên li gelek bajarên Almanyayê dengên xwe didin.
Bi vê minasebetê min jî roja şemiyê dengê xwe li bajarê Frankfurtê da. Ez piştî nîvro giham ber devê balyozxanê. Rêzeke dirêj a dengdêran hebû. Eleqe zêde bû. Helbet bandora dawiya hefteyê li rêjeya bilind a beşdariyê hebû lê belê ji kesên ez li wir bi wan re axivîm û yên berî niha jî çûbûn dengdanê diyar kirin ku eleqe ji xwe zêde ye.
Di dema kurt a ez di dora dengdanê de hinek çavdêriyên min ên ku dixwazim parve bikim çêbûn; birêveçûna dengdanê bi awayekî ku ez ne li bendê bûm bi lez bû. Digel qerebalixa heyî, zû dora dengdêran hat.
Balkêş bû ku erebeyên di ser rê re li tenişta kesên di dorê de derbas dibûn li korneyan dixistin. Hinekan tiliyên gurên boz, hinekan çar telî û henekan jî îşareta serkeftinê ji camên erebeyên xwe re nîşan didan. Yek ê di ber me re derbas bû di camê erebeya xwe re bi dengê bilind "her bijî, her bijî" got û derbas bû. Ev bû sedem bi taybetî kurdên di dorê de bikenin.
Di nava kesên di dorê de gelek kesên bi kurdî diaxiviyan hebûn û çend malbatên kurd ên bi zarokên xwe yên hûr jî hatibûn min dîtin.
Her wiha jineke kurd a ku tayê kesk, sor û zer li porê xwe pêçayî awirên gelek tirkan kişand ser xwe. Lê belê awirên dizîkî bûn û nebûm çavdêrê bertekan.
Ev çavdêriyên min ên dema dengdanê bûn û di dawiyê de dixwazim behsa rewşa serdest bikim; di warê siyasî de di nava girseya kurd de pêwîstiya xwevalekirineke ji ber kiryarên di van her du salan de bi serê kurdan hatine hebû. Dengdan bû derman ku hem girse hundirê xwe vale bikin û hem jî mirov ji derûniyê bêhêvîbûn û şikestinê rizgar bibin. Bi dengdayînê mirov rehet dibin. Ji ber vê egerê li gor berê gelek kes bi însiyatîfa xwe û bêyî li benda birêxistinkirina çûyîna dengdayînê rawestin, diçin û dengê xwe didin.
Helbet encama nîhayî wê bi dengên dengdêrên li Tirkiyeyê û Bakur be. Lê belê derfeta dengdayîna kurdên li derve dijîn dibe sedem ku însan dîsa ji bo dahatûyê bi hêvî bibin û wijdana xwe rehet bikin. Pêwîstiya mirovan bi veguherîneke ku keda wan jî tê de bû hebû. Ev hilbijartin ji vê pêwistiyê re bû derman.
Zekî Ozmen li Frankfûrtê dengê xwe da.

Di rojên dawî de li ber sefaret û balyozxaneyan ji bo dengdanê dorên dûdirêj çêbûn.


