Mêrdîn
Der barê Şaredara Dêrikê Caglar Demirel de bi zagona "2911'an a Zagona Meş û Civînan" doz lê hate vekirin. Ji ber ku îfadeya bi kurdî ya Demirel nehat qebûlkirin ew bêyî îfadeyê bide ji edliyeyê derket.
Şaredara Dêrikê ya BDP'yî Caglar Demirel di du salên ku li ser kar e de ji ber beşdarî çalakî û civînên ku BDP'ê û saziyên demokratîk li dar xistine bûye der barê wê de 15 doz hatine vekirin. Herî dawî ji ber beşdariya wê ya meşa BDP'ê ya roja 18'ê reşemiya 2011'an doz lê hate vekirin.
Demirel ji bo îfadeyê bide çû edliyeyê û xwest bi kurdî îfadeya xwe bide.
Daxwaza Demirel bi sedema "bi tirkî dizane" hate redkirin. Li ser vê yekê Demirel jî îfade neda. Demirel got ku emê bi israr bi kurdî xwe biparêzin û îfadeyê bidin.


