Ji qistasên gavên pêş û gavên li paş ya herî muhîm hêza fikrê ye. Ev ji bo takekes çiqas muhîm be ew qasî jî ji bo welatan muhîm e. Reng û xeta azadiyê jî dide der.
Fikir û gotin ne heman tişt in, dibe ku gotina her kesî hebe lê afirandina fikran rastiyek din e. Ji bo fikrê ne şert e tu desthilat bî, heta bêtir fikir ji dijberan xwe didin der. Ji lew welatên pêşdeçûyî dijber û fikrên dijber desteg dikin, xwedî saziyên fikrî ne.
Ferqek di navbera civakên çandiniyê û yên sinayî de heye; di civakên çandiniyê de bêtir keda dest û piyan muhîm tê dîtin. Di civakên ku modernîzasyona xwe temamkirine de çalakiyên hişî keda herî muhîm e; bêtir, ji bo qezencê, qezenca ji berên teknolojîk jî hin dewlet mirovên xwe teşwîqê fikran dikin.
Du têgeh hene ku me divê em bi bîr bînin; mohr, kumê xelkê. Em di hukmê desthilatiyan de bûn, di jiyanê de mohr di destê kê de ba, kumê kê hebûya esil ew bûn, esalet ya wan bû! Ji lew, bêyî hay, di çanda me ya nivîskî de jî bi awayek hewesa mohr û kum heye. Ger bala we lê be, ji fikir, ked, analîz û pêşniyaran bêtir mirovên me hewl didin mohra xwe li her tiştî xin!
Ew hewes dibe sebeb ku hin kes bixwîngermî, bêyî hesêb were dayîn, çi jî alî kê ve hatibin gotin jî, bêyî destnîşan bike derbibe. Behsa gotinan nakim. Behsa ‘hişê hevpar’ nakim. Behsa tespîtên ji ananlîz û kedê dikim, behsa fikran dikim. Ger fikrek we, analîzek we hebe gerek hûn karibin biparêzin, xwedî lê derên, berpirsiyariya wê hilgirin.
Ev mesele muhîm e, çi di karên zanistî de çi jî di karên rêveberî, entelektuelî de. Hûn çawa nikaribin ji xaniyê xelkê re bêjin ew yê min e gerek hûn nikaribin fikrên xelkê jî wek fikrê xwe rê bidin.
Ji perwerdehiya bingehîn bigirin heya perwerdehiya qelema xwe, perwerdehiya ji bo dîsîplînê fikir muhîm e. Fikir di heman demê de projeyek e. Hin kes dikarin bîst û çar saetan ji bo welatê xwe, ji bo îdeolojiya xwe ji bo serxwebûnê biaxivin lê ku hûn pirsan jê bikin, gelo çi projeya te ji bo welatê te heye, çi fikrên te yên cuda hene; piranî jê bêdeng dimînin. Fikir bi pirsan re bi gewde dibin, bi çavên cuda re. Bi keda hiş re.
Ji bindestiyê, ji meselên ego û hewla heyîbûn û hurmetê, ji adetên civaka çandiniyê û ji gelek sebebên din em nikarin bi rihetî behs bikin ku her kes bi cidiyet nêzikahî li fikran dike. Pirsek; gelo em dixwazin kurdan binasin? Heke em hewl bidin qelemên xwe binasin pê re jî wê hurmet reng bigire! Ev ji bo gelek kesan tirs e!
Navê kesên gelek navdar tê bîaranîn, di nivîsan de tê destnîşan kirin. Ji ber ku em ne hesas in, hin kesên bi tirkî derbarê edebiyata me de dinivîsînin ew jî hesas tevnagerin.
Berî çendekê ez pêrgî rastiyek wisa hatim. Kesekê, di nivîsa xwe de fikrek derbarê edebîyata kurmancî de neqil kiribû. Bi referans, ew fikir di nivîseke min a tirkî ku di Tîrojê de hatibû weşandin de hatibû bilêvkirin. Lê pêdivî pê nedîtibû referans rê bide, wisa gotibû, “söyleniyor ”(tê gotin)! Kê gotiye, ji xwe re nekiriye xem!
Baş e, di wir de dîsa hatiye gotin, ‘tê gotin’, hin kesên me pêdivî pê nabînin vê jî bêjin!
Ev kompleks e, nexweşiyek e! Ji adetên me ye; heke kesên wisa li cem we bin, dibêjin, ‘ez jî wisa difikirîm’. Ku ji cem we rabin, êdî ew fikir an jî proje raste rast dibe ya wî! Carna li cem we jî vê dikin.
Ku gengêşiyên nivîskî kêm bin, hewla afirandina fikran, projeyan kêm be gotin û vegotin piştî wextekê llihev zêde dibin, bêmehne dimînin, gemariya gotinê dibe mijar. Nabêjim ‘moda’ ji lew dawiya dawî di modayê de jî sêwirînek, fikrek, projeyek heye. Ya ku diqewime ne ev e jî, lihevçûyînûhatin e, gêjgerînekî xwe dide der. Wekî kevanekê bi bîr bixim, bala we lê be piraniya nivîskar û entelektueliya me jî her li ser fikrên siyasetê analîzên xwe dikin, xwe xwedî fikir dihesibînin. Baş e, pirsên min hene; ka saziyên sîvîl yên hemî parçeyan. Ka gengêşiyên welatek ku hişmendiya sîvîl li pêş be…
Kek Berken behs dikir. Bi yekî re li pêşberî beşdarên panelê bûne. Digot, min dît, ciwamêr, min di nivîseke xwe ya weşandin de çi gotibû ew ji beşdaran re gotin û tespîtên min anî ziman!
Wekî şiyariyekê dibêjim, keda hiş mafek e. Îro teknolojî nahêle tu tişt winda bibe. Di pêşerojê de wê li dibistan û zanîngehên kurdan, di gotûbêj û forûman de her rastî wê werin tespît kirin. Fikir carna di ‘facebookê’ de paragrafek e, carna di ‘twitter’ ê de hevokek, carna mishefek e, carna di malperekê de gotarek e.
Hewesa mohrê ne karê qelemê ye. Edebiyat û karên entelektuelî kum û kumikan navê. Ji lew, belkî ne hewce ye em bêjin, wekî min got, ez dibêjim, me gotibû… Ev giş hukim in, beredayî ne. ‘Gotin’ ji gotegotê zêde ne dûr e! Belkî em hinekî derbarê fikir, rabêjê de, zimanê xwe de bifikirin wê ji wan gotinan xweştir be.


