logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Li Kozakliya MHP'yî nêrîna li Demirtaş

  • Dîrok: 05/08/2014
Kozakli navçeyeke Nevşehîrê ye. Li herêmeke turîstîk e. Zêdetir bi germava xwe navdar e û her sal bi deh hezaran însan diçin wê derê. Hinek ji bo kêfê ku dikevin ava germ, hinek ji bo dermankirina hin nexweşiyên xwe...

Serjimariya navenda navçeyê 7300 kes e. Hotel-motel têde bi giştî cihê 7700 kesî hene. Vê Cejna Remezanê de ev hotel-motel sedî sed tijî bûn. Ew serjimariya Kozakli derketibû ser 15 hezar kesî. Ez jî yek ji wan bûm.

Kozakli li Tirkiyeyê yek ji wan navçeyên serekeye ku lê betalî nîn e. Jê wêdetir ji bajarên derdorê kes tên li wê derê dixebitin.

Kozakli bi taybetiya xwe wekî navçe û bajarên Anadoliya Navîn her dengên xwe dide partiyên nijadperest an jî yên muhafezekar. 5.101 hilbijêrên Kozakli hene. Di hilbijartina herêmî ya 2009'an de berendamê AKP'ê Erdogan Çelik bi 1884 dengan bi ser ket. Yusuf Polat ê berendamê MHP'ê bi 1774 dengan bû duyemîn. Yê CHP bi ser 500'î re deng girt û bû sêyem. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de gelê wê derê yên CHP û MHP'ê bi hev re kar kirin. Gelek CHP'yî ji bo berendamê MHP'yî Celallettin Guven xebitîn. Di encamê de Guven ê MHP'yî bi 2723 bû şaredar, şaredarê berê yê AKP'yî Erdogan Çelik di 2051 dengan de ma. Em bên ser meseleya sernavê: Di vê Kozakliya MHP'yî de çawa li Berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş dinêrin?

Saet li dor 21 e, ez û hevlingê (bacanax) xwe em dê herin dondirmeyê (bestenî) bistînin. Ji dikanekî em dikevin hundir, ji yek carî re ez ji xalo (temenê wî bi ser 60'î re) dipirsim û diyalogek wisa derdikeve holê:

- Dondirmeyê Algîda heye? Ka tu Algîda didî me yan yê li vir we amade kiriye em bistînin?
- Algîda yê Îsraîlê ye, ez vê bidim we (dondirmeyê ku ew bi xwe çêdikin nîşan dide)
- Wê çaxê tu çima difroşî?
- Ne ê Îsraîlê tenê, Hollanda û Fransa jî şirîk in.
- Ma çi ferq dike. Tu zanî, Apê Tayyip jî radibe diruşman diavêje dijî Îsraîlê. Wisa be tiştên wan nefroşin! 
- Îsraîl mirovan dikuje...
Ez hinek din aciz dibim:
- Ji min re qala tiştên wisa neke. Belê her kes komkujiya Îsraîlê şermezar dike. Lê hûn, ên ku qala vê yekê hûn çima tiştên wan difroşin? Kesî nexapînin. Tu dizanî çiqas têkiliya aborî ya Tirkiye û Îsraîlê heye? Ez ji bo te bibêjim: 2 mîlyar dolar... Piraniya vê jî têkiliya dan û standina amûrên leşkeriyê ye. De fermo, ka em çawa bikin...
Helbet zilam huş dibe, lê ez mijarê diguherînim: "Niha Apê Tayyip ew qas diruşman davêje ji bo dengirtinê, tu dibêjî dê bi ser bikeve?"
- Belê, sedî sed.
- Di dora yekem a duyem de?
- Ya yekem de.
- Lê dengên MHP û CHP'ê sedî 46 û tiştek dikin, partiyên din jî hene, çawa dê dora yekem de Tayyip bi ser bikeve? Dîsa ew Ekmeleddin dibêjin baştir e, zana ye, profesor e. Ma xelk dê deng nedin wî? 
Xaltiyek di temenê wî xaloyî de, li aliyê paş e, diyar e jina wî ye dikeve nav sohbetê:
- Erê lê kes deng nade wî.
- Çima?
- Her kes dide Tayyip.
- Hûn jî?
- Erê.
- Zilamekî bi navê Selahattin Demirtaş jî heye, dibêjin ew jî berendam e û xweş xeber dide. Ma ew ê qet dengan negire?
(Piştî em vedigerin hevlingê min dibêje, te wisa got, wekî ku tu qet wî nas nakî, hindik mabû ez bikenim, min xwe bi zor ragirt)
Xaltî dibêje: Belê xweş diaxive lê ew nikare bi ser bikeve.
- Ew wekî mirov baş jî dixuye ne?
Xalo dibêje: Erê rast e, lê hêza wan tune ye. Tenê dê kurd dengan bidin wî.
- Wa, tu dibêjî wekî din dê dengan negire?
- Na.
- Ma te hê got, baş diaxive...
- Erê lê ji aliyê dengan ve mesele cuda ye. Em didin ê xwe. Li vir kes deng nade wî.
- Li Kozakli qet kes dê deng nede wî?
- Li vir hin kurd hene, belkî ew bidin.
Xaltî jî heman gotinê dubare dike.
Belê li navçeyeke ku di destê MHP'ê de ye rewş ev bû. Bi rêya TV'yan re Demirtaş hewayeke erênî gihandiye wir jî lê ji aliyê dengan ve hê mesele nehatiye wê astê.
Em ji dikanê derdikevin.
Di pênc rojên ez li wir mam de, li cafeyan guhên min vekirîbûn, nêrînên wisa wekî li jor hebûn, lê li her derê her kes bi partiya xwe ve girêdayî ye. Guhartina vê yekê jî wisa hêsan naxuye.
**
Wekî notek: Êvara 4'ê mehê lêkolîner Adil Gur di CNNTurkê de qala serketineke baş a Demirtaş dikir û digot: "Ji ber qedexeyê em nikarin encaman eşkere bikin. Lê roja çarşemê (qala 6'ê vê mehê dike) anketa dawî ku me çêkiriye dê weşaneke biyanî biweşîne. Emê jî bişopînim.

Hin Nivîsen Nivîskar

Manşetek çawa tê nivîsîn? (Rexneyek li A.Welat û yên din)

  • 09 Tebax 2015

Mixabin piraniya kurdên me yên di saziyên çapemeniyê de dixebitin hê nizanin ew bi xwe dîrokê dinivîsin; ew dîrok belkî bi xwe re 'birakujî'yan bîne,...

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • 25 Rezber 2026

Ez dibêjim qey hûnê bêjin çi eleqeya van bi hev ve heye? Werin em bi ser van re li meseleya dilê kurdan binêrin.  Pêşî nûçeya Rûdawê: Roja 15.08.2026’an li Stenbolê 11’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî...

Qedera şanoya kurdî

  • 25 Berfanbar 2010

Di nav hunerê de, di nav jiyanê de jî beşeke girîng e şano. Lê di kurdî de?Pêşî mînakek:Li Stenbolê bi navê "Dostlar Tiyatrosu" şanogehek heye. Ev...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fînalîstê yekemîn diyar bû: Spanya

ad

Ahmet Yildirimê BDP'yî bû endamê RTUK'ê

ad

Pirtûkeke çîrokan 'Telebe' derket

ad

Li navçeya Sûrê jî sindoqan danaynin

ad

Erdogan û Heyeta Îmralî çi axivîn?

ad

25 partî beşdarî hilbijartinê dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname