Diyarname
Hevdîtina Heyeta Îmralî ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan pêkdihat ligel Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Gişti yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin pêk aî.
Heyetê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Hevdîtin gelek erênî, sazkar, bi berhênan û di nav atmosfera bi hêviya ji bo pêşerojê de derbas bû. Girîngiya pêvajoyê hat ziman û her du alî li ser tiştên ji niha pêde bêne kirin nirxandin kirin. Rewşa bê şîdet û bê pevçûn, xurtkirina qada demokratîk û siyasî ya welatê me anîn ziman û ev yek ji bo hemwelatiyên me û herêma me gelek girîng in, ev yek anîn ziman."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku heyet û DEM Partî di dema pêş de hê bi vîneke xurtir ji bo Banga Civakî ya Aştî û Demokratîk pêk bîne dê bixebite û wisa hat gotin, "Em dixwazin vê yekê ragihînin hemû welatê me: Di rewşa em têde de ji duh hê zêdetir em bi hêvî ne. Em sipasiya hemû partiyên siyasî û aliyan dikin ku heta niha hem bi hişyarî, hem bi girîngipêdanê piştgiriya vê pêvajoyê kirine."
Di hevîditinê de ligel endamên heyetê û Erdogan, Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bûn. Hevîdtin saetek û 25 deqe dom kir.



