Diyarname
Saziyên ku bi awayekî zanistî zemanê eyar dikin, ji ber hatin û zûyîna dinê û tesîrên din gera dinyayê ya li dora xwe hêdî bûye; ji bo vê hêdîbûnê eyar bikin saniyeyekê li 31'ê berfanbara 2008'an zêde kirin.
Ger hûn li bendê ne ku sala we zû xelas bibe hûnê saniyeyekê zêdetir bisekinin. Lewra bi awayakî zanistî saniyeke li roja dawî ya salê hate kirin û bi vê yekê saniyeyek sala 2008'an zêde bû.
Ji sala 1972'yan ve ev 24 car in ku kirinike wisa pêk tê. Di Protokola Tora Demê ya ku bingeha wê înternet e û di mekanîzmaya Pergala Vesazkirina Erdê ya Global e pêdivî bi tişteke wisa heye.
Kêmasiya di demê de yekem car di sala 1972'yan de hate ferqkirin. Herî dawî di 31'ê berfanbara 2005'an de jî saniyeyekê li demê hatibû zêdekirin.