Enqere
DTP bi heyeteke ji 5 kesî pêkhatî dê biçe Başûr û bi Barzanî û Talabanî re hevdîtineke pêk bîne.
Heyeta DTP'ê ya ji 5 kesî pêk tê ku di nav Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne AYna, mebûsa Stenbolê Sahabat Tuncel jî hene dê 13'ê vê mehê biçe Başûr. Heyet dê bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.
Di hevdîtinê de dê li ser pirsgirêka kurd bisekinin û rewşa dawî binirxînin.