logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Pênasekirina helbesta kurdî!

  • Dîrok: 17/01/2021
Maka hemû cureyên wêjeyê helbest; qasî em pê dizanin hezar û dused sal e li Kurdistanê bi kurdî tê lêkirin. 
Yekoyek bi nirxandina hin helbestkaran em bi serdema helbesta kurdî ya klasîk bi hay in û helbet bi lihevkomkirina antolojiyan bi hemû helbestkarên xwe jî dizanin.
Piştre qonaxa Hawarê tê, dîsa bi nirxandina hin navan kêm-zêde em bi wê qonaxê jî agahdar in. Her wiha, bi nirxandineke hêja pirtûka Îrfan Amîda ya bi navê “Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tirêjê” jî li ber destê me ye.
Balam çendîn wisa nav bi nav an a hin serdem hatibin nirxandin jî, lê bi awayekî giştî nirxandin û pênaseya helbesta kurdî nehatiye kirin; bi taybetî ya helbesta kurdî a serbest!
Bi awayekî giştî wekî destpêk ji dema Tirêjê heta Rewşen, Rewşenname, piştî du hezarî wekî pêl di navbera rûpelên kovarên wekî W, Nûbihar, Tîroj, Çîrûsk û hwd. li bakur helbesta serbest a li ser koka helbesta beriya xwe klasîkê şaxdayî, vega wekî; ‘poetîka, polîtîka, ziman, nasname, ligel-lidij’, li ku destpêkir, li ku ye û ber bi ku ve diçe?
Bi taybetî piştî salên nodî, duhezarî û duhezar deh-pazdehan her sal wekî pirtûk di wêjeya me de helbest her li pêş e. Ji çend helbestkaran em guhîştine bi sedan navan. 
Balam hin tişt hene em hê jî jê bêhay in; em pê nizanin kîjan helbestkarê/a me xwedî kîjan poetîkayê ye, helbestkarê/a cureyê kîjan helbestê ye; lîrik, rexneyî, post-modern, polîtîk, çarîn, evîn, pastoral, romantîk, epîk û hwd?!
Hê em pê nizanin kîjan helbestkarê/a me hoste û nûnerê kîjan helbestê ye; kî li ser şopa kê ye?!
Her wiha, bi xwendin, werger û têkîliya helbesta kurdî ya serbest bi ya parçeyên me yên din re, bi ya cîhanê re çi ye, di çi astê de ye; ango têkîliya wê ya bi helbesta zimanên din re çi ye; bandorê lê dike yan bin bandorê de ye!?
Erê helbestkarên me ji alî xwendeyên kurmancî ve pir hendik tên zanîn, nasîn; lê heyf û mixabin, (îstîsna ne tê de) ji ber bandora popîlîzmê û magazînê navê wan li ber helbesta wan tê zanîn!..
Bi min êdî ev dem e, bi awayekî giştî divê nirxandin û pênaseya helbesta kurdî ya serbest (piştî salên nodî) were kirin; li ku dest pê kir, vega li ku ye û berê wê bi ku ve ye..!
Haya min jê hebû, berî vê bi salan hoste û rûspiyê min Berken Bereh dest avêtibû xebateke wisa, lê nizam encam çi bû! Hêvîdar im bi ser ve nehêle, bi encam bike.
Divê êdî yên xwe têrê dibînin dest bavêjin xebateke wiha, da em û xwende pê bizanibin, helbesta me ya serbest ji ku dest pê kir, li ku ye, ber bi ku ve diçe; kîjanê bi kê destpêkir, kî hosteyê kîjanê ye; ji kîjan poetîkayê dizê? 
Ji bo vê pêdiviyê; bo hem xwende serboriya vê qonaxê bizanibe hem nifşê ciwan hay ji yên beriya xwe hebe; bi hay jêbûnê karibe gavên bi pêşdetir bavêje; da dengvedan û geşedana helbesta kurdî sînorên li pêş in bihore…
Da pirs hate kirin bê bersiv nemîne; em û xwende bizanibin ‘filan’ helbestkarê/a me yê/a helbestên wî/ê pir tên xwendin çi cure helbestê dinivîse! Yan kîjan cure helbesta serkeftî ya kîjan helbestkarê me ye…  
Ne ku em navên helbestkarên jê hez dikin ji ber rêz bikin, lê divê em bi cure û poetîka helbest-kariya wan jî bizanibin!!!
Bo êdî em nebêjin filan kes helbestkarê/a kurd e, bo em bêjin filan helbestkarê helbesta me ya ‘polîtîk, pastoral, rexneyî, romantîk, çarîn, evînî, mînîmal, epîk-destanî û hwd. e…   
Çiku em nizanin kîjan helbestkarê/a me helbestkarê/a çi cure helbestê ye! 
Ji loma jî dem e were nirxandin, bi nirxandinê re ji hev were veqetandin û pênasekirin. 


Hin Nivîsen Nivîskar

Berî hûn bibin birakuj!

  • 20 Pûşper 2021

Ew tenê ne birakujî, xwişk-kujî ye jî û ew birakujî-xwişk-kujî, xwekujî û kurdkujî ye jî…Xwişkno, birano! Berî hûn çekê bidin...

Mirina eta min Xana Gulê

  • 01 Tebax 2014

Tevî ku gotine ‘rok a hatinê yek a çûyînê ye jî’ û mirov, ku ji axê hatibe û wê dawiya dawî here axê jî, lê ya/ê...

Ey Dad!

  • 03 Kewçêr 2014

Ku li ku, di kîjan wext û deman de navê wê hatibe hildan nizam! lê ji berî zemanan ve ye, ku her behsa wê tê kirin. Wekî alaleyekê, wekî diruşmekê, ji...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2013: 70 rojnameger li ser kar mirin

ad

Ji pirtûkxaneyekê ber bi xeyalan ve

ad

Du hejmarên 'Kurt Tarîhî' yên dawî wekî PDF pêşkêş kirin

ad

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

ad

'Zemanekî li Hollywood'ê û yên din

ad

Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname