logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin!

  • Dîrok: 14/03/2007


Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurdên Sovyetê, ev ne bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we çiqas ji wan hebû? Ew çawa dijîn, çi dikin, hejmara wan çend e? Vê hefteyê mijara me ev e…


Ew 900 sal in li Urdunê dijîn. Bi giştî di dema Selaheddîn Eyûbî de dest bi çûyîna Urdunê kirine. Ev koç di dema Memlûkan û Osmaniyan de berdewam kiriye. Bi taybetî li herêma Salt û Ğawrê zêde bûn, di sedsala 20’an de ev koçberî zêdetir bûye.
 
Kurdên li Urdunê ne bi giştî koka xwe ji Amed, Mêrdîn, Wan, Sewreg û Rihayê ne.
 
Kurdên Urdunê zêdetir li Ammanê dijîn. Dema Amman dibe paytexta Urdunê kurd zêdetir berê xwe didin wir û niha hejmara zêde li wir e.
 
Ji kurdan gelek kesên giregir jî derketine. Yek ji wan kurdê Amedê Sa’d Cuma el Eyyûbî ye ku di sala 1967’an de bûye serokwezîr. Her wiha wî gelek pirtûk jî nivîsandine.
Li Urdunê kurd li ser nasnameya xwe ya neteweyî nesekinîne, zêdetir bi nasnameya olî bi dewletê ve hatine girêdan lê b isalên 2000’î re bala wan a li ser nasnameya wan zêde bûye.


Wan heta niha zêdetir erebî bikar aniye, ji kurdî dûr ketine. Lê kêm be jî di nava dîrokê de xebatên li ser kurdî jî çêkirine. Yek ji wan bi navê Alî Seydo ferhengek Kurdî-Erebî ku 40 salên xwe didê amade dike. Ferhek di sala 1985’an de wekî 670 rûpel ji aliyê Komeleya Selaheddîn Eyûbî ve tê weşandin.
 
Li ser bikaranîna kurdî ya ji aliyê kurdên Urdunê ve jî wiha tê gotin: “Kurdên ku di salên dawî yên sedsala 19’an û yên destpêka sedsala 20’an de hatin Urdunê baş bi kurdî dizanîn û kurdî xeber didan. Lê nifşê piştî van kurdî ji bîr kirin. Hê nû nû rewşenbîrên kurdan û di demên dawî de kurdên li Taxa Kurdan a Dimeşqê yan jî yên ji Cezîre hatine em dibînin ku bi kurdî xeber didin.”
 
Gelek tiştên nû kurdan  aniye Urdunê. Yekem car li Urdunê kurdan weşanxane vekirine, yekem can wan futbol, spora basketê anîne. Dîsa yekem kesê ku xwediyê bawernameya firîne ye kurdek bûye.
 
Komeleya Selaheddîn Eyûbî her çiqas niha ne çalak be jî di dîrokê de karên baş kirine. Koma wan a folklorê bi motîf û lîstikên xwe reng li wir kiriye, di Newrozan de derketiye ser dikê.
 
Ger hûn bipirsin ev ji ku derketin, ez bêjim: Niha pirtûkek bi navê “Urdun Kurtleri (Kurdê Urdunê)” bi tirkî ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji aliyê Muhammed Ali es-Siwêrekî el-Kurdî ve di encama xebateke 17 salan de hatiye nivîsandin. Pirtûk yekem car di sala 2004’an de li Ammanê, 2005’an de li Silêmaniyeyê, 2006’an de li Dubai û niha jî li Tirkiyeyê hat çapkirin.
 
Dema min pirtûk xwend, ne bû ku ez van agahiyan bi we re par ve nekim. Bêşik gelek agahiyên din jî di pirtûk de hene, lê min tenê hin jê hilbijartin.
 
Piştî ew qas agahiyan mirov hejmara kurdên ku li Urdunê dijî meraq dike ne wisa? Min bi xwe jî meraq kir. Piştî mirov ew qas agahiyan dixwîne, dibêje qey bi mîlyonan kurd li Urdunê dijî. Bi ya we çiqas kurd li Urdunê dijîn? Berî ez bigihîjim reqemê min ji xwe re texmîn kir, min got mimkûn e çend sed hezar bin, lê tenê dora  15-20 hezarî ne. Belê li gor hejmara ku pirtûk pêşkêşî me dike tenê: 15-20 hezar.
 
Kesên bixwazin dikarin ji Avestayê pirtûkê peyda bikin.
 
Urdun Kurtlerî / Muhammed Ali es-Siwêrekî el-Kurdî / Weşanên Avesta / 236 rûpel
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • 26 Rezber 2023

Azîz Yagan kurdekî ye. Ji ku ye nizanim, lê ne muhîm e jî. Bi qasî dizanim bûye prof... Çendek berê twittek wisa nivîsî; "Divê em pêşî...

Mem, ma wisa dibe?

  • 28 Avrêl 2008

Tê zanîn, îsal 110'emîn salvegera rojnamegeriya kurdan e. Heta niha hin nivîs li ser vê rojê hatin nivîsîn. Yek ji wan jî Mem Mîrxan e ku di quncikê xwe de...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Cemal Nebez didin nivîskar Omerxalî

ad

Xelatê BAFTA resay wayîranê xo

ad

Li ser navê jinên afgan xelatê didin Sahra Karimi

ad

Azadiya Welat sibê li bayiyan e

ad

Ayetên Çiyan Nayên Jibîrkirin

ad

Şêxmeqsûd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname