Diyarname
Nûçegîhana Rûdawê Sîma Abxizir agahiyên balkêş li ser kurdên Rojava yên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne dan.
Sîma Abxizir dibêje ku erê li Rojava zehmetî hene lê ji bo kurd koçber bibin ne zehmetiyên mezin in. Dîsa dibêje, kurdên Rojava dibêjin ew alîkariya ku Hikumeta Başûr li kampan dide van Rojavayiyan li Rojava li gel belav bikira dê baştir ba.
Yek ji xala herî balkêş jî ev e: "Rojavaniyên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne hemû jî li bajarên Rojava xaniyên wan hene, xaniyên xwe dane ereban bi kirê û derbasî Başûr bûne."
Vane çend not ji gotinên Sîma Abxizir:
- Xelk encaman siyaseta şaş a partiyan neçar mane hatine vira (qala Başûr dike). Ger pirsgirêka xwarinê hebe dîsa ji ber girtina derî bû. Xelk dibêje ger ewq derî vekirî ba, ew alîkariya mirovî ku li Başûr dide xelkê, ji derî re bişanda vira qet pêwîst nedikir ku xelk li vir mal û halê xwe bihêlin herin. Tiştek balkêş ê din heye: Rojavaniyên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne hemû jî li bajarên Rojava xaniyên wan hene, xaniyên xwe dane ereban bi kirê û derbasî Başûr bûne. (li ser pirsa pêşkêşvan "Li kîjan bajarî ev tişt heye" dibêje) Li Bajarê Dêrikê de, li bajarê Qamişlo de ev tişt heye.
- Li Bajarê Dêrikê tu kêmasiyek ku hebe xelk bajar vala bike were (Başûr) tune ye. Li bajarê Dêrikê xelkê Şamê, xelkê Serêkaniyê cihê şer hatine bi cih bûne, ereb hatine bi cih bûn.
- Li Serêkaniyê aramî heye. Şer ne li nav bajêr, li derve heye. Şer li Serêkanî ye, Serêkanî vala nebûye, Qamoşlo û Dêrik vala dibe.
- Bajarê Amûdê bajarek aram e.
- Ligel ku li Serêkaniyê şer heye jî xelkê vala nekiriye. Dikarim bibêjim sedî 60-70 gel têde jiyan dike. Jiyan bi her awayî berdewam e, xelk karê xwe dike. Xelk dibêje em nizanin ji kîjan alî de dê hawan li me keve, lê em bajarê xwe bernadin.
Û ew axaftina Sîma Abxizir wekî vîdyo: