logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Kîjan kurd dê dengê xwe bide van?

  • Dîrok: 29/10/2015
Ji aliyê AKP'ê ve gelek gotin hatin kirin. 
Wisa hatin gotin, "PYD terorîst e", "PYD ji DAIŞ'ê bi talûketir e".
Wekî din?
Ma hewceye em qala "AKP ji desthilatdarî here dê Torosên Spî bên" bikin?
Ne hewceye em qala kurdên bi pişt erebeyên zirxî ve hatin girêdan û bi erdê ve hatin kişandin bikin.
Ne hewceye em qala du karkerên firinê ku li Agirî hatin kuştin bikin; sivîlên li Cizîr, Farqînê hatin kuştin bikin.
Em qala bombeyên li Amedê, Pirsûsê, Enqereyê teqiyan nakin. Em qala Hemdullahê Oge yê ajokarê erebeya HDP'ê yê li Çewligê hat kuştin nakin...

Hema emê çend gotinên hin berendamên AKP'ê yên li bajarên kurdan bikin bes e...

Binêrin ev gotinên wan in, de êdî hûn dengên xwe didin yan nadin hûn dizanin...

Mehmet Galip ENSARİOGLU (Berendamê Mebûsî yê AKP'ê yê Amedê). Dema li Roboskî komkujî çêbû, 34 gundiyên kurd bi bombeyên balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin Ensarioglu li meclisê mebûs bû. Li ber kursiya meclisê got partiya me li ser meseleyê disekine, ew dû ber nade, ewê Dobroskî (yanê meseleya "Te çi navê min safî kir, dora navê bavê min e) çareser bike.
Bi ser Roboskî re, yanê "Dobroskiya" Ensarioglu re 4 sal derbas bûn, ne Ensarioglu ji kesî hesab pirsî, ne jî partiya wî. Û niha ew dengan ji kurdan dixwazin...

Yasin Aktay (Berendamê Mebûsî yê AKP'ê yê Sêrtê): Di xebatên hilbijartina 7'ê pûşperê de li pêşberî gel got "Eyb e mirov bibêje kurd"...
Ma wekî din pêdivî bi gotinê heye.

Beşir Atalay (Berendamê Mebûsî yê AKP'ê yê Wanê). Di sala 2009'an de di bin navê "Operasyonên KCK'ê" de bi hezaran kurd, ku têde siyasetmedar, şaredar jî hebûn hatin girtin. Atalay wê demê wisa parastibû ev operasyon: "Me her kêliya vê meseleyê pîva, em wisa tevgeriyan." Yanê nêzî 10 hezar siyasetmedarên kurd wisa hatin girtin ku li mala wan kêrek jî henatibû dîtin. Ew di navbera 2007-2011'an de Wezîrê Karên Hundir bû û wê demê kurd hatin kuştin, bêyî ku heta niha kujerên wan bêne dîtin. Mînak Ceylan Onkola 13 salî li Licê (28.09.2009) hat kuştin

Orhan Miroğlu (Berendamê Mebûsî yê AKP'ê yê Mêrdînê). Wî jî di dema van operasyonan de piştgirî da operasyonan û diyar kir ku ew operasyon mafdar in. Di hevpeyvîna ku ji bo Yeni Şafakê kir de wisa digot; "Baş bû ku ew operasyon hatin kirin."

Mehmet Şimşekê ku dibêje tevgera kurd zilmê li kurdan dike, (12.10.2015, Sabah), Cevdet Yilmazê ku dibêje "Ji bo pêşî li HDP'ê bigirin HDP derxistine, HDP partiya projeyek e" û yên din....

Ma hewce dike mirov dirêj bike.
We got çi?
1'ê Sermawezê, roja dengdanê tê.
Dema hûn çûn ber sindoqê guh bidin dengê dilê xwe. Dengî we ber bi ku ve bir, ber bi wir ve herin. Her kes bi xêr û guneyên xwe ye...

Hin Nivîsen Nivîskar

Meseleya Barzanî; Em hê nikarin serokek hilbijêrin

  • 20 Rezber 2015

Bi ya min hin tiştan bêyî em alî bigirin divê em nîqaş bikin. Meseleya Serokatiya Mesûd Barzanî jî yek ji van tiştan e. Bêyî em neyartiyê/dostaniyê bikin divê em nîqaş bikin. Di vê "Diyarê Me" de jî emê...

'The Post'

  • 04 Sibat 2018

Wisa bifikirin: Li welatekî hikumet leşkeran dişîne şer. Ne yek ne didu, ne sed ne hezar... Hema dişîne. Ligel ku dizane di wî şerî de bi ser nakeve jî... Ew hikumet her pêdivî...

Têkçûna arşîvekî

  • 16 Sermawez 2017

Di destpêka sedsala 20'an de agir bi taxê dikeve, di nava taxê de mala Mihemed Emîn Zekî Beg jî dişewite û xebata wî ya li ser "Dîroka Kurdistanê" ku bi salan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi awayekî fermî hat girtin

ad

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê: Divê Rojava bikare li Hewlêrê nûneriya xwe veke

ad

Şêrko Bêkes hat bibîranîn

ad

Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ava bû

ad

Jurî Pêşbazî Belgefîlman hamî eşkerakerdin

ad

Karsaz Halis Toprak wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname