Wekî gotinek toreyî û rojane gotina ‘zêdetirîn’ li xweşiya min jî naçe. Jiyan û xwesteka di her tiştî de zêdetirînî li hev nakin.
Berî çend rojan min xwe li sirûştê girt; wextek zêde geriyam. Min hîs dikir ku rihê min li tiştekê digere lê min nedizanî li çi digere. Bi wî awayî bi saetan geriyam.
Li vegerê dîsa geriyam. Pêrgî nasekî hatim. Me biryar da em li parkê çay vexwin. Heval çû rûnişt. Di wê kêliyê de ez bi du nasan re li ser piyan ketim sohbetê. Piştî ew çûn min jî xwe li parkê girt. Min nedît ku têl di nav darikên qirş û qalî de hatiye kişandin. Lingên min bi têlê ket ez pekiyam. Serê min çû bêton û keviran. Di wê kêliyê de ji bo ez serê xwe bi parêzêm min milê rastê kir qurbana serî! Ji navmil de hem ji cî derket hem şikest û hem jî derizî.
Min mesele ji Cemîl re got û min gote wî heya wextekê ezê nikarbim nivîs lê bikim. Min ji hevalek alîkarî xwest û ev nivîs nivîsî ji bo haya xwendevanên me jê hebin.
Piştî ketinê ez carek din fikirîm ku zêdetirîn tişt ne baş e. A din jî ev e ku serê me her wext bi tiştekê re mijûl e, mîna ne bi aîdî me be!
cihanacirokan@hotmail.com


