”Ji wezaretê bo nivîskaran destega madî heye! Wezareta Çand û Tûrîzmê ê ji vir bi şûn de ji bo nivîskaran destega madî bide…. Nivîskarên ku welatiyên Komara Turkî ne û berhemên xwe ê bi Tirkî binivîsînîn hem di pêvajoya nivîsînê de hem jî di pêvajoya weşanê de wê desteg were dayîn.”(Rojnameya Bir Gun, 27.12.2013)
Ev nûçe ji du hêlan ve muhîm e yek jê ew e ku li vî welatî xebatên edebî û hunerî, di zîneta rêveberiyan de, wekî talûke dihat zanîn. Bi ya min, piştî têkiliyên vî welatî yên bazirganiyê ku bi gelek welatan re hate saz kirin hate dîtin bê rola edebiyatê ya di têkiliyan de çiqas muhîm e. Li vî welatî her kesî li ber çavên xwe dît bê bi tena serê xwe Orhan Pamuk vî welatî çawa da nasîn.
Wekî di nûçeyê de tê dîtin ji bo rê li ber edebiyata kurdî û xebatên edebî yên bi zimanên din bêne girtin ew şert hatiye danîn da berhem bi tirkî bin!
Em guh bidin agahiyên Weşanxana YKY ku wekî reklamekê îro belav kiriye:
“Her mehê jê weşandina 46 heb kitêban bi dubareyî, 21 heb jê yên nû bi tevahî 67 kitêb gihaştin ber destê xwendevanên me.”
Bi tenê weşanxaneyekê mehê 21 heb kitêbên nû weşandine. Niyeta min û qiyasê nîn e, tiştekî wisa jî şaş e lê ev rastiyekê didin der ku di jiyan û pêşdeçûna gelan de ciyê kitêban muhîm e. Mixabin gelek nivîskarên kurmanciyê belkî yên zazakî ji ber problemên madî nikarin kitêbên xwe bidin weşandin. Bi rastî mereq dikim, wextê siyasetmedarên kurd (giş) bi siyasetmedarên biyan re dikevin sohbetê ji bo edebiyata me ya modern çi dibêjin, an jî çawa didin nasîn?
Nizanim Cemîl ê kitêbên ku îsal hatine çapkirin biweşîne an na? Li dû weşandinê belkî em ê karibin rastiyê xweştir fam bikin.


