Di zimanekî de ger peyv û têgeh di ciyê xwe de werin bikaranîn ew ziman hem xweşik dibe hem aktîftir dibe. Ji alî wateyê ve ku peyv bi xelet werin bikaranîn ziman belawela dibe. Mixabin di zimanê me de arîşeyên bi vî awayî pir in. Gelek kes, vê rewşê wekî cudahiyên di navbera devokan de dihesibînin lê sedem bi tenê ne ev e; ji alî wateyê ve belkî em bes serê xwe naêşînin.
Di edebiyatê de ev diyardeyeke muhîm e; peyv çiqas xweşik werin bikaranîn metn ew qas bi ber dibin. Di vê nivîsê de ê mijara me peyva xweşik be.
1.
Pirî caran peyvên xweşik-bedew-rind… wekî ku hevwate bin tên bikaranîn. Ger em baş bala xwe bidinê xweşik û bedew- rind ne hevwate ne. Rind û bedew ji alî cinsî ve wateyekê didin der ku erotîzmeke sivik jî didin der; keçikeke bedew e, çi rind e!.. Peyva xweşik wê wateyê nade der; te xweş der bir, li cî ye. Lê em nikarin bêjin te rind derbir, bedew derbir. Ji ber ku di tirkî de bi tenê peyva “guzel” tê bikaranîn gelek kes her peyva di kurdî de wekî hevwateya “guzel” difikirin! Em dikarin bêjin zimanekî wî/wê yê xweş, delal heye lê nabe ku însan bêje zimanekî wî/wê yê rind, bedew heye.
Heger ku însan bi wî mantiqî bifikire divê karibe bêje, geliyekî bedew, goleke rind… Lê na, di kurmancî de ger em bêjin geliyekî xweş, goleke xweş ê wateya xwe bide der.
2. Peyva xwişk awayê xirabûyî yê peyva xweşik e. “E” ketiye, “ i” cî guheriye. Ger em vê bifikirin wê cî û wateya peyva xwişk xwe bide der. Helbet peyva “xweng” jî heye.
Di civaka me de, xwişk û biratî pir şîrîn tê hesibandin. Di çîrçîrok û destanan de gelek bûyer hene di derbarê xwişk û birayan de. Dibe ku ji wê ratsiya civakî peyva xwişk xwe dabe der.
Di derbirînên edebî de ger bala me nivîskaran li ser rastiyên wisa bin û xwendevan jî karibin xwe ji bandora zimanên biyanî xilas bikin û kurmancî bi vî çavî jî bibînin û bixwînin ê gelek tişt biguherin.
***
Nîşe: Îro xwişkek min emelîyet bû. Tesadif e ku ev nivîs di dorê de bû.
Çar xwişkên min hene ku ew li ber dilê min şîrîn in. Her însan di jiyanê de ji hêlên xwe yên baş haydar in. Ez ji başiyek xwe gelek piştrast im ew jî ev e ku min di jiyana xwe de tu car dilê xwişkên xwe neêşand.
Ji derî wan, min ji du kesan re jî “xwişka min” gotibû ku bira bira ew di dilê min de ezîz bûn. Yek jê hê jî bi ezîzbûna xwe wekî xwişkek min ya manewî ye.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Em ji bo xwişka nivîskarê me Cîhan Roj şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin debasî be.


