logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Îzzet Altinmeşeyên wêjeyê

  • Dîrok: 31/05/2020
Destpêkê de vê bêjim; heke netewa kurd jî wekî netewên din xwedî dewlet û statû bûya; wekî netewên xwedî dewlet nasname, ziman û çanda kurdan jî wekî ya wan ne di bin metirsiya talan, înkar û pişaftinê de bûya; hêngê her kurdê xwedî hunerekê dikarî bigota ez ê hunera xwe, wêjeya xwe bi zimanekî din ê ku hê bêhtir li huner-wêjeya min tê bikim; me jî dê ji wê tercihê re rêz bigirta, heta bigota bo me çi şanazî ye, di nav hunermend-wêjevanên filan netewê-welatî de yên ji me ne jî hene; heta belkî me xwe binepixanda ku yên ji me nebin ew netew nikarin du peyvan jî bînin ba hev…
Û tiştê herî girîn jî ev e; heke ev rewşa pişaftinê ya kurdî nebûya, ev rewşa entegresyonê ya netewa kurd nebûya me jî dikarî mîna hinan bigota, ya girîng huner… Ji lew, huner-wêjeya ku kurdek bi tirkî, erebî, farisî dike ne masûm e, ew kes jî bi wê kirina xwe ne masûm in… 
Çimkî kes nikare têkîliya kurdekî/ê ya bi tirkî, erebî, farsî re wekî ya bi îngîlîzî, firansizî re asayî be nîşan bide, normal bibîne.
Li cîhanê hin netew û dewlet bi hişmendî û pîskolojiya împaratoriyê karên xwe bi rê ve dibin; mînak Amerîka, Brîtanya û Tirkiyê; kesên ji netew û civakên din bo dewlet û netewa xwe bikar tînin-dixebitînin.
Ji hin dezgehên wan ên kesan dixebitînin re em bêjin (daîreya mezin)
qest ji daîreya mezin ev e; hemû tiştên aîdî civak, netew û kêmarên di bin destê netewa mezin de biçûk in, li jêr in; a li jor netewa wan e, tiştên aîdî neteweya wan ên baş û maqûl in; û erka wê daîreya mezin ev e; tiştên baş ên aîdî yên li jêr bi awayekî kesî pê nehesîne, berhev bike bike malê netewa xwe.
A tirkan jî daîreya wan a mezin, ‘daîreya zimên e, zimanê tirkî’!
Kesên ne tirk ên ku bi kar, huner û wêjeya xwe xizmetî wê dezgehê dikin; hin bi dilsozî, hin bi teşwîq, hin bêyî ku haya xwe li xwe hebe ka xizmetî çi dike, hin bo ajo û derdê popîlertiyê ji wan re vî karî dikin. Bi awayekî bo mezinkirina wê daîreyê dixebitin, an tên xebitandin…
Du armancên vê daîreyê hene, yek her çi tiştê baş li cem civak, netew û kêmarên li jêr hebe wekî stran, xwarin, govend, çîrok, peyv; bi rêya wêjeyê, muzîkê, sînemayê û hwd. hilberînin û bînin li ya daîreya mezin zêde bikin, bikin malê wê. 
Armanca duyem jî, divê ew kes bi karê ku bo daîreya mezin dikin xizmetî entegrasyonê jî bikin. Loma kesên ne tirk ên bi karên xwe xizmetî vê daîreyê dikin divê kesên entegrebûyî bin da karibin entegre jî bikin.
(entegresyon piştî asîmlasyonê tê, çi ku tê hesibandin asîmîlasyon bi ser ketiye, em di qonaxa entegrasyonê de ne) 
Tê gotin Îzzet Altinmeşe çend hezar kilamên kurdî kirine malê tirkî; yên mîna wî jî pir in…
Dema Îzzet Altinmeşe de kesên ew kar dikirin bo hê kurd wekî îro bi xwe nehesiyabûn wan kesan bi rehetî bi dewletê ve bi netewa tirk ve girêdana xwe eşkere diyar dikirin, digotin "em tirk in hunera me jî hunera tirkan e."
Lê piştî ku kurd piçekî bi xwe hesiyan wê daîreya mezin jî rêbaza xwe guhert. Êdî Altinmeşeyan erka xwe bi cî anîbûn loma kesên din diviyan; kesên di nav kurditiyê de xuya dikin, kesên ji nav komeleyeke behsa demokrasî û mafan dike, kesên ji sendîkayeke ku kurd jî bi kurdbûna xwe ya siyasî-lê ne bi zimanî û çandî li wir in û kesên xwe çepgir, demokrat an welatparêz dihesibînin û hwd.  
Ji ber ku di nav girseya bihêz a kurd û entegrebûyî de ew kes nêzî wan bûn an ji sendîka û komeleya wan bûn bi hêsayî dihatin tolerekirin. Ji loma wê daîreya mezin jî pêşî li wan wêjevan, muzîkjen, sînemager û helbestkaran vekir, bi awayekî nepenî propagandaya wan jî da kirin-dide kirin. 
(ger kesên li talanê dixin ne ‘demokrat’ lê rastgir, oldar, nijadperest bûna, ku pirtûk û xebatên wan di nav ‘kurdên din’ de wiha rastî eleqeyê bihatana gelo yên ji vê talanê re bê helwest dimînin dê dîsa bê bertek bimana? Lê xelkî baqil e, dizane çawa di binê kayê re avê bibe!) 
Û wan jî destpêkir; çi çîrokeke kurdî ya xweş hebû, çi straneke kurdî ya baş hebû, çi xwarin, fîgur, cil û berg, kêrsim, tiştekî çandî, zimanî û foklorîk û heta serdemeke bo kurdan trajîk hebû kirin fîlm, rakirin danîn kirin malê daîreya mezin; heta di fîlmek ji wan fîlman de çendîn ku wê demê gelek fraksyon û şoreşgerên kurd li wan bajar û navçeyan hebûn û serdest bûn jî, lê di wî fîlmî de şoreşgerên li wir giş ji çepê tirkan bûn (em giş bi Emînê Dîn keniyabûn) her wiha di pirtûka yekî de çîroka bi navê ‘çîroka xalê min’ de jî eynî tişt heye, wekî hîngê şoreşgerên kurd ne li wan navçeyan bin, wekî şoreşgerên çepê tirkan bi tenê li wir hebûne çîrokên xwe lê kiriye; mînak pir in…
Helbet dîtin kurdên entegrebûyî gelek eleqeyê nîşanî van xebatên qey dibêjî ji derveyî vîna wê piştê-daîreyê tên kirin didin, hem dîn ji wan kesên kurd an demokrat xuya dikin re kurd pir didin çepikan û dîtin ku ava di cihoka asîmîlasyon û entegrasyonê de xweş dihêrike, qedehên xwe hildan gotin noş, ji talanê re noşşşş…
Helbet erkeke din jî diket ser milê wan kesên ne tirk ên ji daîreya mezin ‘ji zimanê tirkî re dixebitîn’; bi nav û destnîşanên xwe divê binê çend bangawaziyên daxwaza aştî, mafên mirovan dikin jî îmze bikirana, li hin mîtîng û civînan bejna xwe bihejandana; çendîn ev yek ne bi dilê daîreya mezin bûya jî, lê wan didî ku ev dilê entegrebûyiyan xweş dike, armanca tarî-nepenî vedişêre çavê xwe ji îmze û pozên artîstkî re digirt, heta carinan didî ku eleqe kêm e, radibû derbarê wan de gilîname didan dozgeran, bala eleqeya kêm jî dikişand ser wan kesan.
Wan kesan tu caran hevpeyvînek nedane rojname, malper an kovareke kurdî!
Çimkî daîreya mezin û eleqeya entegrebûyiyan hestek wisa ‘xwe mezin dîtînê’ daye wan ku; ew layîqî xwe nabînin rûyê wan di malper, kovar û rojnameyeke ‘marjînal’ de nîşan bidin. 
Berevajî vê, rojname û kovar û malperên bi tirkî tên deriyê wan. 
Berê ‘nivîskar û rewşenbîrê esil kurd’ dinivîsandin, niha ê hinan bes bajarê wî dinivîsin; jixwe ew pênase têrê dike ku girseya entegrebûyî çima ku gotine kurd e, bi dilxwazî çavên xwe ji talanê re bigire, heta bêyî zanibe çi lê diqewime dide pêşiyê, diz dibe ser devê gencîneya xwe jî…
Wêjeya wan;
Vê bêjim; heke ew kes rabin bi camêrî bêjin çendîn em kurd bin jî, lê em wêjekarên zimanê tirkî ne, ne nivîskarên kurd in em ê bêjin, aha wisa bi camêrî ha! ehlen we sehlen. Lê wê nabêjin, nikarin bêjin, çimkî dizanin bêyî kurdê entegreyî kêm kesên ji civakên din wan dixwînin. Jixwe armanca wan û hêza li pişt jî ew girseya bes ‘nav’ kurd maye ye.
Û helbet hin nivîskarên din jî hene; nivîskarên ku lingekî wan ê di nav milkê kurdî, lingê din di nav ê tirkî de ye; wan hê biryara xwe nedaye, loma ne mijara me ne…
Heke ew nivîskar-wêjevanên mijara me biçin li herêmeke din a Tirkiyeyê, li wekî ya Egeyê, Behra Reş, Behra Spî, Trakya an Anatoliya Navîn mijarekê ji xwe re bibînin, roman, çîrok an fîlmê xwe bi çand, devok û derûniya wan deran birêsin, meriv dikare bêje heqet çi romanûs, çîroknûs an fîlmbaz bûne; balam a ew dibêjin hunera me ye, vegotina me ye, çîroka me ye, bes honandin a wan e; huner û çîrok, naverok an a kilama dengbêjekî ye, yan a mîtolojiya me û rojhilat e… 
(ecêb e! di mala gişan de jî denbêjek hebûye, giş li ber dengê  dengbêjekî mezin bûne…)
Tirkê dinê nedî û kurdê entegrebûyî yê xwenenas jî dibêje, helal be çi huner afirandiye, çi vegotin bidest xistiye… 
Dibêm bila tirkek bi tirkiya xwe ve rabe heke ku qûna xwe jî biçirîne nikare qalibekî wisa di vegotina tirkî de bikar bîne, çimkî tirkî ne ew ziman e ku xwedî vegotin û qalibên wisa be; heke ne ji ziman û çandeke dîtir be, heke ne bi vegotina kesê binhişê xwe ji ziman û çanda xwe yî înkar kirî tije be, bi tirkî ew qalib û vegotin ne guncav e.
Bo zanibim ew kî ne û çi dinivîsin min çend heb pirtûkên wan xwendin; bi xwe mikur werim min xwe bi xwe gotiye, ‘heke ez dewsa wê daîreya mezin de bim ez van kesan bo ev xizmet ji zimanê tirkî re kirine, plaket çi ye yaw…! ez ê bi pere û pirpirikên zêrîn xelatan bidim wan’; bi şeref heq dikin…
Min peyva entegre bûyî pir bikar anî; entegrebûyîn ev tişt e ‘bi zimanê wan diaxivî, bi zimanê wan dihizirî, rojeva wan rojeva xwe dizanî, bi derûniya wan tevdigerî, êdî li gorî plansaziyên wan a pêşerojê jiyana xwe saz dikî  û bi çavê yek ji wan î xwe dibînî-dinêrî’. 
Û encama vê yekê li bajarekî mîna Amedê di rojên hevpeyvîn û destnîşanan de wiha diyar dibe; a kurdê nivîskarê tirkî dor nayê te da tu pirtûkekê pê bidî destnîşankirin, helbet yên dorê nadin te jî kurdên ji alî derûnî, hişî û zimanî ve asîmîlebûyî ne; (qey dibên dora entegrebûyînê ‘belkî’ nehatiye wan!) 
Lê ya nivîskarekî kurd-entegreyî tirkî nebûyî, dikarî heta êvarê jî pê re sohbetê bikî. Çimkî yên tên pirtûka bi destnîşan jê bigirin deh kurdên mîna wî/ê yên entegre nebûyî ne; yanê problema ketina dorê tune ye…
Dibe ji wan nivîskaran hin di ber xwe re dibin tînin jî; ‘rojekê ku min Nobel stend belkî li ewyana rêûresma xelat girtinê, yan ku li qada Amedê girseyek amade bû da min bide kolên xwe ez ê kurdbûna xwe bi eşkereyî biqîrim’. 
‘Helbet bo fînalê xeyalekî xweş e; Yaşar Kemal  jî fînalekî wisa xeyal dikir!..’
Belê heke ew xeyal pêk hat, mîna navê xwe dizanim ên ku dê li wê qadê te hildin ser milan jî wê amade bin; kirine jî…
Lê divê ew vê yekê ji bîr nekin; navdariya we heya karê wan bi we qediyaye, yanê heta we ji kurdî biriye kiriye malê tirkî, ta hûn kêrî wan hatine...
Di muzîkê de jî yên wisa hebûn, bi salan serê ciwanên kurd bi ‘ozgûn arabeskê’ kir çeqilmast çi wext got kurdî hema fîş jê kişandin! Û li parçeyên me yê din jî yên wisa hene; ên bi çîroka kurdî kelama erebî û ya farsî bilind dikin…
Têbinî: heke ew nivîs zora hinan biçe û bêje yaw ma tu hê li wir î!? Dibêjim wan; keko-xanimê, heta hûn li deran rûnin serê du gotinan bi tirkî bêjin neteweya me, zimanê me, çanda me, foklora me û wan ji xwe re bikin mijara ‘çerez’ a xwe tatmînkirinê hin jî dê tim bêjin ‘bi saya serê we û ew ên hûn bi israr dibêjin nivîskar, rewşenbîr û hunermendê kurd, evî tiştî tînin serê netew, ziman, çand, foklor û nizanim çikê we’! 
Heke na, hûn nebêjin em netewek in, ziman û çandek me heye; ew hinên van gotinan dibêjin jî xwe ker dikin, ji wan re çi durûtî… 
Hin Nivîsen Nivîskar

Sedemên monologa wêjeya kurdî!

  • 31 Rêbendan 2021

Monolog cureyekî nivîsandina romanê ye. Ez bi xwe jî ji xwendina romanên monologî hez dikim.Nivîsandina metna monologê tercîha nivîskar e, lê hin ne bi destê...

Kurdiya erzan!

  • 11 Gulan 2020

Zimanê her kesî ye; yê hemû neteweyê, ji loma mafê hemî kesan e bi zimanê xwe biaxifin; çawa dixwazin bila wisa biaxifin; bi devoka xwe, bi zaravayê xwe, heta bi...

Wekî bêkêriya tîpa ‘i’yê!

  • 13 Sibat 2022

Di alfabeya kurdî de yek jê tîpa herî bêsiûd tîpa “i”yê ye! U û Û ne têde bi hemî tîpên din peyvên bi eslê xwe...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Namzêtê guhertina zihniyeta yekparêzî Demirtaş

ad

Li DYA'yê du peyker hatin rakirin

ad

10 karkerên din jî hatin kuştin!

ad

Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

ad

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'

ad

Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname