Banê erş mişt balinde, ax dîsa ev peyva mirinê (1).
…
Ax li me... axûzî li dinyalikê. Ji dêleva peyvê, hêmayê, mirin geriya li zarê helbestkarekî.
Mirin... mirina ku bi xwe jî peyveke, hêmayeke her û wer. Qelem şikest li kaxizê -kaxiz nema me dibihîze!
Mirov dikare çi binivîse ku li dû koçkirina helbestkarekî ku bûye zarê pir dîmen û objeyên negotî; helbestkarekî ku ji lêvên her‘tişt’ê ji me re helbest gotî; helbestkarekî ku ji her cure cir û serêşê ji dil vegotî… û bi ser de jî helbestkarekî ku helbestên wî averêyî zimanekî dîtir bûye ku hê tu kesî peyvek/çirek jî ji vî zimanê/guhanê çiçik pê ariyayî nedotî!
Êşa helbestkarekî dîtir da dil û peyvê koça xwe da ser mil.
Perde reş kişiya. Replîkavêjekî jîr û şareza, dika helbestê hêla xalî. Zarê hemû tiştan (nemaze jî tiştên bi me ‘bêkêr’) lal ket. Çû, koç kir “Wî alî”; Ozanê ku ji me re helbestên kevn dixwend.
Derba mirinê li navbera her du birûyan edilî. Şabaş... Helbest û pê re jî xêz, ketine şînê ev çendeke li “Vî alî”...
Îlhan Berk mir, serê helbestê sax...
Destê êvarê bi berde hat. Şev li deryayê dahat. Atlas ma bê kevî. Textê evînê ket.
Helbesta ku a vê kêlîkê li Deriyê Dinê da, bi girî vebû. Lê qêrîna wê bi kesî ve negiha, kesî deng nedayê, ma sêwî.
Îlhan Berk mir...
Mirovekî bejinbilind borî di Dinê re. Dîrok û erotîzm, derya û êvar, masî û çivîk, kîşwer û hengame hêla Wilo.
Bask li hespê şikest. Hewş ma bêsî. Xwîna Helbestkêr ma li erdê. Tav êdî nakeve li kefa dêst.
li bin kokelê (2)
kevir in, kê şeh kirine li nîrekî ji kewnê
li vir, kê vebirriye ev kevan, li binya kavilan
ji kevnehelbestekê
Kokel xalî
li wiyalî wext, jê dixwe
tarîx li viyalî
nema dilivin jî lê pêgên Îlhan Berk
lê lêv dipistin hê jî li dûr, ji nişayê
û deng e, dengê Ozan kuçeyeke teng e
tê ji nedî ve dikeve defterekê, xetxetî
li bin Kokelê, li Perayê
14 rêbendan ‘07
kokela galata/stenbol
1: kurtehelebesteke Îlhan Berk
2: helbesta min (li dû şûnşopa Îlhan Berk li Perayê).
ezyeqin@hotmail.com


