logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Hêwî, hawar û nasnameya xakekê: Şêrgele

  • Dîrok: 20/06/2008

 

Li  qonaxeke dijwar;ku ziman û çand û kultura kurdî tune dihate hisabikirin û  bi kurmancîaxaftin yek ji nîşaneya gundîtî û dur-şaristanî dihate zanîn,wî û çend hevalên xwe dabûn ser şopa bav kalên xwe û wek donkîşotê sirvantês sînga xwe vekiribûn ji tîrên (Rojen Barnas,Berken Bereh,Mem Ronga)xêrnexwazanre.Di mêjiyê wan de xewn û xeyalên dahatûyeke gewre,di dilê wan de baweriya wan,li ser zimanê wan peyvên kurmanciya reş,di destê wan de pertûken E.Xanî,M.Cizerî,Cegerxwîn…berê xwe dan tîrêja spêdê.Li wan salên awarte û dijwar,bager û bahozên înkariyê çi biketa li ber wan diqutifandin.Lê wan tucarî ne bejna xwe tewand,ne li paş xwe nihêrîn û ne jî ji ya xwe hatin xwar.Wek dînemêran her li pêş,bi hesreta welateke azad û dinyayeke xweşiktir meşiyan.Li kod û şifreyên di bîrên bê binî de hatine veşartin,li lûtke û berqafên çiyan de hatine binaxkirin digeriyan,da ku xwe bigihînin wî warê wê her kes lê bi biratî û wekheviyê bijîn.Arjen Arî,di nav wî refê dilpiyar,henûn,berxwedêr û raperîner de,yek ji wanê her li pêş bû.

Helbesta Arjen Arî,ji “ramûsan min veşartin li geliyekî” ta”Şêrgele” yê her bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikêşe.Ev vegotin wek ferhenga wî bi teql,çiyayî û nêr û berxwedêr bû ye.Tirajediya bi sedan salan ya li vê xakê hatiye jiyîn wek tevnkarekê bi sebr û hostatî vedibêje û digihîne îro.Helbestên wî,wek manîfestoya pêşmergeyekî ku dikare li her derê olan bide û bête jiberkirin,xwe berdide nav dil û hinavan.Vêya jî wek ahenga dengê qoça şal-şapikê bi hêmînî û bi harmoniyê pêk tîne.Gellek caran em,wî,li lûtkeyên Cûdî li kêlek pezkûvî û karxezalên sîng-sor,caran jî li nav xirûcira Ofîsa Amedê wek derwêşê kurmanciyê, banga lixwemikurhatinê û mizginiya dahatûyeke gewre belav dike,direşîne.

dem spî, aso spî, ba guzan
ev gelî Geliyê Zîlan
di çend kêjan werbûm û rabûm
tev de tev de 29 bûm
navekî min bû şikestin, navê din bû serhildan!

Li vir pirsgirêk bidestxistina serdestiya dil e.Ji ber vê hindê carinan kewara hiş û mêjî bi helbestên Cigerxwîn dadigre û bi vê re jî di zeviya peyrevên xwe de dest bi çandina tovê helbesta xwe dike.Bi demê re helbestine ku wek oratoryoyê bêne gotin zeft dike.

ewr spî ezman spî erd spî
ba şûm, bahoz dîn-dînoke
çar rê kor in, çar dor sik î spî
û çar hêl çarmedor, heta noqê d’ berfê de!

Wexta em bûn serdestê dil hingê em dikarin zemanî,cihûwarî,hemû kêlikên jiyanê zeft bikin.Lewre em dijîn da ku bersivine bibînin ji bo armanc û heyîna xwe ya li vê dinyayê.An wê tucarî emê nekarin ji “welatê nefiyê”vegerin “serbajarê serbajaran”.Ji ber vê ye ku di helbesta Arjen Arî de hawara kurmanciyê dibiriqe,trajediya kurdan a sed î salan olan dide.Helbestên wî dişibe rep repa lingên leşkerê ordiyekê.Dema tê xwendin dîmenên ordiyeke dimeşe tê nîgaş kirin.

di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan  xewna her kesî!

Ew dengê bi efsûn yê helbestê wek sûlavekê bi xumexum diherike.Ew ked û xebata şev û rojan aşkere dixweye di wan de, bêhn û rengê îroj tê de diçirûse.Sebr û mecala tîrêja spêdeyê ku lûtkeyên Herekolê dialêsin dixweyê.Xwe bi ayetên E.Xanî ku ruknê neteweperiya kurdîne têr dike,tasek ji helbesta M.Cizerî ya di tahma “işq”de ye vedixwe û şûr û mertalê Feqiyê Teyran û demançeya kurmancî ya Cigerxwîn davê ser milê xwe û serî hildide li hember şaristaniya qaşo hemdem.

şa’ir im; qereçiyê pesnê çavên te
li dabaşa nevê te hevdengê Evdal
şûm im hebekî, hinekî zirz
min ji Xanî bipirs, min ji Hejar
min ji Mella, min ji Hêmin, min ji Dildar
sirûd Ey Reqîb im, pênûs ey reqîb!

Bi her ristê hûn bi xwe ewle û bi bawer dibin.Wek çinarekê xwe digihînin rehen xwe yên hezar-sale.Êdî navê hemû demsalan bihar û hemû qonaxên dîrokê serhildêrî,berxwedêriye.Êdî heyam heyama jixwebawerkirinê, heyama têkoşeriyê ye.
wê vebe rengo rengo
li dû taveke xwêjinkî, keskesor
sihareke rûbihar e hêviya min
tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
ha hilat ha hiltê

A.Arî dildareke jidil ê kûlîlkane,ev kulîlk her çiqas gellek caran wek metaforekê di helbesta xwe de bi cih bike jî,em aşkere dibînin ku rasterast bi bêhn,bi bejnûbal û bi rengên wan hatine vegotin.Wek;xec,lîloz,binefş….sor,qurmiz…
ez ê li çiyayekî bikim navê yekê
tu navê qîzekê bigore, bike Beybûn
pel pel hebûn, sor sor serxwebûn 
kulîlkan çil kezî bi ser kê de birîn?


Di helbesta wî de em rastî hawreke sotiner tên.Ev qêrîn û hawar ne biyane,lê ne ya axeke bi sînor e.Gellek caran şaxên wê ji vê erdnigariyê digihên ta ber erşa xwedê.Car zêmar,car têkoşer,car mersiyeyeke ku xweşik,spehî û narîne.Her peyv wek ritm û awaza dilê wî diherikin li newal,gelî û germiyanan.Zû konê xwe vedidin û tên ji ber kirin.Newa di tahma sirûdande ye.Bi van taybetiyên xwe,em dikarin bibêjin “Şêrgele” hawar û ûmîd û nasnama vê xakêye. 
di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan  xewna her kesî!

Nîşe: hemû helbest ji “Şêrgele”yê hatine girtin.
Şêrgele, Arjen Arî, Weşanxaneya Avesta, 63 rûpel
                                                     

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wêje û psîkolojî

  • 20 Berfanbar 2013

Huner (wêje) kar û xebateke afrînerî ye. Hunermend jî ew kes e ku bi vê çalakiyê berhemekê diafirîne. Nexwe ew, ne însanek ji rêzê ye. Gelo ev...

2008 û helbesta me

  • 14 Rêbendan 2009

 Dema min lîsteya pîrtûkên di sala 2008’an de hatine çap kirin xwend (nivîsa Cemil Oguz, Diyarname), ez gelek xemgîn bûm. Lewre hejmara pirtûkan li gor salên...

Çirûskên nûjeniyê

  • 24 Sibat 2009

Çirûskên nûjeniyê                         Dîroka helbesta...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hilbijartineke bi vî awayî bi ser ket

ad

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

ad

Mebûsê BDP'ê Kaplan çû serdana Telebanî

ad

DYA'yê Sûriye ji nav lîsteya 'Welatên piştgirî dide terorê' derxist

ad

Rekorşikênê Yeşîlçamê Safa Onal mir

ad

Hevpeyvîna Hekîm Sefkan û malperên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname