logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Hewal û Heval

  • Dîrok: 21/02/2025

Ji bo xwendinê:

 

Qasî tirkiya Pervîn Buldanê ya li ser yadnameya mezelê Mam Celal Talabanî hatiye nivîsîn îro ji xwe dilgiran im. Bi wê dilgiraniyê ji mal derdikevim. Kûçe û kolan bêdeng in. Xişte xişta  ji bin solan dipengize min û kuçeyan aciz dikin. Ji bo hevdîtînê berî didim kafeya ku ez û Neco emê li hev rûnin. Muzîka ji hoperloyên kafeyê bilind dibe jî nabe hogir. Şûşeya çaya xwe bi acizî tev didim. Xwe bi xwe dibêm: 
- Baqil be dilo ne wexta aciziyê ye.
 Ji nişka ve şanoger Erdal Kaya û karektera wî ya bi navê Şewqiya dikeve bîra min. Bi hîqîneke ne zêde bideng dibêm: 
- Xwe aciz ke dilo.
Hê kenê mi li ser rûyê min e Neco bi bişirîn dikeve hundir...
Sohbeta me ya ji aş û baş, tehliya qehwê û şîrîniya şîraniyê dibe melhem û li rihê min digere. Fîte fît bi têlefona Neco dikeve. Ez jî bo agir bi cixareyek bixim derdikevim derve... Dema vedigerim li cîhê xwe rûdinim Neco serî ji ser têlefonê bilind dike û dibêje:
- Bibore min xwe ji bîr kiriye li partiyê cîvin heye.
- Civîna çi ye?
- Ji bo Roja Zimanê Zikmakî civîneke tê li darxistin.
- Kengê ye?
- Hema deh deqe maye destpêbike. Ji haziran ne çêtir bin mêvan jî hene. Loma teqez divê ez herim.
- Temam tu here, ezê li vir li benda te bim. 
- Rabe em pevre biçin...
- Wele nayêm. Min deh salan nigê xwe neavêtiye şêmûga partiye. Bibore ez lê li vir rehet im...
Axir Neco bû xo û bi canê min ket. Ji neçarî min pê re berê xwe da cihê wê civîn li dar bikeve. Salon hema bibêje tije bû. Me jî xwe li du kursiyê dawî pehn kir... Sê kes jê yek jin berê xwe dan maseya li pêşberî me. Hevseroka navçeyê bi kurtebirî mêvan bi me dan nasîn. Berê mîkrofonê dan kesa jin. Xanimê bi du sê caran tikandina tiliyan re mîkrofon cêriband. Hêdî hêzî ser xwe kir.
"Hewalno her yil anadil onurumuzdur şiari ile başlatigimiz kampanya dolayisi ile......."* qasî deh deqe bû diaxifî. Bi gotina "buyur hewal re"** Dîtina min dî deng bi Neco ket. Go:
- "Bi vê qûşê emê tu carî negîhijîn mûşê" Û spas.
Bi gotina spas re pirqînî bi civatê ket. Neco meşiya. Ji mêrên li dîwanê yekî go:
- "Heval toplantimiz devam ediyor lutfen yerinize oturunuz. Ve uslubumuza dikat edelim"*** Neco li cihê xwe vegeriya. Xanimê qasî çend deqeyên din axaftina xwe domand li cihê xwe rûnişt. Mêvanên din dest bi axatinan kirin. Mêşê xwe bi şaşî li eniya xanimê daniya wê ji tirsa awirên wê mêş veguheriya droneke nûklerî a kamîkazeyî û di me de biteqiya. Bi gotina spas a mêvanê dawî re serokê navçeyê go: "Arkadaşlar lutfen biraz daha uslubumuza dikat edelim..... ve Necdet arkadaştan da kendi kendine saglikli bir ozeleştiri yapasini diliyoruz."****
Neco rabû ser xwe û go: 
- Ji bo aciziya heyî lêborîna xwe ji herkesî dixwazim. Divê tiştek eşkere bikim. Min mafê axaftinê nexwest. Di paş stûyê min de îro çend roye pizikek peyda bûye. Ji ber xurê eman min ji ber tune. Herhal wexta min xwest paş stuyê xwe bi xurînim hevalê destê min li hewa dî ye loma deng li min kir. Û ji neçarî û qehran min ev bersiv da. Diviya min ev şaşî nekira û gotina xwe bihişta dawiya civînê. Ez bawerim li vir ji sedî 99’ê beşdaran kurd in û civîn li ser ziman û asîmlasyonê ye. Lê civîn bi zimanê ku me asîmîle dike wekî her carê geriya. Peyva hewal û heval qasî erd û ezman ji hev dûr in. Û bila ji kerema xwe re hevalên li dîwanê jî  baldar bin. Spas.

***

*Her sal, bi şîara zimanê me yê zikmakî rûmeta me ye me kampanyaya daye dest pêk kirin...
** Kerem bike heval
***Heval  civîna me didome, ji kerema xwe re li cihê xwe rûnin. Û hay ji şêwaza xwe hebin.
**** Heval ji kerema xwe re hinek din hay ji şêwaza xwe hebin... û em hêvî dikin heval Necdet xwe bi xwe xwerexneyî bide.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Destên Leylayê

  • 13 Pûşper 2021

Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e...

Ewrên Serhişk

  • 11 Gulan 2026

“Çil û pênc roj in ewran xwe daye ber royê û misqaleke tîrêja tavê narije ser axa Kurdîstanê. Tişta herî balkêş jî ev e; bi hatina êvarê re ewr vedikişin. Hîv tîrêjên xwe yên zîvîn ber dide ser rûyê...

KUÇE

  • 29 Rêbendan 2022

Kuçe ji pisik û erebeyên parqkirî re maye. Berpirsê kar deng li karkeran dike; lalaw di talde û quncikan de nemîzin. Wê qasek din "radar" were... Hê gotin di dev de...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kursiyên li meclisê bi vî rengî çêbûn

ad

Fotografkêş Ara Guler mir

ad

Platforma Tenduristiyê ya Kurdistanê hat damezrandin

ad

Çend gotin li ser 'Medesa'ya Ahmet Anaç

ad

Fîlm vê carê li Batmanê dibin mêvan

ad

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname