Diyarname
Di 3'yê mehê de digel mebûs, ÅŸaredar, rêveber û bi qasî 15 hezar kesî DTP'ê li Parka KoÅŸuyolu ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Grev îro saet 16'an de dê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bibe.
Ji grevê hin not:
- Greva birçîbûnê li hemberî operasyona 15'ê avrêlê ya li hemberî dTP'ê hate dest pê kirin. Li 15 bajaran operasyon hatibû li dar xistin û rêveber û endamên DTP'ê hatibûn binçavkirin û girtin.
- Di greva birçûbûnê de Hevserokên DTP'ê Ahemt Turk û Emîne Ayna, parlamenterên DTP'ê, hemû ÅŸaredar, parlamenterê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle û gelek kesên din beÅŸdar bûn.
- Konên greva birçîbûnê ku hatin vedan bi flamayên kesk, sor zer hatin xemilandin.
- BeÅŸdaran qûrdeleyên sor bi serê xwe ve girê dan, ew hinan avêtin ser milên xwe.
- Li qadê tenê ava bi ÅŸekir û çay hate belavkirin.
- Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li qadê bi sloganê bi girseyê re avêt bal kiÅŸand.
- Parlamentera DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel u Parlamentera DTP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî bi girseyê re stran gotin û di nava az solîstên grevê de cih girtin.
- Åžaredarê Sêrtê Selîm Sadak, bi govenda aîdî herêma Botanê bal kiÅŸand.
- Dema di derengiya ÅŸevê de hewa hîn zêdetir sar bû wekî her dem çalakvanan dîsa agir vê xist û li dora agir govend gerandin.
- Kesên ji bajarên wekî Wan, Çewlik, Åžirnex, Dêrsim, Mêrdîn, Sêrt, Colemêrg û Bedlîsê hatine jî bi lîstikên aydî herêmên xwe wek ku bi hev re ketin pêÅŸbirkê.
- Hejmara îmzeyên ku di çarçoveya kampanyaya ji aliyê DTP'ê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aÅŸtiyane hatiye destpêkirin hatin berhevkirin deh hezar derbas kir. Îmzeyên bên komkirin dê ji Serokomar, Serokwezîr, Serokatiya Meclîsê û Parlamentoya Ewropayê re bên ÅŸandin. Kampanyaya îmzeyan wê piÅŸtî grevê jî berdewam bike.