Cemil Oguz
Bi rastî derdê min ne kes e. Her kurdek li gor xwe kedê dide kurdî, xebata kurdî dike çi jin be çi mêr be. Dibe kêmasiyên her kesî hebin, ev jî tiştek normal e... Dibe ku kêmasiyên Diyarnameyê jî hebin. Ev jî normal e. Lê divê bê zanîn ku Diyarname bi têra xwe etîk tevdigere.
Dibe ku kêmasiyên min bi xwe jî hebin. Ger hebin mirov dikarin min rexne bikin. Ev jî tiştek normal e. Kes ne mecbûr e ji min hez bike, ev jî tiştek normal e. Dikare ji Diyarnameyê jî hez neke, lê kes nikare ji Diyarnameyê re bibêje "karê genî". Yek jê, ji bilî min keda gelek kesî heye di Diyarnameyê de, divê hurmet ji bo her kesî û keda wan hebe. Ya din jî ji bo ku ji Diyarname de bibê "genî" divê nûçeyên Diyarnameyê wisa bin. Ger kesek li gor hestên xwe, bi rika xwe wisa tevbigere, ez (em) mecbûr in wê bispêrin wijdana xwendevanan.
Mesele ev e:
Niha xanimek, nivîskarek kurd peyvên wisa weşandine li ser facebooka xwe bêyî nav bide:
"Min romanek nivîsand genetîka hinek mêran xera bû. Li fuara Amedê heta pirtûka kurdî hejmarên pirtûkan diyar e. Malperekî karê genî dike lîsteya pirtûka kurdî bi sansur daye. Û derewek jî lê zêde kiriye gotiye ji me re çawa şandine me jî wiha parvekiriye."
Xanimê ez ji hevaltiya xwe ya faceyê avêtibû. Ew tecriha wê ye, ne xema min e jî jixwe. Hevalekî ez haydar kirim ku wê ev nivîsandine û ev gotinên wê ku weşandibûn ji min re şand.
Ne ji bo xwe, bi taybetî ji bo Diyarnameyê min xwe mecbûr hîs kir ku vê notê li vir binivîsim:
- Li Fûara Pirtûkan a Amedê li ser fûarê nûçeyek giştî min weşand (ji bilî hin nûçeyên rûtin). Ez çûm cem Weşanên Lîsê jî, Lal Laleş nîn bû, lê berpirsê Lîsê yê wê demê yê li wir, li ser pirtûkên wan ên herî zêde hatine firotin, yan jî tu agahiyên din nedan min. Nexwest bide. Îrfan Amîda şahidê me ye. Xanim dikare here jê bipirse. Di nûçeya min çêkir de dîtinên gelek weşanxaneyan hene lê yê Lîsê nîn e. Digel vê yekê jî di heman nûçeyê de min çavdêriyên xwe wisa nivîsandin: "Ji nivîskaran ên derketin pêş
Ji nivîskarên kurd herî zedê Ehmed Huseynî pirtûk firotine li gor agahiyên gihîştin ber dest. Her wiha Berken Bereh jî bi vî awayî. Helîm Yûsiv, Îrfan Amîda, Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr, Yildiz Çakar, Omer Dilsoz hin ji wan nivîskaran bûn ku pirtûkên wan gelek hatin firotin."*
- Pirtûka xanimê bi xwe min li fûarê bi pereyên xwe kirî û pê da îmzekirin. Weşanxaneyê ne pirtûka wê, ne jî pirtûkên nivîskarên din neşandin ji min re. Di Diyarnameyê de biryar e, "Weşanxane pirtûkê neşîne em nûçeyê çênakin"... Bila here hesabê ji weşanxaneyê xwe bipirse.
- Em bên ser listeya pirtûkan ku niha qaşo min "sansur" daniye ser pirtûka wê: Di bîra Bawer Berşev (Kordînatorê Pirtûka Kurdî) de bîra amadekirina lîsteyek wisa hebû yan na, ez nizanim... Lê bi qasî deh roj berê min jê xwest ji min re lîsteya pirtûkên herî zêde firotine bişîne. Min ne got lîste bila ji çend pirtûkan bin, a rast di bîra min de 10 pirtûkên pêşî bû. Wî tenê ew lîsteya 25 nav rêzkirî şand. Paşê min pirsên din kirin (wekî kîjan bajar, çima helbestek û hwd), nûçeya xwe li gor wê rast kir.
Di nav 25 navan de piştî 15'an hin pirtûkên bi tirkî hebûn jî hebûn. Min ji Bawer re jî got, qala van tirkiyan kir û min got ez nikarim wan biweşînim. Divê min tercihek bikira; 10'ên pêşîn, an 15'ên pêşîn (Ji ber heta 15'an hemû kurdî bûn, di nav bera 15-20, di navbera 20-25'an de pirtûkên tirkî hebûn...
Weşanên dinyayê 10'ê pêşîn jî çêdikin, lîsteya 100 hebî jî çêdikin. Ev tercih e. Em bibêjin navê pirtûka xanimê di nav 10'ên pêşî de ba, di nav 15'ên pêşî de ba û min ew jê derxista wê çaxê dibû sansur...
- Eşkere bibêjim: Divê bê zanin ne ew xanim derdê min e, ne nivîskarek din. Ez neyartiya tu nivîskarî/ê nakim. Ger ew neyartiya min bikin, ew bi dilê xwe ne. Xwedê alîkarê wan be.
Û di dawiyê de tiştê bibêjim: Piştî ev gotinên min, xanim careke din li tiştên nivîsîne vegere, belkî lêborînê jî bixwaze. De êdî ew û wijdana xwe.
Gotina dawî: Ger xanimê, yan kesek din rexne li min bikira belkî min bersivek wisa nenivîsanda, lê mesele ku bû Diyarname, bersiv mecbûriye. Diyarname bi 11 salên xwe yên weşanê ku bi ser 30 hezar hebî de nûçeyên kurdî weşandine, ji bilî nûçeyan bi hezaran gotarên nivîskarên wê hatine weşandin, her kes dizane li ser çi xetî weşanê dike û naveke dû tiştên wisa biçûk.
Wekî notek: Li vir neheqiyek min li Rênas Jiyan kiriye, ger hebe pêdiviya lêborînê ez ji Rênas Jiyan lêborînê dixwazim. Ji ber ku di rêza duyem de navê wî hebû min ew derxist. A rast di rêza duyem de hebû, lê li ber "JANYA" (rêza 5'an) tune bû, min nizanî çi bikim. Min derxist, min got çi nav hebin ezê derxim. Paşê min mêze kir yê Samî derxim, dê neyê zanîn Rêzimana Kurmancî yê kî ye... Min dest neda... Paşê min ji bîr kir dîsa yê Rênas Jiyan lê bikim.
*
- Ne şer ne tirsê nekarî bi Fûara Amedê


