Diyarname
Nebêjin pirsek wisa çawa dibe? Sedî sed dibe û bersiva vê jî Lewandovskî da: Di 9 deqîqeyan de dikare 5 gol bêne avêtin.
Em qala maça Bayer Munih û lîstikvanê wê Robert Lewandowski dikin.
Êvara 22'yê mehê tîma mezin a Almanyayê Bayer Munih tîma Wolsburg kir mêvanê xwe. Li ser navê Wolsburgê Daniel Caligiuri di deqîqeya 26'an de golek avêt û ew 1-0 derketin pêş. Nîveka yekemîn a maçê bi vî wayî bi dawî bû. Diyar e lîstikvanên Bayer Munihê gelek hêrsbûne ku bi lezek mezin dest bi nîveka duyemîn kirin û gola yekemîn di deqîqeya 51'ê de ji lêdana Lewandowski hat. Piştî deqîqeyek din dîsa golek, di deqîqeya 55'an de dîsa golek, deqîqeya 57'an de dîsa golek û di deqîqeya 60'î de golek din. Hemû jî ji Lewandowskî hatin. Belê tam 9 deqe û tam 5 gol.
Teknîk Dîrektorê B.Munihê Guardola jî piştî ew qas golan şaş bû.
Rekor
Lewandowqskiyê ku di nîveka duyemîn de ket maçê bi 5 golan di nav rûpelên dîrokî yên Bundesligayê de cih girt.
- Ji sala 1984'an ve heta niha li ser navê Bayer Munihê kesî di maçekî de 5 gol neavêtibûn. (Di wê salê de Dieter Hoeness 5 gol avêtibûn)
- Lewandowski bû yekemîn kes ku di maçekê, demek ew qas kurt de ew qas golan diavêje.
- Di Bundesligayê de herî dawî di 27.08.1991'ê de ji Daisburgê Michael Tonnies 5 gol bi hev re avêtibûn.
- Teknîk Dîrektor Pep Guardiola piştî 5 golan got: Di jiyana xwe de min tiştek wisa nedîbû.