Diyarname
UNESCO'yê li ser dinyayê raporeke nû belav kir û diyar kir ku di sala 2020'î de di warê çand, huner û afirînerî de 10 mîlyon kesî karê xwe ji dest dane.
Rapor bi navê "Ji nû ve şikildayîna polîtîkayên afirîneriyê" hat belav kirin. Têde dibêje ku bi Covid-19 re mirovan zêdetir berê xwe daye xebatên naveroka wan li ser çand û hunerê lê berevajî vê ji ber dîjîtaliyê 10 mîlyon kes di vî warî de betal mane. Di sala 2020'î de karê endustriyê li dor sedî 20 - 40'î kêm bûye.
Rapor radigihîne ku bi dîjîtalbûnê re di sala 2020'î de dahatûya ji muzîkê sedî 62 ji weşana dîjîtal hatiye, her wiha pergala abonetiya ji bo kanalên televîzyonan jî zêde bûye.