logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Keleha Palûyê / Keleha Şebîtaria

Bajarê Palû ye, ji bajarên herî kevn yek e. Di dema Urartûyan de bi avakirina Kelaha Şebîtarias ve wekî navendeke Urartû

  • Dîrok: 18/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Bajarê Palû ye, ji bajarên herî kevn yek e. Di dema Urartûyan de bi avakirina Kelaha Şebîtarias ve wekî navendeke Urartûyan di dîrokê de cihê xwe girtiye. Di dema Osmaniyan de jî navenda Sancaxa Osmaniyan bû. Wê demê hin malbatên arîstokrat ên Osmaniyan jî li vir bi cîh bûbûn. Piştî navê gundê “Mazra” bi navê padîşahê Osmanî Ebdulezîz hat guhertin û bû Elezîz, sancax ji Palûyê rakirin û Palû bi Elezîzê ve girêdan.

Ev keleha sê çar km li rojhilatê bajarê Palûyê ye. Keleh li ser girekî zinarîn li nîv girava çemê Arsînê (Murat) ku li vir wekî tîpa “U” ber bi başûr çivek daye xwe, hatiye avakirin. Di lêkirina vê kelehê de wekî hemû kelehên Urartûyan hostatiya teraştina zinar û keviran bi zelalî xuya dike. Her wiha zinarên hatine bikaranîn jî bi tonan giran e. Bi zinarên mezin û teraştî lêkirin, xwerû jî di hin zinaran de qulên bi qasê gulmistek diçê, vekirin, karektera lêkirina kelehên Urartûyan e û wê ji avadaniya dînastiyên din cuda dike. Di kelehê de cihê gorên ku di hundirê baxiran de hatiye amadekirin, tunêlên hatine vekirin, derencên di tunêleke veşartî de hetanê devê ava çemê Arsînê diçe, sarincên avan, çelavên gorîkirinê, bê xirakirin gihîştine vê roja me.

Dema mirov li kelahên Urartuyan dinêre, bi giranî li ser girên ber bi ezman ve bilind dibin, ligel wê cihê wekî çavdêriyên herî baş hatine hilbijartin. Divê mirov vê bibêje; Urartûyan cihê bilind cihên nêzîkê Xweda “Xaldî” didîtin, ji wê bilindahî ji bo wan pir pîroz bûn. Ev awayê baweriya Urartûyan di nava gelê me de hetanî vê roja me jî hatiye. Hê jî gelê me cihên bilind wekî zîgurat (ziyaret /jiyare) dibînin, xwerû jî, darek li cihekî bilind hebe, bendê daxwaziyan bi guliyê wê ve girê didin û dikin ziyaret. Ligel vê awa avakirinê, di vê kelehê de ji motîfên eylo bigire hetanî tîrêjên rojê gelek nîşaneyên baweriya Urartûyan hene.

Li vir tişta herî giring; li bakur rojavayê keleha Şebêtariyas hin zinarên bi qasî 4 m bilind hene. Li ser Zinarê 3,5 m bilind û bi qasê 1,5 m fireh 30 cm çalkirine û li ser bi tîpên mixî û bi zimanê Urartûyan nivîs nivîsandine. Naveroka vê nivîsa ku keyê Urartûyan kurê Îşpûnû Menua Berê Mîladê di sala 810 – 804 de daye nivîsandin, wiha ye:

“Min welatê Alzî bidestxist. Ez derbasê wî aliyê çemê Arsînê bûm. Min Şebêtariya, Huzana (Huzna) û Şûpa girt bin serweriya xwe. Min Meletî jî bi bacê bi xwe ve girêda…”

Alzî kuderê ye? Dibe Oxî û Bilanixa Depê be! Yan Mazgirta Dêrsimê? Li gor hin lekolîneran Huzna /Huzana deşta Elezîzê ye. Hin jî Gêla Amedê wekî cigeha Huzna nîşan didin. Lê rastiyekê heye, bi hezaran salan e ku li devera Elezîzê navê jinan yê herî zêde tê hezkirin û bikaranîn navê “Huzna” ye û têkiliya vê bi navê erebî “Husniye”yê re tune. Di nava kurdên êzdiyên Xaldî de jî navê Huzna xwerû li devera Xerza zêde ye. Devera “Şûpa” jî dibe çala Pertegê be, niha di bin bendava Kebanê de maye.

Li ser û li dor her kelehekê çîrokên xwerû hene, hin ji wan rastî ne, hin mîtolojî, hin jî dû re bi aliyê gel ve hatine lihevanîn. Gelek ji wan di pêvajoya salan de reng û bawerî guhertine, bêguman hin ji wan jî hatine jibîrkirin. Li derdora Paluyê hetanê salên 70'yî jî çîrokek gelek balkêş li ser keleha Palûyê dihat vegotin. Çîrok wiha bû:

“Dema qiralê bi navê Menua vê kelehê lêdike, li bajêr bi navê “Menmeno” yekê dîn hebûye, her kes jê re “Meno” dibêje. Gava rojekê qiral Menua cardin tê Şebêtariya, dibîhîse ku ji yekê din re jî “Meno” dibêjin. Gelek hêrs dibe. Ferman dide ku biçin wî dînî bibînin û bînin. Dema Menua dînê nav “Meno” li hember xwe dibêne, hem kêfa wî vê re tê, hem jî gunehê wî pê tê. Ferman dide leşkerên xwe ku wî bibin di çem de paqij bişon, kincên paqij û nû lêkin, wisa derxin pêşberê wî. Dema Leşker wî ber bi çem dibin. Mirovên li wir bi zimanê xwe dibêjin: “Bi Xwedê leşker Meno dibin dikujin.“ Meno vê dibîhîse. Dema leşker wî dikin nava çem dixwazin bişon, Meno ji destên wan difilite û ber bi cihê kûr ve baz dide. Hetanê leşker xwe digihîjinê, Menoyê li ber pêlên avê ketî dixeniqe. Key Menua pir ber Meno dikeve, li girekî hember bi destê xwe gora wî amade dike û dora wê hewş dike. Hê îro jî ew der ziyaret e, le vê carê bi navê kesayetiyekî mislimanan!

Bêguman mirov bikane bi tehlîlên arkolojîk û bi aliyê girîngiya avakirina kelehê ve kelehekê bide nasîn baştir e, lê ev derfetê me tune, hema wisa bi kurtî dîrok û berhemên bav û kalên xwe nasîn jî girîng e. Em di mijara Keleheke din de hev bibînin.

17.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îro li ser HDP'ê sê nûçeyên nexêrê!

ad

Romana 'Ezezîl'

ad

Piştî meheke dê meclis here Uludereyê

ad

Rojnameya Tarafê weşandina nûçeyên asparagas didomîne

ad

Kobanî ye ne Kobanê!

ad

Bernameya Super Lîgê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname