Beriya îro bi sed salî, bazirganên emperyalîzmê hatin ligel altaxên xwe yên herêmê, erdnigariya kurdan mîna seriyek penêr bi kêrê qet bikin, kirin çar perçe, cokên xwînê di welatê me de vekirin. Û ji wê gavê ye ku kurdan li ser xaka xwe, rojekê bi xweşî û bextewarî nekarîn bijîn. Dara dagirkerên Kurdistanê, ji ser gelên Kurdistanê tu carê kêm nebû. Çi cara ku kurdan li hember êrîşan li ber xwe dan, ji bo azadiya xwe serî hildan, xwîna wan bû co û herikî.
Dagirkerî û mêtingeriya hêzên ku Kurdistan di nav hev de parve kirine çi qas dijwar û tund be jî, kurdan tu carê serî netewandin. Dîroka kurdan bi rûpelên qirkirin, mişextî , komkujî, êş û keseran ve tije tije ye.
Di seranserê dîrokê de, kurdan tu carî bi qasî ku îro bûne, nêzîkî azadiyê nebûn. Di beşa çarîka dawî ya sedsala bîstem de, kurdan bi teşeyeke hemdemî, bi rêbazên aqilane civaka xwe bi rê xistin û her wiha têkoşînê li ser bingeha vê rêxistin û van rê û rêbazên rastîn meşandin, bilind kirin, li ser erdnîgariya xwe, li Rojhilata Navîn bûne xwediyê vîneke bihêz, bûne xwediyê hêzeke ku êdî hemû dagirker, hemû hêzên emperyal, kurdan ligel rewş û potansiyala wan bigire ber çavan.
Jixwe li her dera cîhanê, desthilatdarên herêmî û her wiha yên cîhanê(emperyal) hesab û kîtabên xwe li gor rewş û hêzan digirin. Kurdan jî di van salên dawîn de, hiştin ku dagirkerên Kurdistanê, dewletên emperyal ê cîhanê di van hesab û kîtabên ku digirin de, gelek caran rûpelên xwe geh reş bikin, geh xera bikin, geh biçirînin, geh li rê û rêbazên nû bigerin ku di van rûpelên planên xwe de bi cî bikin ku, rewşa kurdan a bindestiyê bidome û her wiha xwîna kurdan di wê coka ku berî not û heşt salan li Sykes -Picot û berî nod salî jî li bajarê Lozanê hatibû kolan de, biherike.
Lê wekî ku me anî ziman, kurdan bi rêxistin û têkoşîna dawî, bi vîn û daxwazên azadiyê yên jêneger, li her çar parçeyên jihevqetandî, bûne xwediyê gelek bidestxistinên neteweyî, siyasî û her wiha leşkerî. Vê yekê her tim dilê neyaran êşand loma jî ketin nav hewldanên raman û planên xapînok. Bi qesta aştî û çareseriyê, bi hêzên kurdan re ketin têkiliyên cur bi cur.
Ji têkiliya desthilatdarên tirk ê bi Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistanê bigre heta bi hevdîtinin bi Nûnerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, hemû mebest, hemû nêt, hemû daxwaz û hemû hêviyên wan ew in ku desthilatdariya xwe li ser kurdan bidomînin, kurd nebin yek, bihêz nebin û rewş û satûya wan a kambax û dîrokî heta hetayê bidome. Civak û jiyana azad ku dê bi destê kurdan li ser xaka Mezopotamyayê ava bibe, berî şîn bibe, berî geş bibe, bê fetisandin. Mixabin ku gelek caran hin hêzên kurdan jî di van planên emperyalîst de, dibin amûr.
Û ji bo vê, û ji ber vê ye ku îro desthilatdarên tirk çekan didin hovên çeteyan ku ew jî bêjiyên kapîtalîzm û emperyalîstan in. Ji bo vê ye ku hêzên mezin ên cîhanê, ên mirovperwer (!), mirovhez (!), demokrat (!) û hiquqnas (!) li herikîna xwîna kurdan di cokên ku berî sed salî wan vekiribûn de, temaşe dikin. Xwe li ber guriya agirê ku mala kurdan dişewitîne de germ dikin. Agirê ku Kurdistan pê dişewite, kolanên mêtingeran ronî dike.
Bi van kirin û nêzîktêdayînên dewleta tirk û heta bi hêzên emperyalîstan eşkere bû ku nêt û mebest, ne çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ya di dilê wan de, ne azadî û xweseriya gelê kurd e. Hemû kirin û hewldanên wan fen û hîleyên modern in. Piştî sed salî tişta guherî teşeyê dolabê wan in. Ew dîsa li welatê kurdan cokên xwînê dikolin, dixwazin her tim xwîna kurdan biherike. Tişta îro li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê, li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê diqewime nîşaneyên herî şênber in. Ku ne wisa bûya, di vê pêvajoya ku jê re dibêjin “pêvajoya çareserî û aştiyê” de ev çi kirin û hewldanên kirêt in?
Biwêjeke kurdan heye, dibêje: Heke ne fen e, ev çi dar û çi ben e?!


