logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Helebê çîroka hovîtiyê: Mam û biraziyekî di nexweşxaneyê de hatin kuştin

  • Dîrok: 09/01/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Di êrîşên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê, çîrokên cuda tên bihîstin.

Çîroka kuştina mam û biraziyekî ku yek jê dermanfiroş û yê din jî birêvebirê nexweşxaneyê bû, ji hemûyan biêştir e.

Ew sivîl bûn û "bi zanebûn hatin qetilkirin", her wiha "pere û zêrên wan hatin dizîn."

Ednan Osman Birêvebirê Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyeyê bû. Biraziyê wî Elî Osman jî dermanfiroş bû û di dermanxaneya nexweşxaneyê de xizmet dikir.

Dema êrîşên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, wan biryar da ku nexweşxaneyê neterikînin û li wir bimînin lê li heman cihî hatin kuştin.

"EDNAN Û ELÎ JI BO PARASTINA NEXWEŞXANEYÊ MAN
Her du jî xelkê Efrînê ne û berî nêzîkî 60 salan çûne Helebê. Welîd Xoce ku pismamê wan e û li Hewlêrê dijî, çîroka kuştina wan ji Rûdawê re vegot.
Welîd Xoce got, "Pismamên min bijîşk Osman û bijîşk Xelîl û malbatên wan, ew kesên sivîl in û di beşa tenduristiyê de ne. Li Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyeyê bûn, ji bo xizmetê û parastina nexweşxaneyê li wir man."

Welîd wiha behsa kêliya kuştina wan kir,"Saet 09:00an Elî bi telefonê bi min re peyivî û got:'Hatin nav nexweşxaneyê.' Paşê gotin ku hatine girtin.
Me pêwendî danî û efseran got 'înşalah tiştek nabe û em dê wan berdin.' Paşê saet 02:00-03:00ê piştî nîvê şevê, cîranekî wan çûye nav nexweşxaneyê da ku bizanibe çi bûye.

Wî dît ku gule li eniya Ednan dane û her du bi hev re hatine kuştin."

Welîd Xoce teqez kir ku her du jî sivîl bûn û ti pêwendiya wan bi hizib û siyasetê re tune bû. Wan tenê dixwest nexweşxaneya xwe biparêzin.

ZÊR Û PEREYÊN WAN BIRINE
Welîd diyar kir ku dema artêş ketiye Eşrefiyeyê, dîtine ku zêr û pere li cem wan hene û ew kuştine.
Welîdê pismamê Elî û Ednan got,"Kujer çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ne.

Nexweşxaneya Osman li destpêka taxa Eşrefiyeyê ye û dema ketine taxê, yekser çûne nav nexweşxaneyê, di demekê de ku ti çekdarek lê tune bû."
Ednan Osman sala 1968'an ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan bû û birêvebirê nexweşxaneyê bû.

Elî jî 1989'an ji dayîk bûye û bavê 2 zarokan bû û dermanfiroş bû; wî sala 2010'an xwendina xwe li Rûsyayê temam kiribû.

Nexweşxaneya Osman ji aliyê kê ve hatibû avakirin?
Nexweşxane aîdî 5 birayan bû ku her pênc jî bijîşk bûn. Nexweşxane sala 2013an hatibû vekirin.
Avahî 7 qat bû û ji xeynî bijîşkan, 50 derfetên kar peyda kiribûn.

Nexweşxane xwedî moleta fermî bû û di serdema Beşar Esed de jî xizmet dikir. Niha ji ber bombebaranê êdî kar neke.

"2 KURD Û EREBEK BÛN LÊ EREB NEKUŞTIN"
Dema artêş ketiye nexweşxaneyê, sê kes li wir bûn: Elî, Ednan û welatiyekî Ereb bi navê Salih.
Welîd Xoce got, "Ereb nekuştin. Dema zanîn ew Kurd in û xelkê Efrînê ne, ew kuştin."

Welîd Xoce bi girî wiha domand, "Hasbunalahu we nî'mel wekîl. Miletê Kurd her tim di bin destan de ye.

Sûcê me çi ye ku em Kurd in û li ser Kurdbûnê me dikujin? Xelkê Eşrefiyeyê ne hemû çekdar in, piraniya wan sivîl in.

Niha du birayên min ên sivîl jî koçber bûn. Em ne çekdar in û ne jî siyasî ne. Em dê çi bikin û biçin kû? Xwedê sebirê bide malbata wan."

Mihemed Osman: Ji bo Elî çû û hat kuştin
Mihemedê birayê Ednan Osman ku li Danîmarkayê dijî, ji Rûdawê re got, Beriya sê rojan dema şer derket, birayê min Ednan ber bi Helebê ve bi rê ket lê rê hatibû girtin.

Elî bi tenê li wir mabû. Ednan her çawa be xwe gihand Elî. Paşê mûşekek li jeneratora nexweşxaneyê ket û agir bi her derê ket."

Mihemed Osman wiha domand, "Tankek hat û guleyek li nexweşxaneyê da. Birayê min di jêrzemînê de bû. Dema xwestin xwe rizgar bikin, ji pişt ve bi qondaxên tivingan li serê wan dane. Her çi pere û zêrên wan hebûn birine. Piştî 15 xulekan cîranekî got 'hêz ketin nexweşxaneyê û ez bawer dikim Elî û Ednan kuştin.'"

Mihemed bi girî got ku serbazekî artêşê pêşî bi derewan ji wan re gotiye "ew li cem me ne û em dê wan berdin" lê paşê nûçeya kuştina wan gihîştiye wan.
Ji Rûdawê hatiye girtin

 

 

Hin Nûçeyên Eleqedar:

- 10'ê mehê nûçeyên bi Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê re leqedar

- Sakik: Rojava xeta me ya sor e

- Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li gelek bajaran çalakî, gotinên hatin kirin, daxuyaniyên eleqedar (agahiyên rojek)

- Wezîrê Îsraîlê Saar êrîşên li Helebê şermezar kir û got: Dinya deyndarê kurdan e

- Hunermendan ji bo Rojava bang kir

- Neteweyên Yekbûyî: Peymana 10'ê Adarê bi cih bînin

- Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?

- DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike

- Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye

- Li taxên kurdan 7 kes hatin kuştin, dor 50 birîndar hene

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Xelata Cemal Nebez didin nivîskar Omerxalî

ad

Klîba Hefteyê: Arîn Mîrkan / Seyda Perînçek

ad

Perû piştî 36 salan beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe

ad

Li Serîe A'yê şampiyon diyar bû (Hat nûkirin)

ad

Ji dinyayê çend nûçeyên derketine pêş

ad

Ji bo rêwîyan pira herî dirêj a dinyayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname